Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Çi tê serê ziman

Çi tê serê ziman

Azadîya Welat roja 22.îlon.2008"ê rûpera şeşê (forûm) nivîsîna Erdogan Altan ya bi sernivîs a “Asîmilasyon sûçê mirovahîyê ye” hatibî nivîsîn. Bi destûra Erdogan Altanra çend hevokên wî dê jêri bînim ziman.
Gor nivîsîna bi rêz Altan;

"Tu gelî wekî Kurdan li hemberî ereban û îslamiyetê berxwedaneke xurt nedaye. Dema malbata Emevîyan serokatîya Îslamiyetê hildane destê xwe, rîya asîmilasyonê jî heta dawî vekir."

Belê mixabin dema erep di olîya îslamêda pêşve çûyî wê demê asîmilasyonek herî giring ser zimanê zedûştîya hate kirin û li ser olîya zerdûştîyê tepeser kirin û bi qedexîyêra ji nîvekê rakirin.

Hingê wekî tê gotin ereba asîmilasyon û qedexetî ser zimanê zerdûşîyê dikir û mizefer jî bûn. Ereban binyatê zerdûştîyê qelandin, Tirk jî pivyê ne binyatê zimanê Kurdî qelînin.

Bi kurtahî bi rêz Altan di nivîsîna xwera waha domdike:

"Demên pêşîn ên Îslamê de, Zerdûştî jî weke heq dihate dîtin. Dema Erep li Kurdistanê bûne serbest, ola zerdûştî jî hate qedexekirin. Ereban bingeha asîmilasyonê didana ser hadîsan û digotin. “Ew mirovên navê wan ne erebî bin di axiretê de dê bênav bimînin.” Di xwestin nasnameya Kurda ji dest bitsînin."

Belê hingê Kurd jî bi vê asîmilasyona ser navê xwera, navê xwe xwedî derketin û zêdahî jî navê erebî zivirandin kurdî û ew nav ji xwera standin. Mînak Elî erebî ye Kurda Elî kirîne Elo û her wekî Miho, Reşo, Fato hrw. Belê carek dî ereba bi zordarî ra Kurd bi çandê ra, zimanê wan ra, aborîya wan û bi olî ra ew asîmile kirin, hêj naha jî dikin.

Ji dawîyê heta îro Tirk qedexîyê danên ser navê Kurda, warê bav û kalên Kurda. Naha jî pêş çave ku Tirk zimanê Kurdî qedexe dikin.

***

Wekî Koma Xebatê ya Kovara Vate yê 12.Avrêl.2009 ê de daxuyanîya dayî çapemenîyê de înadi ziman. Di daxuyana xweda "tîpên Kurdî ji alîyê TRT 6"ê ve xelet tên bikaranîn."

Koma Xebatê ya Kovara Vate yê daxunanîya xwe de waha domkiri bû:

"Em weşana vê kanalê bi meraq û baldarîyê dişopînin. Weşana vê televîzyonê bi awayekî pêkenok didome. Ev kanal di dema weşanê de tîpên Kurdî diguhê. Tu heq û rayeya TRT 6"ê tuneye ku alfabaya me biguherîne."

Ev her du jêgirtin ê jorî seba ku mijar a asîmilasyonê û tepeserîya ser zimanê Kurdi bimine rojevê de ye.

Ji wê çendê jî ev jêgirtin di nava nîvîsîna xweda xemlandin.

***

Wekî Kurd di bêjin “hem ji dêrê bûn, hem jî ji mizgeftê.” Evane jî bi vekirina TRT 6"ê ra ketin nava alozîyek we, pîçek maye ku hindirda xendiqin. Ne dizanin weşandina Kurdî rê bibin ne jî di zanin tîpên Kurdî bêkêmasî bînin ziman. Tê dîtin ku ev qanala TRT 6"ê ji hemû alîya zirarê dide Kurd û zimanê Kurdi.

Wekî îro bîra me tê. Li Colemêrgê salên dawîda mirovê ji bo cixare kişandinê, ji xwera titûna nava zevîya xwe çandi, têkiri kîski û ji xwera hildayî; seba wê titûnê bi rexê midurê polêsara qotan dixwar. Pêlê seba cixarê, seba kaxizê cixareyê jî mirova qotan dixwar. An jî bi rexê wi midurî ra didestê mirovekê Colemêrgî binkask (çay bardaği veya fîncan altliği), kîlo a xene yê, kilo a xorme ê hatiba gêrtin bi hêcata tiştê qaçax/ejnebû, ewi mirovi qotan dixwar. Her we dema du Colemêrgîya bi hevra Kurdî axaftiba carek dî qotan dixwarin.

Dê hindik bêjin çi hewce vê mînaka Colemêrgê hebû ku hati nivîsîn. Ez ji wanra vê dibêjim. Ev tepeserîya serê Colemêrgîya de derbaz bû bi rexê hemû Colemêrgîyê ser çil salîyê de dizanin, ji wê çendê.

Me çi got;

Belê, Tirka berê navê Kurda qedexe kirin. Ji navê ereba û Tirka wêve nehêlan Kurd nava biden zarokê xwe. Cîhan dizanî ku nav ziman e, nav çand e, nav abore ye, nav nav û paşnav e, bi kurtahî nev gel e û welat e. Dema ziman mehî, xwedî ê zimani jî di mehî.

Bili qedexîya nav a, nehêlan Kurd kurdî baxivin. Dibistan a, kolan ê bajêra, kargeha, bi çi awa ê heyî wi awayî axaftin hate qedexe kirin. Bajêrê Kurda dibistanên asîmilasyonê, an ku dibistanên mejîşûştinê û dibistanên kokqelînê/kokbirînê avakirin. Dewletê jî ser wan dibistanan bi zanayî mamostayê Tirk rêkirinê û bixortîya wan mamostaya mejîyê zarokê Kurda dane bişaftin. Bili dibistanên kokqelînê an ku dibistana şevînî (yatılı okul) avakirin, bi van dibistanê şevînîra mejîyê ciwanên Kurd bêjing dikirin. Bi wê bêjîng kirinê ra ciwan dinava hiş û hizirê wanda derêxistin têxistin telka xwe.

Bi avakirina dibistanên şevînra zarokê li wan dibistana dixwendin sedî nehwêdan diketin nava asîmilasyon û oto-asîmilasyonê.

An jî ciwanê Kurd dema diçû leşkerîya Tirka çar mehê pêşîyêda ew ciwan bizordarî têxistin xwendina mejûşûştinê û bi wi terzi asîmile dikirin, leşkerîyêda pişka bişaftinê hildan.

Herê hêj heye.

Bili vane, di dîroka Kurdada çendî serhildan çêbûne heceta wan serhildana Kurd bi xorti dane koçkirin. Bi wê koça Kurda ra Kurdê çûyî bajêrê Tirka pêtir ketin telka asîmilasyonê û pêtir asîmile bûn. Bi heceta serhildana Kurda ya dawîya van salada jî bi hêceta ewlekarîyê (güvenlik) gond û warê Kurda valakirin. Bi vê valakirina gund û warê Kurdara Kurd heçî bajêrê nav Tirkada çûyîyê ketin telka asîmilekirin ê.

Roj bi rojê wêjevan, wêjenûsê Kurd zêde dibin bes roj birojê jî bindestê dagirkerîyê da jî îza ê dibînin, tepeserê liser serê wan dikin. Bi zordarîyê tên mişext kirin (sirgûn kirin) û mişext kirin têrnake têdikin gêrtigeha de.
Evene hemî têrnake kurd bixwe jî dijminê zimanê xwe ne û neyarê xwe ne. Ewin di malê xweda, di kolana da, di çayxana da bihevra Kurdî na axivin. Ewin zarokê xwera Kurdî na axivin û bi vê ne axaftinê ra dibin sedema jibîrkirina zimanê xwe, dibin dijminê xwe.

Ewin qet nayînin hizira xwe ku dibine sedema oto-asîmilasyonê, an ku înkara xwe û gel ê xwe. Paşê jî dê ciwan rabin bêjin “me zimanê xwe ji bîr kir.

Ji alîyek dî jî ciwanê nahe dê bêjin “wila em Kurdî famdikin bes em nizanin bersifê bidin, an ku baxivin.” Gotina wan eve ye. Wekî mirovê hemberê me baxive ku em axaftina wi fam bikin bes nezanin bikurdî bersiva wi bidin.

Ew mirovê wahe taxivin di malbata xweda mixabin bi rexê dê û bavê bi Kurdî nedane axaftin. Ew ji zimanê xwera bûne bîyanî.

Dê werin vê kêmasîyê çareser bikin.

Malbat da Kurdin bes zarokê xwe bi zimanê dê a xwe mezin nakin û paşê jî dibêjin em Kurdîn. Eve jî; malbatê Kurda bi dilê xwe û bi zanîna xwera xwe têxin nava oto-asîmilasyon ê.

Mixabin û hezar cara mixabin.

Herê gelo mirov zimanê bîyanîya zû fahma di bî an jî zimanê dê a xwe.
Kîjan ji vane mirov zû fahma di bî, carê bi wijdanê bêjin?
Ev bersifke jî pivya wan, ewên di nava oto-asîmilasyonê de xendiqî.
Vê navbeynê bidestpêkirina weşandina rojname a ROJEV"ê ra serkeftinê dixwazim û girtina rojname a AZADÎYA WELAT jî şermder dibînim.

16.AVRÊL.2009
Silêman FEQIYANÎ

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
10 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10