İbrahim Genç

İbrahim Genç

Çibkim Ku Qewî Kesad e Bazara Kurdî

Çibkim Ku Qewî Kesad e Bazara Kurdî

Mîr Celadet Elî Bedirxan hejmara yekemîn a kovara Hawarê bi tîpên Latînî di 15ê Gulanê 1932yan de li Şamê paytexta Surîyê weşand. Piştra jî rêhevalên wî Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Kamûran Bedirxan pişt dan Hawarê û “Ekola Hawarê” derkete holê. Bi riya Hawarê gilî û gazindên kurdan dengdan li ser axa kurdan. Ev dengê ku ji Şamê bilind bû gihîşt çar parçeyên Kurdistanê. Ji ber vê yekê ji sala 2006an vir de navbera 15 û 22yê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Îsal jî bi munasebeta vê roja girîng li gelek deveran curbicur çalakî û panel hatin li dar xistin. Çimkî ji bo ku ciwanên kurd hişyar bibin û di nav gel de pêşdarazî xelas bibe xebatên ser zimanzanî gelek girîng in.

Jixwe gelên ku girîngiya zimanê xwe fêmkirin di nav cîhanê de bûn xwediyê rêzdariyek e. Çimkî ziman ne tenê ji bo ku du kes bi hev re biaxime û hev fêm bike. Ziman kesayet e. Wijdan, rûmet, jiyan û hebûn bi tenê bi zimên tê afirandin û parastin. Tu çi bikî çi nekî nikarî wan kesên ku zimanê xwe parastî tune bikî. Lê eger ziman ji dest biçe wê demê kesayet û welat jî winda dibe. Bi riya parastina zimên mirov dikare li dijî dagirkeran têbikoşe. ji ber vê yekê ez karim bibêjim ku çeka tewr mezin ziman e. Çimkî ziman raman û dilê gelan e.

Lewma jî li ser meseleya zimanê kurdî Hacî Qadirê Koyî pir tund diaxife û dibêje “Eger kurdek bi zimanê bavê xwe nizanibe muheqeq diya wî hîz (qehp) e û bavê wî jî zînakar e”. Her wiha pêxemberê me hezretî Mihemmed ( s.a.v) jî di Xûtbeya xatir xwestinê de dibêje Kesê ji xeynî neseba bavê xwe, rika nesebekî din bike, ew bênijad û bê bav e. Xezeb û xeşma xwedê, laneta arşîyan û tevên bawermenda li ser wan be.” Ji gotina Hezretî Pêxember xuya dibe ku netewe û ji bo netewebûn ziman pir girîng e. Jixwe eger ziman û netewe ew qas ne girîng bûya gelo Xwedeyê dilovan ew qas ziman û netewe diafirandin? Ku di Qurana Pîroz de him bi ayeta Rûmê ya 22yemin girîngiya ziman him jî bi ayeta Hucuratê ya 13emin girîngiya netewe tê nîşandan.

Wê çaxê lazime ku em bibirsin: Gelo gelê kurd çima têra xwe ne hişyar e? Lê belê kesên ku weke Ehmedê Xanî qiymet didan zimanê xwe şêx bûn. Lewma ez fêm nakim îro ew kesên ku li hemberî zimanê xwe xemsar in kî ne û îlme wan çi ye? Eger bi xwendinê gelê kurd Eliyê Teremaxî, Ehmedê Xani, Melayê Cizîrî hwd. nas bike dibe kû ew xemsarî jî li ser wan rabe.

Ji ber vê yekê werin em li ser hinek xebatên zanayên xwe rawestin. Ji wan yek bêguman Eliyê Teremaxî ye. Çimkî cara pêşin di dawiya sedsala 16yan de Eliyê Teremaxî ku xelkê Mûksê ye bi zimanê kurdî berhemeke pexşan nivîsand. Navê wê behremê “Kitaba Serfa Kurmancî” ye. Teremaxî xwest ku ew berhema pexşan bibê kitêba dersê di medreseyan de. Di vê berhema xwe ya pexşan de Eliyê Teremaxî cih da gramera erebî, farisî û kurmancî. Dîsa weke Eliyê Teremaxî ji bo perwerdehiya zarokan di dibistanan de Ehmedê Xanî jî berhem dane. Bi tenê mebest ew e ku bila gelî kurd bi zimanê xwe bixwîne û bibe xwedî ilm û marifetê. Lewma jî Ehmedê Xanî li ser zimanê kurdî gelekî rawestiyaye û di berhemên xwe de bi taybetî behsa zimanê kurdî kiriye. Beriya her tiştî Ehmedê Xanî ji bo ku zarokên kurdan zimanê erebî hîn bibin ferhengeke menzûm bi kurdî-erebî, erebî-kurdî nivîsand. Navê vê ferhenga wî Nûbehara Biçûkan e û bû kitêba dersê. Piştra Mem û Zîn a xwe, piştra Eqîdeya Îmanê nivîsand. Xwest ku kitêbên dînî jî bi kurdî bên nivîsandin û ew jî bû kitêba dersê.

Weke van xebatan di sedsalên din de jî ji aliyê Mela Yûsûfê Helqetîni, Selîmê Silêman, Mela Mehmudê Bazidî, Hacî Qadirê Koyi, malbata Bedirxaniyan, Bedîuzzaman Seîdê Kurdî hwd. xebatên kurdî dewam kirin. Dîsa di îstibdata Abdulhamît de şiklekî îlegal û piştî îstibdatê şiklekî legal ronakbîrên kurdan li Stenbolê ketin di nav xebatên zanistî û sîyasî. Jixwe Stenbol ji bo ronakbîrên gelên din jî navend bû. Lewma ji aliyê ronakbîrên kurd gelek sazî hatin wekirin û kovar hatin weşandin. Di vê demê de komeleyên weke Kurdistan Azmî Qawî Cemiyeti, Kurd Teawun we Teraqqî Cemiyetî, Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî, Kurd Tamîmî Mearîf Cemiyetî, Kurd Tealî Cemiyetî hin ji van komeleyan in. Kovar û rojnameyên mîna Kurd Teawun we Teraqqî Gazetesî, Şarq we Kurdistan, Rojnameya Kurdistanê, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn weşanên girîng in.

Ey gelî kurd, mebêje em bê rewşenbîr û bê berhem in! Li dîrokê bikole û keşf bike ziman û neteweya xwe. Bi kurdî bixwîne, biaxife û bije… Guh bide Ehmedê Xani… Sersar mebe li hemberî zimanê xwe… Qet ji xwe bîr meke, eger ziman here dê netewe jî here. Eger Netewe here dê irq jî biçe û bênijadî li bal kurdan qet ne qebûl kirin. Guh bidin ka Ehmedê Xanî di dibaceya Mem û Zin a xwe de çi dibêje:

Kurmancî ye, sirf e, bêguman e

Zêr nîne bibên sipîde mane

***

Kürtçedir, durudur, kuşku taşımamaktadır

Altın değil ki desinler “beyaz kalmışlardır”

****

Neqdê me mebêje kêmbuha ye

Bêsîkkeê şahê şahrewa ye

****

Demeyesin ki “bizim akçemiz değersizdir”

Hâkim bir şahın sikkesi yok, sikkesizdir

*****

Ger dê bibuwa bi derbê menqûş

Nedma wehe bêrewac û mexşûş

 ****

Eğer o akçeye sikke basılarak süslenseydi

Kalmayacaktı geçersiz ve sahteymiş gibi

**** 

Qirtasiyyeya me bêpenahan

Bê derbê qebûlê padîşahan

**** 

Biz sığınaksızların onaysız hammaddesi

Basılmamıştır ona padişahların sikkesi

 ****

Çibkim ku qewî kesad e bazar

Nînin ji qumaşî ra xerîdar

 ****

Ne yapayım ki Kürtçenin pazarı durgundur

Bu değerli kumaşın hiçbir müşterisi yoktur

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
İbrahim Genç Arşivi