Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Colemêrg û Stenbol

Colemêrg û Stenbol

Di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin ku mirov liser axa hati dinyayê de peşiman bibe. Ne bawer nakim dinava tu gelan de mirovek hebe ku “ez peşimanim ku ser vê axê hatim dinê” bibêj e.

Carek dî dê pişt baweriya xwe de xwe veşêrim û bêjim. Tu mirov peşimanê ser axa xwe a hati dinyayê nîn e û tev mirovahi bi jiyana ser axa xwe re serfiraz e.

Tiştê bi rih, bihatina xwe a dinyayê re dibendewarîya jîyanek azad û serbixweye. Divê di jîyana wi de serfirazi, serkeftin, dilşadi, kêfxweşi û bihizûri be. Ne bi xwe ne jî biwelatiyên xwe re bêrûmeti nebe. An ku bêrûmeti nehê dîtin. Hez dike biheval, cînar, welatiyê xwe re, gelên cînar û cîhanê re biaşti û birati demên xwe biborîn e.

Nehemi belê nîv colemêrgîyan zêde peşiman in ku li Colemêrgê hati dinyayê. Belê nîv Colemêrgîyan jorve ji wan mirovan in ên peşiman bûyî ku ser axa xwe hati dinyayê.

Belê em Colemêrgî!

Dema livêxwezayê me çavên xwe vekiri dayikên me “hişt dê cendirma bên te, cendirme were guhê vî/vê zaroki jêbike, hişt dê se, dahbe (gur, hirç, beraz Hwd.) bê te, hişt dê polîs te bigirin û têkin girtigehê” digotin me.

Ji vê cida, mirovên Colemêrgê dinava psîkolojîyek herî aloze û hizirên tevlihev de dijîn. Lewre Colemêrgî her dem di bin bandora germahiya şer de û rû bi rûyê mirovên navçav girê, sahr û gef lê xwarin de dijîn. Di bin bandora panzer, tefeng, bonbayan de, gaza mirovkuj de dijîn.  

Carekê hêj em zarok biharikariya dayikên me re em tirsok mezin bûn. Ew têri nekir dema em bûn şeş heft sali leşkeran (cendirman) kolan bi kolan rahêlan me. Piştî rahêlana leşkeran polîsan jî jîyan pêş çavên me kiribûn jahri.

Lewre tirs mirovi ji mirovahiyê derêxe.

Di vê navê de em temaşeyî profîla zarokên Colemêrgê ên pêşîya sala 1970-80’yê de hati dinyayê çi bêjîn? Dişên vê mînakê de bêjîn ku, di vê profîlê de ciwanên Colemêrgê bizdonek, tirsok, ji xwe re bêbaweri/nebaweri, şermok û hwd. kêmasiyan de mezin bûn. Ji vê sedemê de jî rasti ciwanê bîyanîya neşiya xwe îfade bike. Beşdarbûnê de ji bîyanîya re paşve man û navbeyna hevalitiya xwe de man.

Mirovê di bin siha van kêmasiyên xwe de mezin bibe, xwe bêtaqet, bêqowet dibîne. Wekî nîgaş, raman û hişên wi girêdayî, we xwe bêçare dibîne.

Bila tu kes tu vira bernede. Lewre berfireyiyê de mirov şaşî û kêmasiyên xwe veşêr e, an jî înkar kirin dike. Belê tengaviyê û dibin gijiloka zilmê de mirov lanet dide ku ser wê axê hatiye dinyayê. Ên dawiyê û ên nehe di bin îşkenceyan de borî û diborin xwe peşiman dibînin ku ser wê axê hati dinyayê. Di wê dema îşkenceyê de jîyan pêş çavê mirovi dibe ziqim û jahr.  

Werin em daxuyanîya van hişên xwe bikîn ku tu kes nebêje hişên bêdem ji kû hatin. Ez di vê nêzik de çûm Stenbolê. A min libajêrê Stenbolê bi çavên xwe dîti evin.

Ên Stenbolê dijîn pêşî bêjim dilşad in. An ko dilşadi ji rûyê wan diherike. Hemûyan baweri bixwe heye û serbilind in. Hemû bihizûr in û hez jînê dikin. Temaşe nakin ku dê sibê çi bê serê me, bibaweri temaşeyê dahatûya xwe dikin. Jîn ji wan re pîrozwer e. Di wê sedemê de bawerder re girêdayî jînê bûne.

Nabêjim ko çu xem û kulê dilê wan çu nîn e. Tev kul û xemên wan a aborî ye. Belê a me Colemêrgîya netenê a aborîye a me a tev mezin a azadîya me bixwe ye.  

Colemêrgî “ne xema min e ne dema min, qirçe qirça benîştê min dibêjin. Ji mirovê Stenbolê re ev gotine cihekî girîng digir e. Ew ne xema xwe de nin, ne jî xema tu kesê de.

Ev jî tê çav ko dema welatiyê li Stenbolê dijî bîstuçar demjimêra diherike, belê dema welatiyê Colemêrgê sekinîye.

Tiştik herî balkêş jî meha remezanê û girtina rojiyan de kevte pêş çav. Bawerbikin ji Stenbolê re meha remezanê çu nîn e. Lewre mirovê heft sali heta heftê sali rojiyên xwe dixwen. Sûk û kolanên Stenbolê bi mirovên rojixwer re tijine. Evê rojixwarina Stenbolîyan bi tev Stenbolîyan re nahê gotin, belê ên min dîti hemû rojixwer bûn.

Belê Colemêrgê mirovê rojiya xwe bixwe jî di pişt heftê çarşef û kuncikan de bixwe. Roji xwarin qedexe ye û ê rojiya xwe bixwe gunehkar e.

Ev jî tê vê wateyê meha remezanê tenê ji Colemêrgîyan re hatiye û girtina rojiyan jî parwanê wan e.

Xema hemişkê girantir hindik bêaqilê tirki di bin xîveta oli de cudahiyê diêxin navbenda tirk û kurdi.  

Ez nabêjim xwezi ez ser axek azad hatibam dinyayê, dibêjim xwezi ez ser axa xwe azad hatibam dinyayê. Min tu hewceyî jîyanek azad a ser axa tu kesê nîn e.

Rastiyê aşkera bêjim, we nîn e? Min Stenbolê mirov dîtin we azad û kêfxweş, min ji mirovbûna xwe re şerm kir.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10