Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Cur bi cur lîstikên AKP'ê

Cur bi cur lîstikên AKP'ê

Heke mirov pirsa bavê heqiyê bike tev lîstik di aliye emperyalîzmê û dagirkeriyê de gor dem û deqîqeyan çêdibin. An ku tev lîstik di xîmê berjewendîya wan de tên guherîn.

Lîstika emperyalîzm û sermayedarîyê ser karker, kedkar, gundî û xîzanan de tê kirin. Ê dagirkerî jî bi wê mînakê berdewam e û bi taybet ser gelan tê leyîzîn. Her du bi tifaqi û di yêk mexsedê de cih digirin. Tenê ew di xala yêkemîn de xwe bi xwîna wan re xwedî dike û gor armanca xwe jî berjewendîya xwe re kar dike. An ku sermaya xwe zede dike. A xala duyemîn de jî ji xwedî derketina kar û sermayê cida, ji bo xwedî derketina xîmê dewletê de jî cidahiyê diîne ortê.

Lewre lîstika emperyalîzmê ji bo karker, kedkar û bi tevahî polên mirovahihê xapîn in, razîn in û keda milên wan bimêjin û karê xwe zêde bikin de ye.

Ev wahe tê zanîn û ev di têkiliya emperyalîzmê de tiştik ne nû ye. Çimkî di makeqanuna emperyalîzmê de sermayedaran karê xwe ser xîmê dizi û talanê avakirîne. Keda milê karker, kedkar û gundîyan ji hev di dizin.

Dema kevtin tengaviyê, an jî xîmê ê hemberê wi hejiya, pişka mezin ji xwe re hildide û diziyên ê hemberê xwe aşkera dike. Di vê fersendê de dizîya xwe veşêre û a hemberê xwe jî aşkera dike û ewi berde nava xîzaniyê.

Lewre di bingeha berjewendîya wan de mirov, jîyana mirovi û xweza nik dile wan bi mînaka sîrekê ye. Tenî ew berjewendîya xwe de serbikevin, kar bikin an jî zêde bikin ji wan re ew girîng e. Ewan divê kedkar û karker xwedî risqê xwe ê rojê bin ku pêve nemirin û ji bo berjewendîya wan bixebitin bes e.

Kanûna sala 2013’ê diziyên dewleta Tirkiyeyê ên navbenda AKP’ê û Cemaetê de hati kirin derketin ortê. Rasti hemû kesê dizanî welat di aliye van her du şirêkên hikometê re tê talankirin, belê aşkera nedibû.Wekî me goti di emperyalîzmê de sermayedar dema diziya wan aşkera bû, ber pê hevrikê xwe dikolu ku ca karê xwe veşêre.

A dagirkeriyê jî di binyatê tev vî kari de, karê xwe di xîmê hebûna dewletê de çareser dike. An ku ew pişta xwe bi hebûna dewletê re rast dikin û ewan nevê dewlet zirarê bibine. Di vê sedemê de tev gelên nava wê dewletê de gor hêvîya wan divê girêdayî wan bibe.
Ji bo xîmê dewletê bigehînin deste xwe an ku têkoşîna vê îktîdara AKP’ê de cihê cemaetê derket holê û cemaetê jî diziyên hikometa AKP’ê aşkerakir.

Tê zanîn ku dîroka Tirkiyeyê de, ê dewlet şelandi, dizi, talan, qetlîam kiri heta îroj bihêle asta wezîran de tu kesê dest ji peywira xwe bernedaye. Wezîrên hikometa AKP’ê ev destberdana wezareta xwe de, ê dizi û talanek pir mezin kiri ku ji wezareta xwe re dest kêşan.
Hikometên Tirkiyeyê ji bo berdewamiya dizi, şelandin, talankirina gelên Tirkiyeyê qanun û makeqanun ji xwe re bi mînaka pêpelingên terecê bi kar anîn. Ev lîstika hikometên Tirkiyeyê ev sed sal e di rojevêde ye û roj bi roj lîstik gor hikometan tê guherîn. Hikometên Tirkiyeyê van lîstikan gor dil û dîtinên xwe nava gelan de diden xebatê.
Hikometên dewleta Tirkiyeyê bi taybet AKP jî hikometê danê pişt pişta xwe û lîstika di leyîze. Têkoşîna AKP’ê bi tevahi armanca xwe de xwedî derketina dewletê de xwe nîşê dide. Belê bi vê armacê de jî hindî bimîne an ku jîyana xwe dirêj bike û xwe bihêle îqtîdarê ji wan re kar e. Ji bo dizî û talankirina keda gelen, çewisandina ser kurdan zêde bike ew dê pêtir serfiraz bibin.

Em tev dizanin ku hikometa AKP’ê gor xwe, dewlet ji leşkeriyê xilaskir û zivirande dewleta polîsan. An ku parêstina hikometê tenê bi tehde lê kirina polîsan re dibe û dê vê wateyê de rejîma tehdekar li welat de avakir. Ji ber vê yêkê tehde lê kirin li ser xwendevana, karkeran, kedkaran, romanûs û rojnamevanan, a ji hemûyê zêde jî ser kurdan zêdekir.
Lîstika ser xwendewanên zanîngehan. Em dê bi mînaka her dem û her roj ji serhildanên xwendevanên zanîngehan ên demokratik bikîn. Tev cîhan dizane ku ev xwendevanên zanîngehan di xîme neheqiyên ser wan û ê ser gelên welat de têne kirin rasti wê têkoşîn didin. Hikometa AKP’ê ji bo kêmasiyên xwe veşêre nava xwendevanan de proveksîyonê derêxe û bi qoweta polis û xwendevanê rastgir re rahêlê. Sedem ji bo dizi û talana wan aşkera nebe, bala geli di den zanîngehan.

Di nava welat de saziyên demokratik ji bi xwedî derketiba mafê mirovan û neheqiya ser geli tê kirin, rasti dizi û talankirina welat heqê xwe ê herî demokratik di înin cih û dakevin meydana. Ev jî ji bo veşêrtina dizi û talana xwe, ji bo veşêrtina zilm û rikdariya xwe dibe ferzende û bi provaksîyonê re êrij dibe ser wan û mijara rojevê guherîn in.

Di TIR’an de çek û cebilxanê diben, ji bo neyarê kurdên Surîyeyê rêdikin û dema ew TIR hatin girtin jî bi lîstikên cida re penidikin û rojevê guherin. Bi vê wateyê “ev harîkariya dewletê ye ji Tirkmanan re diçe” dibêjin û geli xapînm in. Heke harîkariye, seba çi peni digirin û aşkera nakin carê hindirê TIR’ê de çi heye?

Demokrasîyê gor xwe şîrove dikin, ê gor şîroveya wan hizir neke gor wan neyar e û diêxin hepis û zîndana.

Heke em gelê tirk û kurd çi ji destê vê hikometa AKP’ê de dikêşin xal bi xal nivîsîn, dê mijara me pir direj bibe. Lewre bi rûpelên kaxizê têra nake. Di bêjîn ji bo welatek demokratik divê tev gelên tirk û kurd bibin tifaq û hemberî van talankerên welat û heqên xwe parêzin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10