Silêman Feqiyanî

Çîroka Rojev de

02 Haziran 2010 Çarşamba 14:25

Heval û hogirên hêja. Ji min biborîn in. Aha di vê demê de çîroka di rojevê de hat bîra min û ez jî bi destûra we de dê wê çîrokê ji we re bibêjim/binivîsim. 

Belê; di bêjin carekî li cara, rehmet dayik û bavê guhdara/xwendevana, guhdariyê bidin piling û şêr a.

Di bêjin welatek hebû di hindirê xwe de lêdan, kuştin, windakirin, talan, şelandin, dizi, hîzi hewandin. Bi kurtasiya gotinê de di hindirê wi welati de têkiliyên mafê mirova tevlihev bibû û binyatê demokrasiyê qelandi bû. An ku demokrasî bi gotin û nav re hebû, aliyê dî de tu demokrasî çune bû.

Herê di vê demokrasîyê de xwîndari, kirêti, komên mafyayê, ên ergenekonê, ên jîtemê, ên Susurluk û nevçeya Şemzînan a girêdayî Colemêrgê wek babelîskê zêde di bûn.

Belê; welat di hemû aliya de tevlihev bibû di wê nevbeynê de welatiyek di bin baranparêza oli de derket ortê. Ew welatî bû; ji welat re xwe di bin baranparêza oli de ji bona serkevtina welati xwe wekî hewcetîya tavê. An ku wekî hewcetîya hewa, wekî hewcetîya av û xwarinê îna ziman. Dawiya van çîroçepa de jî gel xapand û bû lehengê (qehremanê) gel i.

Tu îza ji bona bibe leheng re nekêşa û di rêka wê lehengîya xwe de jî bû serokwezîr ê welat. Ev serokwezîrê leheng bin navê ol a misilmaniyê de, hindirê welatê xwede û di welatên jiderve de nav û dengê xwe belav kir. 

Ji bûna serokwezîrîyê re giheşti bû armanca xwe û gotinên ji gela re goti hemû di navbeyna demek kurt de ji bîr kirin.

Herê dawiya hind çîroçepa heft sal e seokwezîrê vi welati ye. Bi gotina ziman re hind sanahi nîne, heft sal demekî herî pir e. 

Guhdarên/xwandevanên nazdar nebêjin çawa. Lewre ev ji têkiliyên wi de derket ku gotin û kirina wi ne wek hev in.

Belê; camêri zendên xwe vedan û ji bona serkeftina welat xebitî. Hêvîya min ew e ku gor çîroka rojevê, xebatên wi ên welat de û ên herî girîng ji we re bibêjim/binivîsim.

Di xala yekemîn de karker û xebatkar, kedkar û rêncber bi kurtisiya gotinê gelên vî welati êxistina nava xîzaniyê û kirin xazxazok.

Aliyê dî jî ew bukelemonên rexên wi wekî wi di bin baranparêza oli de welat şelandin bi pareyen ra leyîstin.

Evi serokwezîri bi vê rêvebirina xwe ve kedkar, karker, rêncber û gundî dixîzaniyê de xendiqandin û hewceyî pari yê nani kir.

Belê ez xolam ser i, çîroka me berdewam e. Ev çîrok e bila we bê zanîn, em jî direwînê rojeva welati ne.

Belê; xala duyemînê da jî demokrasî hembêz kir û rojekî ji rojan di rêwîtîya welatê Uris de got “heke hûn peyva kurdi hizir nekin kurd jî çunîn in” û înkara kurdan kir. Gor dilê wi welat dinava baxûbostan de ye û tu pirsgirêkên welatiya çunîn e.

Êê. Ev serokwezîre leheng e. Di bin baranparêza oli de dê demokrasiya welat re çawa xwedî derkeve. Di welat de çawa xwedî mafê mirova bibe. Dê welat bi gul û beybuna, sosin û nêrgiza an ku dê bikulîlka re çawa xemlîn e. Belê; gel ên welat dizanin carê çend rûvi dinava mêjîyê wi de reqisin/gêrê dikin.

Gelî heval û hogiran her we rojan rahêla rojan, mehan rahêla mehan û salan rahêla salan hizir û hişên nava mêjîyê serokwezîr de pêtir zelal bûn.

Xweşmêr ê serokwezîri rojek jî hat, ji gel re bang da. Bi gotina yek ala, yek welat, yek gel û yek ziman re, gelê xwedîyê vî welati re rêka jiderve welat nîşê da. Bi vi gotina wi re çendî ji kurdan re hez dike hate dîtin. Belê bawerim kurd jî dizanin axaftina wi û hizirên wi wekî mişk û mara rahêlin hev.

Aliyekê navbenda gelên welat de xîmeyê biratiyê dê danê, aliyê dî de jî jin jî be, zarok jî be, ciwan jî be, pîrekal jî be lêxin, tu cudahiyê nedinê, di bêj e. Tê dîtin ku van hişên xwe re xîmeyê biratiya kurd û tirka danê ser cemeda şîn.

Belê; guhdarno/xwendekarno rojê pênc cara diçe mizgevtê nimêj dike û destên xwe jêlil radike hêvîya ji Xwedê xwe dixwaze.

Belê kifş e ku di ola wi de kuştina zarokên 5-18 sali pîrozwer e. An ku kuştina mirova gor wi û gor ola wi pîrozwer e.

Gor hizir û ola lehengê me zarokê 5-18 sali tim bi tim berdewamiya deka (entrîqa) re, ji sedema avêtina kevira re bi sed salan re bibêxin girtigeha, mirovî ye. 

Guhdarno/xwendewarno çîroka me a rojevê de berdewam e. Bawer bikin em jî direwînê rojevê ne.

Ev hinde sal û zeman e kurd di xewa xwe a şirîn de raketi bûn. Belê vê dawiya sedsaliyê de bi milyonan re rijîyan kolanan û bi têkoşînek herî girîng re xwedî xwe derkevtin. Ev têkoşîna kurdan a demokratîk kifş e ku serokwezîr tirsand, serokwezîr hilhejand.
Serokwezîrê leheng jî, rûviyên nava hiş û mêjîyê xwe de carek dî rakirin reqasê, ji bona xapandina kurdan çîraçepên cida danan ortê.

Û got.

Ez ji çareseriya pirsgirêka kurdan re amade me û hindik axaftinên ku kurdan pê re xapînî gotin. Heta wê rojê di wî welati de tu kes bi wan peyvên nebawer re nehatibû kurdan. Rasti kurdan jî tu baweriya xwe neda serokwezîrê wi welati.

Lewra kurd jî pêşîya rûvîyên nava mêjîyê wi de çûn û rasti kurda dît çi di nava hişên wi de di bore. Bi gotinek cuda re kurd zû hayil dekên wi bûn.

Lewra aliyekê biserdevkî re ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan dixebitî, aliyê dî de jî kom bi kom kurd têkirin girtigeha û agirê şeri pêtir vêxist. Dîroka komara tirki de desthilata (îktîdara) vî leheng de zora xwe dan ser kurdan, desthilata vî xweşmêr de bizêdehî tehdayî li kurdan hate kirin, bizêdehî  kurd kevtin bin zulm û zordariyê, bi zêdehî kurd hatin girtin û kuştin.

Aliyekê binpêkirina mafê mirova ser kurdan berdewam dike, aliyê dî de jî pivyê ye makeqanunê gor berjewendê (menfeet) xwe guher e. 

Di vê çarçovê de xwest ku gor dilê xwe hindik xalên makeqanunê guher e. Me got, ne gori berjewenda geli, gor berjewanda xwe xalên makeqanunê guher î. Temaşeyî partiya kir û temaşeyî kurdan kir tu rexgirên wi çune bûn. Di armanca wi a yekemîn de çavê wi lê bû ku gelên Tirkiyeyê xapîn e. Dît ku tu alikarê wi nîn in.

Carek dî xwe hewceyî rûvîyê nava mêjîyê xwe kir. Rûvi rê nîşê da û gotê. Tu xala heştemînê dernêxe û bi wê hêcetê êrijê bibe ser BDPê. Lewra en zêde partiyên kurdan tên girtin. Nederketina xala heştemînê bila bikevî stûyê patriya kurdan. Di vê wêneyê de jî BDPê bi peyv û hevoka re bide ber gijilok ê, bala kurdan bikêşe ser wê. Bila sucdarê derneketina xala heştemîn ê BDP be. 

Ewi jî gor hişên rûviyê xwe rê çû û xala heştemînê dernexist. Lewra xala heştemînê jî a girtina partiya bû. Û her dem partiya kurdan rasti vê xalê de tê mexdur kirin. Di wê sedemê de partiya kurdan rasti kurdan kir sucdar.

Belê ez vê jî bêjim ew dê di van hizirên xwe de xendiqin. Lewra kurd guhdariya van çîraçepên wi nake di zane ku ewan bi zanayi ev xale dernexistin e.

Dawiya vê çîrokê de dan min sê sêv. Ji wan sêva jî yek ji min re, yek ji çîrokbêj re ya sêyemînê jî dane Silêman.

Em giheştin dawiya çîroka xwe a vê rojev ê. Heta çîrokek a rojevek dî bimînin xêr û xweşîyê de.    

Bu yazı toplam 6265 defa okunmuştur