Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Çîroka yên li dû winda û bêseroşûnan mane

Çîroka yên li dû winda û bêseroşûnan mane

Heko heyetek diçe derekî
Ji bo gora Leşkerê Winda
Tacegulekê ligel xwe dibe
Sibêroj heke
Bête welatê min jî heyetek wiha
Bipirse ji min “Kanê gora Leşkerê Winda“
Dibê’m “Ezbenî
Li kêleka her cuhê
Li ser doşka her mizgeftê
Li ber deriyê her malê
Her derê
Her şikeftê
Li ser tahtê her çiyayî
Li bin siya her baxî
Li Kurdistan
Li ser her buhosta axê
Li bin her gazê ezman
Şerm meke
Hema serê xwe daxe û
Deyne tacegula xwe

Evdila Peşêw 

Ev çîroka bêseroşûnkiriyekî ye.  Ewên çavên wan bi rê û dergehan ve mane hilawîstî, ewên xewa şevê lê bûye keser, ewên her roj bîskekê mirîn… Ewên hêviyên wan di devê qoncalên riyan de hatin kuştin, berzekirin, nepedîkirin û bêserşûnkirin…

De kerem kin çîroka Zîna piştî salan kiloxê bavê wê li Navdêz /İçkaleya Diyarbekirê bi kolandineke tesadifî hatiye dîtin. Ma hûn zanin, çend çîrokên wisa nîvîremayî hene!?

---

Du dil hebûn. Berî bi salan ha! Van du dilan, wekî av û axê ji hev hez dikir, bê hev nedikarîn tew saetekê jî li cihê xwe bitebitin. Evîna wan a li keviyeke vî bajarê mezin, di nav wan xaniyên kuçeteng de bûyî xweziyeke ber dilê her kesî, welê mezin bû ku gava mirovan ew li ba hev didîtin, hema dixwest li wan temaşe bikin hindî hin ji hev dibariyan û layiq û hêjayî hev bûn. Bifikire, fesad û ewanan ji ber vê evîna mezin ji fesadkariya xwe şerm dikir û gava çav bi wan diketin, dilê wan ê evîn tê de sar û vemirî dibû êtûn û bo çendekê be jî rojiya fesadiyê digirtin û Bekotî li xwe heram dikir.

Bakêş e, berevajî esfaneyên evîniyê çi kes nekete navbera van her du dilên nazik û çi kes nebû rêgir li ber vê eşq û evîna Beko dianîn îmanê. Zêde neborî, malbatên wan jî gotina xwe kire yek û mirada zarokên xwe bi cî anî. Daweteke wisa hate gerandin, li taxa kuçeteng a keviya Tîjê, çi kes nemabû ku bi reqs û dîlanê kurmê xwe nedaweşandî û keserên xwe venekuştî…

Vêca, li karê felekê binêre, piştî vê zewaca bidil a binavûdeng, sal çûn ku xwedê çi zêdeyî li dû vana nexistin lê ligel wê jî, ji bo çendekê be jî, çu carê dilê wan li hev sar nebû û hêviya wan venemirî.

Bi vê hêviyê, gelek caran çûne ser dixtor û hekîman, heta dergehê şêx û mişaêxan jî li ber xwe venehêlan û bo mirazê çûne her derazingê.

Paşî rojekê ji rojan, Xwedê kir û evdan bawerî pê kir, welê çêbû ku dixtor di encama utrasyonê de mizgîniya ducaniyê da û ji bo ku bizanibin ka zarokê wan keç e an kur e, rojeke civanê da wan.

Erê xuço, berendama dayiktiyê ew roj bi dilekî çargopal dipa û çavên wê di derî ve diqerimîn. Mêrê wê, wan rojan ji her demê zûtir dihate malê û ji bo destê hevdila xwe ji ava germ nexe ava sar, wekî perwaneyê li dorê digeriya û bi ken digot, “Têjikê şêran jî her şêr in, xanim, diniqute dilê min ku dê zarokê me kur be; Heke kur be ez ê navê wî bikim Mem, heke keç be tu bike Zîn, çimkî ez û tu Mem û Zînên serdema xwe ne û bi miradê hasil bûne.” Jina wî xwe bi naziyan datanî û digotê, “Ehd û soza Xwedê be, heke kur be dê Mem, keç be dê Zîn be lê li ber dilê min fal e ku dê keç be û wekî dayika xwe çavreş û çavbelek be!” paşê hevdu hembêz dikirin û mêrê wê destê xwe li ser zikê jina xwe digerand û digot, “Kanî kurê kerî xwe di ku derê de veşartiye!” û hêj hingê çend stran bi serî de distra. 

Xuço gorî, êdî roja utrasyonê hatibû. Piştî taştê wan ê rast berê xwe bidaya Nexweşxaneya Tîjê ya Zarok û Jinan û dê biçûna seh bikira ka zayenda zarokê wan çi ye. Dirêj nakim, lê hêj taştê li erdê ye, dibe ringeringa derî û gava jina malê derî vedike, çar kesên biyanî ên cilên sivîl lê, kuxekuxa laserkên wan ku xwe wek polîs didin nasîn, dibêjin, “Ka mêrê malê bila heta navendê bi me re bê, piçek karê me pê heye.” Ew jî bi zikekî nîvtêr nîvbirçî radibe, li çavên jina xwe dinêre, nizane çima lê rondikek ji ser sûretê wî gêr dibe û bi girnijîneke sar dibêjê, “Ronîka her du çavên min, li benda min be, ez ê heta saetekê gelek gelek du saetan bêm. Ma me du saet bi derengî kurê xwe dît, çi ye… Ez ê bêm û serê xwe daqulî ber xwe dike û li navbera du kesên wekî dêwan de li otomobileke spî ya bi marke toros, li kursiya paşê tê siwarkirin, yek li aliyê wî yê rastê, yek yê çepê siwar dibe û wî dibin. Otomobîl zû di kuçeyên teng de winda dibe. Dayika ducanî jî vedigere hundir lê dike nake pariyek dî di gewriya wê re naçe xwarê. Çavên wê bi deriyê taq ê nîvvekirî ve dimînine hilawîstî.

Xuço gorî, ew roj ne wek salekê belkî wekî esrekê dirêj hat bi wê jinikê; Çav bi derî ve qerimî, ne dengek tê, ne jî pêjnek. Hawara xwe bibe kê, ew jî nizane. Welhasil roj diçe, dibe şev, şev dîsa dibe roj, dîsa dibe şev… Meh kevin dibin, sal didin pey… Çavê wê hê jî bi derî ve ne û guhê wê lê ye, mêrê wê bê da ku cinsiyeta zaroka xwe ya ku êdî dest bi dibistanê kiriye û ji ber ku nikare bide xwendin daye şevewara dewletê, fêr bibin; Heke kur be Mem, heke keç Zîn… Zîn a ku ji wê rojê ve ye, her roj, her kêlî ev bendewariya diya xwe di zikê wê de jî guhdarî kir û tim bi kesera bavê dê bo utrasyonê vegere, pê re dijî.

Êdî Zîna ku bavê xwe qet nedîtiye û tenê dayikeke bi malkambaxî û dilşewitiya wê ew mezin kirî, bi wê keserê kul li dilê wê nijinîn.

Xuço, paşê ew keçika ku wekî dayika wê çavê wê tim li derî, tenê wek bav dê fotoyeke reş û spî hembêz bikira ku tê de yekî bejinzirav, porxelek û kenekî hingvînî li ser lêva di bin simbêlên zirav de şikestî bidîta û tim û tim dê di xewnên xwe de bidîta ku derî vedibe û ew zilamê di fotoyê reş û spî de tê malê. Ew jî bi bezebez ber ve biçûya û xwe tê werkiriya lê hingê dê çavên xwe vekirana ku her tişt tenê xewneke xweş e.

Paşê wê Zîna biçûk bixwenda û vê carê jî pê bihesiya ku li vî welatî bi hezaran kes wekî bavê wê bêseroşûn bûne û niha lişûnmayîyên wan ên nîvsax nîvmirî li hestiyên wan digerin.

-Tu kîjan bihosta vê axê gava xwe biavêjiyê hestî jê hiltavêjin!

Ev tenê empatiyeke biçûk bû, vêca kî dizane ka ew şev û rojên bendemanê çendî dirêj û bêeman e. Ez bawer nakim, çi ziman bişên vê bibêjin!

Ji bo ku dawîn li vê trajediyê bê, divê her kes ya dikeve ser milan texsîr meke! 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi