Omer Dilsoz

Da sîtavkan biçînin

20 Şubat 2013 Çarşamba 11:19

Berî ku sî û tav hevdu biramûsin û birûsk zikê ewran biqelêşin, berî ku keskesor weke teyrê tawis perên xwe yên neqş neqş veke û bi bişkurîna xwe şilkeke hêviyê li dilên bendewar biçîne, berî ku tav tîrêjên xwe biparzine, sîtavkeke çilmisî bi sura sibê re kaba xwe biavêje ser çavên li asoyên bext û bextewaran…ew çûn da ku sîtavkan biçînin li ser qubeya gerdûnê. 

Ew çûn û siya xwe li dûv xwe hiştin. Ew çûn û bêhna xwe li şûna xwe hiştin. Ew çûn û dengê xwe li cihê xwe hiştin.

Ew çûn û em li paş xwe hiştin.

Ew jî yek ji wan kesên çûyî bû. Niha dîsa dê biçûya jixwe ew tim diçû, a rast her kêlîka wî çûyînek ber bi nediyariyekê bû. Weke sîtavkekê tim ruhê xwe diparzinand û dadiwerivî hundirê xwe.

Ew verêjeke ber bi hundirê xwe bû û berê wî tim li rê û dirbên bi fetl û çepeçûr bû.

Ew ê biçûya da ku sîtavkan biçine. 

Dê biçûya piştî çendekê, ev çend deqe bûn, sal bûn, çirke bûn, an jî di çirkeyan de salên winda, an jî bîrhatinên li deqeyan aliqîn û tê de bûne barekî giran bûn, qet û qet nedizanî û nedixwest bizanibe jî. Ji wateya kêlîkê pirtir, ew kula weke pariyeke tal û tirş li sînga wî asêbûyî li bîrê bû.

Destên wî nediçûn çu tiştî, lê ji aliyê dîtir ve jî dixwest her tiştî, heta wê kêlîkê çi jiyabe hemûşkê di wê çirkê hilbîne û ragire, dixwest bi carekê de bibe stasyona hemû demên jiyana xwe û wan li vir li ser hev bicivîne û di wê deqeyê de her tiştî bi guhana dilê xwe bimije.

Dixwest di wê çirkeyê de her tiştê raborî bimije û vegere destpêka xwe; Jixwe berî her tiştî, gava çavên xwe li jiyana vê dinaya kambax vekirî tiştê ewil fêrbûyî û pêzanî mihêtin bû. Hemû pest û kotekiya ruhê wî ew vedigerand wê serokaniya ewilîn û dixwest hemû bîrhatin û serhatiyên xwe di kêlîka berî çûyîna xwe de bimije û giyanê xwe yê tirole pê haş bike.

Dê piştî bîstekê piyên wî ew hilgirta û bibira. Lewra ji piyên xwe jî aciz bû. Tê dernedixist ka çi dem û danê rojê ye, bo hingê çi girîngiya vê çendê nebû jî. Jixwe bala wî ne li demê ne jî ne ser û sebebên çûyînê bû. Tenê dizanî ku ew niha bi ser rê ye û dê biçe. Her çend ji vê peyvê hez nedikir jî ‘diviyabû’ biçe.

Zikê wî diêşa. Mîzê zor lê dikir, destava stûr bi ser de ew ditengijand. Weke ku dê veşere, vereşîna wî dihat. Dilê wî radibû lê nedihat bîrê ku tiştekî lê nedihatibe xwaribe jî, nexêr, ev dilrabûna ji bêdiliya çûyînê bû ku xwîn li rehên wî diçikand. Ne ku dudil bû, nexêr, hema ji binî ve bêdil bû û dengê xwe bi ser her kesê de hêl dikir, aciz bû, dûkêl ji nav çavan dibariya. Ji bo temasa wî ya çavan bi çavên lipeyhiştiyan nekeve, her çist û çelengî dikir û xwe badida. Çavên wî weke yên pezkoviyê di hisara xwe de bêmecal bimîne, li çar dorhêlan digeriyan.  

 Avriyên wî ber bi jêr bûn û bi rexê çepê çavên xwe ve li dûv xwe dinêrî, weke ku hemû dan û demên jiyana xwe ya ji fêrbûna mihêtina heta bi vê çirkeyê hemûşkê ji tûrê dilê xwe daweşîne û li erdê bireşîne da ku çîl vede, şîn bibe û bibe ber û berhema jiyaneke li ber lûliya agirî, di nav kirasê gurî û pihêtan de karî bimîne.

Ewî sîtavk çandibûn vêga jî ew diçû da ku wan biçine.

Weke siyekê din av tîrêjên tavê de li asoyên sorgevezî û binevşî penîçav bû.

…û çû. 

Bu yazı toplam 4140 defa okunmuştur