Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Çima çima çima?

Çima çima çima?

Siyaset erka peydakirin ‘rê’ û ‘çarerêyan e’; gava giriftek di civakê de hebe, erka siyasetê wê giriftê vedike û çareyê jê re tîne. Karê wê ew e û xelk jî ji bo wê rey û dengê xwe didê, lê were binêre, li welatekê me, siyaset ji roja hevroj ji vekirina rê bêhtir, ew bi xwe ‘girift’ e, ‘girê’ ye,  û ew bi xwe dibe sedema kaos û aloziyê.

Pirsa kurd, ev zêdetirê çaryêka sedeyekê ye, li bakurê Kurdistanê li ser du stûnan hebûna xwe dimeşîne: stûna siyasî û stûna çekdarî; Hêjayî gotinê ye, stûna çekdarî bara bêhtir ji bo meydanê li stûna siyasî veke û riya siyaseteke demokratîk bête meşandin, demekê giraniya barê xwe ji stûna siyasî re hişt.

7ê Hezîrana 2015an di meydana siyasetê de kurdên Bakur di bin banê HDPê de qederek deng wergirtin û li Bakurê Kurdistanê bi piştgiriyeke xurt nîrê temsîliyê girte destê xwe.

Xelkê çima reya xwe dabû siyasetê:

-Ji bo cenazeyên zarokên wan neyên

-Ji bo êdî dengê çekan nebihîzin

-Ji bo heqaret û dijûn, sisvikdîtin lê nebe

-Ji bo wek ‘insan’ li ser warê xwe û li mala xwe: gund û bajarê xwe bi rehetî jiyana xwe bidomînin

-Ji bo mirovên wan ên zindanê bêne berdan

-Ji bo kur, keç, bira û xwişkên wan ên li çiyê daketin û vegerin malê

-Ji bo jiyan normal bike û li ser warê xwe, bi aşê xwe zarokên xwe têr bikin

-Ji bo ziman û dengê wan bilind be

-Ji bo neyêne kuştin… 

Mirov dikare van “ji bo”yan gelekî dirêj bike, lê di encamê de çi bû?

HDP bi 80 parlamenteran ket Meclisa Tirkan, me hemûyan reyên xwe danê û kêfa me hat, me got, êdî erka siyasetê dê bi siyaseteke serkeftî û jîrane vê doza me bi rêyên siyasî ‘hel’ bike, lê hê serî ‘riya siyasetê xitimî’ hat xitimandin: Di siyasetê de çênabe mirov bi rik û kîn tevgere, çênabe mirov bi gotinên dema propagandayê piştî hilbijartinê jî heman ton û tûjiyê bidomîne, ev amatûrî bû…

Siyaset, cihê afirandin û peydakirina çareyan e, ne yê rikçûn û riksiwarbûnê…

Kî çi bibêje bila bêje, bêkêriya siyasiyan ev tablo çêkir… Îja hilbijartin tê nûkirin, gerçî ew jî bawer nakim, bihêlin hilbijartinek normal çêbe, ihtimal heye, tiştekî de fakto çêbe; AKP niha lê dixebite ku HDPê daxîne ji sedî 11an û MHPê jî di bin bendê de bihêle.  Pê re jî serdema “Sultan Tayîp” dest pê bike.

Ez bim, divê siyaseta kurd zêde angajeyî vê polemîgê siyaseta xwe nemeşîne, doza milettê kurd ji “bûn” û “nebûna sultaniya Tayîp” mezintir û giringtir e. Divê silematî û pêşketina miletê Kurdistanê bide pêşiya her tiştî û bi siyaseteke “makyawelîst” bo hemû bazaran deriyê xwe bihêle vekirî… Xelk wisa siyasetê dikin, bes ber bayê Çepên Tirkan bikevin, bess! 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi