Omer Dilsoz

De ka mirov çi bêje

06 Ağustos 2015 Perşembe 18:42

Ev çend sal bûn riya min bi “axê”, bi warê zaroktiyê min neketibû, îsal, ne ji dilekî bi sed dilî di kelekela havînê de min xwe li wî warî girt.

Dem, li pey min mijekî tarî bû û ez di sînga kurikekî deh salî yê panîpînekirî de mêvanekî negazîkirî bûm.

Gelî dostan, min dil hebû, ez nivîseke dirêj, gav bi gav behsa ger û geşta xwe ya bo Gûzereşê bikim, min li wir, li ser şopar eh û rîşalê xwe çi dît, şop û dewsên kîjan şar û şaristaniyan, di bin kavil û xirbeyan de ber çavên min ketin, min ê binivîsiya.

Her weha guherînên civakî û hewldana jinûveavakirina warekî min ê di gotara xwe de bikira behsa peyvên xwe, lê nebû, nehiştin, vî şerî, vî agirî hişt ku ez vê nivîsa xwe bihêlim bo demeke paş. Niha ez ê çend gotinan li ser kawdanan bavêjin sêla peyvê û ji bo we û me bipêjim.

Mirin, ne tenê kuştina kesekî ye, ne tenê bi dawîhatina çîrokekê ye, jê pêvetir bi her mirinekê re warek jî dimire, bi dehan çîrok nîvçe dibin, bi hezaran xiyal diherifin, bi derbekê re êdî xêzek bi ser herka heyî tê kişandin û kulek mijîn tê şûnê: zarokine sêwî, hevjîn bî, dayik cegersoj, bav dilkovan, bira dilşikestî, xwişk birîndar… êdî çîroka tu kesî ya berî “mirinê” û piştî “mirinê” wekî berê namîne. Mirin, belko jî ji her tiştî wêdetir wêraniya şûnmayiyan e, parçeparçebûna jiyana wan, belewelabûna pergala wan… çi zanim, ma ji mirinê nexasim jî kuştinê wêvetir çi heye, çi dimîne, çi!...

Dê warek dîsa ava bûbûya, dê leşxwerên tirsê hetahetayê mala xwe ji warê me koç bikira û dê kevokên aştiyê bihatana hêlînên xwe li ber sîvanên xaniyên me, minareyên mizgeftên me, naqosdankên dêrên me, ser bêlayên hewrayê me, cem çiraxên laleşên me çêkirana û dê şevçiraxên welatê me tarîsanên bêbinî ronî bikirana…

Lê nebû, baskên kevokan qusandin, qîlên dehban sûn û dir kirin, mirin bi ser ket dîsa û êsta agir baran e, agir baran e, gotin betal e.

Mirin, ne tenê bedenekê ji nav me hiltîne, ew heman demê stranên li çavên xezalan jî dikuje, kenê zarokan vedimirîne, bîstan û dilgehên jiyanê difetisîne: Mirin, ne tenê giyanekî ji nav me dibe, heman demê giyanên li şûnê dimînin jî tevan kor dike, kul dike, tal dike, û rengên li ber bejna çiyan bûne kêlestûn, baranên li geliyan bûne mêrg û binevş jî diperçiqîne û rengan vedimirîne ji jiyanê, dengan vedikuje ji viyanê, çêjan ditemirîne ji cîhanê; her mirinek çinînek ji dilê me dax dike, tîrek jehrî bera ser kezebê dide û cerg û hinavan li me diperitîne.

Bi her mirinekê em feqîrtir dibin, bi her kuştinê em sêwîtir dibin.

De werin, em pêkve, mil bi mil, dest bi dest, dil bi dil, mirinê li pişta teyrê sîmir bikin û berê wî bidine pişt heftêheft dewal û welatên dûr û deraz bila biçe, biqeşite ji warê me heta hetayê neyê…

De werin, em biçin dilên hev! 

Em biçin dilên hev û aş bibin da ku baş bibin birînên me!

Bu yazı toplam 4050 defa okunmuştur