Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

DAWIYÊ HIŞYAR BÛ

DAWIYÊ HIŞYAR BÛ

Ew dewr û dem bû, serê wi ditewînî bû li ber wi. Hatibû şêst saliya xwe, mixabin serê xwe li ber xwe ranekiri bû tu cara. Dê beji çend kirêtiyên dinyayê ewi kirîne we jixweşerm kiri bû. Gor hizir û ramanên wi jîyan ev bû. 

Ji wi re çi hatiba gotin û rasti çi fermanê de maba “bila, ser serê xwe” digot û xeleti nîqaş nedikirin.
“Tu tirki” di gotin wi.

Ewi “bila, ser serê xwe” digot.
“Gor me bijî” digotinê, ewi “bila ser sere xwe” digotê.
“Em çi bêjîn te tu dê wê bikî” gotinê, ewi “bila ser sere xwe” gotê.
“Zimanê te, Ola te, mezhebe te, nav û nîşanên te em çi bêjîn dê ew be” gotinê, ewi “bila ser sere xwe” gotê.

“Tu tirki, wekî tirkan hizir bike, wekî tirkan xewnan bibine, wekî, tirkan bijî, ramanên te divê ên wekî tirkan bin, wekî tirka biaxive, bixwu, vexwu, binêrê, ji mirovan re hez bike” gotinê.
Ewi “bila ser sere xwe” gotê.

Ev cure jîyan qebûl kiribû û pir ji vê cure jîyanê re hez dikir. Lewre bi vê cure jîyanê re pir şad bibû û ev jîyana wahe ji wi re pîrozwer bû. Di vê jîyana şad û pîrozwer de tenê kêmasiyek wi hebû. Ew jî xwe wahe nava jîyanek şad û pîrozwer didît belê qed serê xwe ji ber xwe ranedikir.
Çimkî ditirsîya û tirsan de newêra serê xwe ji ber xwe rake. Ew şêst sal bû serê wi her we li ber wi temaşeyî nênûka pê xwe. Çimkî ji salan de ew sala şêstê bû nû de hindik paşgotinî kevti bûn guhê wi. Ewi dizanî ku kurd hene belê bi bihîstina wê peyva kurd re qidankên wi vebûn.
Roj bi rojê ev peyve nava gel de zêde hate axiftin û çendî serê wi her we li ber wi, belê carek dî evê peyvê guhê wi xurand. Çendî ev peyve dibihîst germahiyek di kevte dilka wi.
Rojekê çayxanekê rûnişti bû û hindik ciwanan navbenda xwe de diaxiftin. Ewi jî çendî nexwestibe jî belê hindik wekî hevokên “bira em kurdin belê tirk înkara me dike û ji me re dibêjin hûn tirkê çiyayîne. Dema hûn ser berfê çûyî dengê kart-kurtê ji pê we hatiye di wê sedemê de bêjin hewe kurd” bihîst.

Wê rojê sahmên wi giran bûn. Ew peyvên ji wan ciwana bihîsti nava mêjiyê wi de gêre dikir.Wê rojê di wan gomanan de qirqiçî. Li malê de jî bi hevser û zarokên xwe re qed neaxift. Ji bo xwarin û vexwarinê jî tu xîret nekêşa. Çimkî dizanî ku tu tişt di gewîya wi de jorde naçe. Heta direng şevê bêdeng û bênefes temaşeyî televizyonê kir. Demek şevê di çû nav nivînên xwe de. Di bêdengîya xwe û a şevê de peyvên wan zarokan nava mêjiyê wi de bi mînaka leşkerên dagirkeran tehlîm dikir.
Êdî aqilê wi tevlihev bibû. Hindik gomanên ku ewi eslê xwe berzekiri kevtibûn jîyana wi. Çavên xwe danî ser hev peyva “em kurdin” bi hezaran nava aqilê wi de diborîn. Çavên xwe vekirin peyva “kî çi bêjît bila bibêjît belê tu tirki” dihat aqilê wi. Wê şevî bi mînaka van hiziran re heta bangê mele ê nivêja sibê raneza. Bi bangê mele re rabû nimêja xwe a sibê kir. Dilê xwe de “qemî ez hindik jî be razêm” diborand û xwe dirêji ser nivînên xwe kir.

Êdî bizmara mêjiyê wi hejîya bû. Kêrmikê nava aqilê wi dest bi hilkolînê kiri bû. Aqil û mantiqa wi tevlihev bibû. Êdî pê ên wi heroj ew dibir qahwexane û baxçeyên ciwan lê komdibin. Bi baldarî guhdariya ciwana dikir. Mixabin bi zêdehi axaftinên qehremani û xweşmêriya tirkan dikevte guhêm wi. Ewi jî ev axiftinên bi vî şikli pir bihîstu bûn, zêde bala wi nedikêşe. Belê navbenda hindik ciwanan de dema ew peyvên kurd û Kurdistanê dikevtin guhê wi, ewi guhên xwe mûç dikir û guhdariya wan dikir. Êdî ew ji bo hilkulîna kurd û zimanê kurdan mirovek çavdêrî bû.
Roj bi rojê ew ji xwarin û vexwarinê dûr kevtibû, dem bi dem jî zeyîf dibû belê bi wê guhdariya xwe a ciwanan re mêjiyê xwe di aliye kurdan de dewlemend kiribû. Çend rojên di jîyana wi de diborî bi wê çavdêrîya xwe re şiklek dabû mêjiyê xwe. Ewi dilê xwe de “divê ez jî di vê mijarê de biaxivim û pêtir xwe di vî alî de nexşînim” diborand.
Belê kêmasiyek wi hebû.
Newêra.
Lewre di vê hilkulîna xwe de di dît ku ciwan ji vê sedemê de tên kuştin, lêdan, dikevin hepisxanan û di îşkenceyan de diborin.

Dawiya wan goman û hilkulînên xwe caran pêşman dibû ku aqilê xwe bi vê çendê re aloze kiri. “Ev çi peyin bû min belavkiri. Çi şolê min bi kurditiyê hebû. Ez mirovek tirk bûm, bêxem û bêarêje bûm. Ji xwe tev mezinên me tirkan dibêjin çu gel bi navê kurd çu nîn e.” Wekî van ramanan bi sedan re raman nava aqilê xwe de diborandin.

Aliyê dî de jî peyva kurdi bi mînaka xencelîska di nava mêji û aqilê wi de şîn bibû. Tev ev hevokên jori di nava aqilê xwe de derbaz dikir belê carek dî ev xencelîskên hemberê wê ji ortê renekirin. Roj bi rojê ew xencelîskên hebûna gelê kurd di nava mêjiyê wi de qormê xwe stûr kirin, bejna xwe bilind kirin û çiqên xwe belavkirin.

Bi zêdehi piştî serhildana gerîla, a gelê kurd re kurd bi hezaran re daketin meydana ewi pêtir baweri bi xwe hat.Teybûra wi çu nebû. Xwiryaniya kurdi û gelê kurdi kevtibû laşê wi. Êdî ewi jî dili hebû çewisindina nava dilê xwe de bi mînaka wan ciwanan bi xîret re xemlîne. Lewre ewi jî zimanê xwe ê zikmakî dizanî, çimkî hêj ew zimanê xwe ji bîr nekiribû. Dibe ku hevsera wi û zarokên wi asîmîle bibûn, bi zimanê kurdî naaxivin, belê ewi dizanî.
Ewi êdî bi viyan û nevîyana xwe re xwe nava gelê kurd de di meydana de dît. Çendî di kolan û meydana de bi kurdan re xwe dîtiba kêrmikê dilê wi dikete hêcanê. Jîyan pêtir ji wi re xweş dibû û pêtir ji jîyanê şad dibû.

Rojekî bi hindik kurdan re di mala xwe de rûnişti bû û bi wan re diaxift. “Min jibavê xwe guh lê bibû. Papîrê min di serhildana Şêx Seîd de koçberê Stenbolê bibû. Min çend peyvên kurdî ji wi bihîsti bû, belê zarokên min kurdî nizanin. Tu, tu be. Ez kurdî dizanim an jî ez kurdim ji tu kesê re nebêje, bavê min goti bû min.

Belê min ev zanî ku ez heta jîyana xwe a şêst saliyê bi mînaka giya dijîm. Jîyana min a sala şêstê de bi guhdariya du sê ciwanan re kêrmikê zimanê min ê zikmakîye kevte hindirê min. Ez hatim kevtim nava şêstupênç saliya xwe de, min nû zanî jîyan heye.

Rasti ez hêj niha jî azad nebûma belê bêhna azadiyê ê hindirê min de û ez xwe azad dibinim. Heke gêrîlayê kurd di bin sîvanê PKK’ê de nekevtiba çiya û ev roje ji me re amade nekiriban ez dê wekî mirovê kole, nezan, xeşîm û neyarê xwe û gelê re jîyanek koledar de mabam. Çawa niha zarokên min bi mînaka hêstiyê ber lingê dagirkeran dimînin. Kurdên nezan û xeşîm jî dê we bimînaka hêstiyi, bimînin ber lingê dagirkeran.

Di mînim şaş. Zilm û zordariya dagirkeran bi berdewamiya xwe de kurdan û zimanê kurdan nanasin. Ev kurdên razayî û niha jî xewnên xwe de xwe tirk dibinin dê kengî hişyar bibin.” Û pir dî axaftin bo mêhvanên xwe kir.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10