Ümit Yazıcıoğlu

Ümit Yazıcıoğlu

Confédératîon

Confédératîon

Çendekî berî vê min di nivîseke xwe de qala federalîzmê kiribû û mebest ew bu ku ev nivîs dê taybetîya Kurdistana İraqê ya bin rêberiya serokê hêja Mesut Barzanî ve tê meşandin raxîsta ber çavan. Zaten ew nivîsa min bi Kurdî hatibu wergerandin û di Kurdistan TVyê bernameya bi navê “manşet” de saat 15an û li roja 26.12.2005an de hatibu guftugokirin.

Di vê nivîsa xwe de jî ezê pergala Konfederal bidim nasandin û cudatîya wê û federalîzmê ji we xwendekarên xwe re parvebikim. Wekî din sîyaseta rojevê û hilbijartinên sîyasî jî qasî partîyên din di rojeva tevgera sîyaseta Kurdan de ye.  Ji ber vê jî ezê bi çend hevokan qala pêşveçuyînên sîyaseta aktîv bikim.

“Konfederasyon (confédératîon)”, kêmasî bi endamiya du dewletên serbxwe ve mimkune pêk bê û li gorî mercekî ku divê her endam xweseriya xwe ya huquqî jî biparêzin, lê bi armancekê, bi taybetî jî xweparastina leşkerî û gelêrî, yekîtîyekê avadikin ku ev çarçove binavkirineke gelemperîye.[[1]]. Dema ku huquqa gelan bê dahurandin tê xuyanê ku ev pergal encax bi hevpeymaneke navneteweyî ve pêk tê [[2]]. Di pîvana ku bi hevpêymana navneteweyî ve konfederasyon hatibe avakirn de, roj bê, ji endaman yek li gorî hewcedarî û daxwaziya xwe dikare yekîtîyê veqete, ji ber ku, di pergala Konfederasyonê de „mafê veqetanê (droît de sécessîon)“ hîmê bingehîn e [[3]]. Dewletên ku Konfederasyonê pêk tînîn (bi gotineke din dewletên konfedere) him hêla têkiliyên hundir û him jî ên derve ve bi hiquqî serxwebuna xwe diparêzin û li ber vê pîvanê jî polîtîkayên xwe dimeşînin [[4]]. Ji bona vê yekê li gorî pîvanên hiquqa navneteweyî nemimkune ku Konfederasyon wekî dewletekê bê binavkirin [[5]]. Dîsa divê bê jibîrxistin ku di Konfederasyonê de kesanîya darazî (tûzel kîşîlîk) tune ye [[6]].

Ji ber van balkêşîyan divê ev rastî bê zanîn ku li gorî hiquqa netewan Konfederasyon, li ser dewletên konfedere nikare tu carî zorê bide û bike. Xeynî vê tenê sazîyeke Konfederasyonê heye û ew jî bi fransîzî wek „Dîète“ tê binavkirin ku Parlamento ye.

Di parlamentoya ku ez qal dikim de delegeyên dewletên konfedere hatine hilbijartin hene. Parlamentoya Dîète, serdanpê bi yekîtîya dengdayîna delegeyên dewletên konfedere biryar dide. Lê ev biryar yekser li ba dewletên konfedere derbas nabin û nakevin rojevê. Divê ev biryarên parlamentoya „Dîète“  piştre li ba her dewletên konfedere bê erêkirin û pejirandin[[7]].

Vê gavê di cîhanêde dewletên bi pergala Konfederalîzmê tên rêvebirin tune ne. Hêla Teorîya huquqî ve jî herdem dibe mijara guftugoyan. Ji ber van hincetan heke cudatîya navbera pergala Federasyon û Konfederasyonê bê dîyarkirin, bi kinayî ev tabloya jêr dê bibe alîkar[[8]]. Ez bawerim ku heke vê binêrin wê bi hêsanî mijarê li ber çavan raxîne.



Ez tenê mijara çarçoveya hiquqî çavkaniyan ve pêşkêş dikim. Şîrovekirina sîyasî jî ji we re dihêlim.

Bêşik van roja li Tirkiyeyê siyaset pir bi çalak e. Raya gel jî, partiyên sîyasî jî di meraqê de ne ku hilbijarên Tirkiyeyê dê pêş de çêbibin an an.  Ji ber tê zanîn ku, Serokwezîr Erdogan gotibu ku „Pirsgireka Kurd heye.“ Ji min ev gotina wî ya sala 2005an pir pêwîst bû û hê jî wisa ye. Çimkî ji 1923’an vir ve tu di heyameke Cumhurîyetê de gotineke weha nehatibu ser ziman. Weki vê mijarê di derheqa pirsgireka turbanê de jî gotinên balkêş dihanin ziman. Loma Erdogan xwe jî ji bo vê sîyasetê desteka raya gel digirt. Lê mixabin xwe heya dawiyê ranegirt û berxweneda. Jı ber hinek zordariyan zu çerx kir û xwe da pey gotinên berevaji ku ev pêvajo ji bo wî wê xetereyên mezin bîne.

Îro ez di wê baweriyê de me ku, divê Kurd bi sinc û ehlaqê xwe bifikirin û beşdarî sîyaseti bibin. Ew partiyên gorî zagonan hatine avakirin û xwe wekî parêzvanên Kurdan dihesibînîn divê di bin banekî de bên ba hev û bibine yek. Îhtîmalên derveyê vê didin xuyakirin ku di hilbijartinên 2007an de jî Kurdê wê derveyê parlamentoyê bimînîn. Heke bi konetî tevbigerin dikarin sala 2007an bibin hevkarê koalîsyonekê, an jî, ji derve ve hukumeteke desthilatdar lê xwedî hêzeke hindik destek bikin û daxwaziyên xwe jî bidine kirin.

TÊBINÎ: [wergêra tirkî bo kurdî ji bal dissertant Mag. Ahmet Pelda hatiye kirin. Ez sipasî wî dikim.] 12 .05. 2006 Berlin.

YAZININ TÜKÇESİNİ OKUMAK İÇİN TIKLAYIN...

www.yazicioglu.de
[email protected]



[1] Akîpek, op. cît., c.ÎÎ, s.99-100; Kubali, op. cît., s.67.
[2] Cadart, op. cît., c.Î, s.69; Êzçelîk, op. cît., c.Î, s.167.
[3] Êzçelîk, op. cît., c.Î, s.167.
[4] Akîpek, op. cît., c.ÎÎ, s.100; Arsel, Anayasa Hukuku, op. cît., s.32.
[5]  Îbîd.
[6] Êzçelîk, op. cît., c.Î, s.165.
[7] Cadart, op. cît., s.69; Cadoux, op. cît., s.57; Arsel, Anayasa Hukuku, op. cît., s.32-33; Êzçelîk, op. cît., s.166-167. Kemal Gêzler,  Anayasa Hukukuna Gîrîş
[8] Uygun, Federal Devlet, op. cît., s.176-182; Cadart, op. cît., c.Î, s.90-91;  Vedel, op. cît., s.110; Chantebout, op. cît., s.67-68; Esmeîn, op. cît., c.Î, s.7-8; Êzçelîk, op. cît., c.Î, s.169-171; Kubali, op. cît., s.67-69;  Arsel, Anayasa Hukuku,op. cît., s.35., Yazicioğlu, Ûmît, Dîe Dynamîk în der Europäîschen Unîon, Der Ander Verlag, 2003

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Ümit Yazıcıoğlu Arşivi