Omer Dilsoz

Cîranê ermen, Arınç û kurmê şîrî

23 Aralık 2011 Cuma 13:38

Ron û aşkere ye ku îro têkiliyên Tirkiye û Ewropayê bi taybetî piştî ku li Parlamentoya Fransayê biryar hate girtin ku “mandelkirina komkujiya Ermenan sûc e” ber bi qonaxeke nûtir ve ye.

Trêna Tirkiyeyê ku berê wê li stasyona Yekitiya Ewropayê bû, bi vê pêşveçûnê sendirî. Jixwe ev demek e hin dewletên Ewropî bi krîzên aborî di gêjevankê de ne, vê yekê ji xwe dudilîyeke sar xistibû dilê Tirkan.

Têkiliyên siyaseta dinyayê li ser hevseng û hevkêşeyên gelekî ecêb digere.

Ewropa, ji bo balansa Tirkiyeyê karta Ermenî di destê xwe de digire. Kengî Tirkiye ji berjewendiyên wê hinekî biwêdetir diçe, bi vê kartê dixwaze hevsarê Tirkiyeyê di destê xwe de bihêle. Nexwe wekî tê îdiakirin, “sala 1915ê bi destê Îttakî Terrakîyan nêzî milyonek (1 milyon) ermen hatine qirkirin”, qet û qet xema Ewropayê nîne.

Ermen, cîranê  devê derî yên me kurdan in. Hetta niha gelek Ermenên nava me xwe wek Kurd didine nasîn û xwe di nav me de vedişêrin. Bi rastî mirov nikare bêje ku salên –bi gotina bapîrên me- “Nefîâma Fileyan” me cîrantiyeke baş kiriye. Hetta gelek kalikên me li gel Tirkan Ermenî kuştine, eve ji bo me rûreşiyeke mezin e. Wek kurd ez bawer dikim, hemû bizav û serkêşên van bizavan li van rastiyên dilêş û diltezîn dibine xwedan û lêborînê ji xelkê Ermen dixwazin jî.

Herçend kurd di vê meseleyê de tenê “pîyon” bûn jî, dîsa jî piyonî û taşeronî yanî paletiya wisa bi çavtarîkî tê kirin jî, paletiyeke kirêt e û ew pale sûcdar û şemizar e.

Kurd gihîştine vê serfiraziyê/dilpakiyê ku li xeletiyên xwe danin û kêmasiya xwe qebûl bikin. Kurd êdî xwedan felsefeyeke jiyanê ne ku tê de bi hemû xelk û milletan re bijîn û bi awayekî însanî vê dinyayê parve bikin.               

Li aliyê dîtir, wekî em gelek caran pê dizanin, di kevnetora siyaseta Tirkan de heye ku kengî navbera wan û xelkê tal bibe, hawara xwe tînin ber dergehê me kurdan û bi lêb û lûtî, bi dek û dolabî dixwazin me li nik xwe bihêlin û bi vî awayî bi ser hevrikên xwe de diçin.

Xuya ye, ji ber vê yasaya li Parlamentoya Fransayê hate qebûlkirin, bêhn li Tirkiyeyê çikiya. Çimkî dewleta Komara Tirkiyeyê li ser binemayê Reform û Ronesansên Laîzma Fransayê ava bûye û wek model-dewlet jî Modêla Dewleta Unîter a Fransayê ji xwe re girtiye û bi vê wateyê, Modêla Fransî hem bav hem jî dayika Kemalîzma Tirkiyeyê ye.

Ew baş dizanin ku tişta ji aliyê Fransayê li wan bête pesartin, wekî emrê dayikê yê li zarokê xwe ye.

Vêca piştî vê gola ku ji Fransayê xwarî, niha Tirkiyeyê li ber e, bi hin qewl û gotinan Kurdên ku niha pê re di nav şerî de ne bîne ber perrên xwe û Kurdan dîsa bixapîne.

Rola vê senaryoyê jî daye Cîgirê Serokwezîr Bulent Arınç.

Çimkî di nav kabîna Erdoganî de xatîbê herî baş, şanogerê herî serkeftî, şelafê herî zarşirîn, Arınc e. Ew, heke hewce bike dê rondikan jî bi ser de bike da ku rola xwe bi serkeftî pêk bîne.

 Ango,

Kurmê şîrî heta pîrî

Ev siyaseta “serxurandin û bindirrandinê” ye, divê Kurd zû bi zû wekî “kela nîskê” xwe neavêjin meydanê. Divê piştperdeya van gotinan gelekî baş bipîvin.  

Bo ku Kurd bikaribin vê yekê bikin jî diviya siyaseta kurd a legal xwedan vizyoneke berfirehtir be.

Madem siyaset welê ye, divê vê carê aliyê KURD garantiya nasnameya gelê kurd di Qanûna Bingehîn de bide qebûlkirin.

Mafên kultûrî û siyasî yên xelkê kurd diviya di bin garantiya makeqanûnê de bin.

Piştî hingê Kurd dikarin ji Dewleta Tirk re bêjin, “Erê cîran, em cîranên hev in, hewceyî agir û xwêya hev in. Ev dinya, ev welat têra me hemûyan dike. De ka were rûne, em qelûnekê- nargîle jî dibe- bi hev re bikêşin:==))” 

Ma we go çi?!    

Bu yazı toplam 3088 defa okunmuştur