Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Çend têbinî ji neWroza Amedê

Çend têbinî ji neWroza Amedê

Newroz, ka ji bo me kurdan tê çi wateyê, pê navê ku mirov şîroveyên hilo û xemilandî yên gulî gulî bike, jixwe ev yek gelekî baş ji aliyê dost û neyaran vet ê zanîn. Wekî pêşiyên me dibêjin, “Bi çendê rokê rojê her tişt ron û aşkere ye.”

59596Spêdeya neWrozê, ez tevê Dîjo û malbata xwe, ji bo NeWrozê ketin rê. Ewrên ku li asîman rûyê xwe tirş dikir, şilî û baran anîbe bîra me jî, em bi tevdîr ji male derketin û li dora 09.30ê gihîştin meydana Newrozê. Wekî her sal, cî tunebû mirov tê re bimeşe, te derzî bavêta nediket erdê.

Ez, her dem di Newrozan de li aliyê piştê, di nav girseyên gel ên herî sade de dimînim û hewl didim di rêza govendekê de kela xwe birêjim.

Vê carê, her çend ji bo govendê cih peyda nekir jî, dîsa neWroz bi xeml û rengîniya xwe heta atomên xwe seh kir.

Performansa platformê, ji bilî Comerd hema bêje, li gorî salên borî gelekî sar û bê kelecan bû.

59597Wekî her sal îsal jî li meydana Amedê ya NeWrozê ku li dora milyonek kurd lê kom bûbûn, ji warê al, pankart û flemayan ve têrxwer bû û rengîniya vê xemleke xudatir dida NeWrozê.

Îsal, li qadê balkêş bû ku çend alayên Kurdistanê (ku ev ala niha bi awayekî resmî li Herêma Kurdistanê tê bikaranîn) bi ber çav dibûn.

Dema min ev nivîs dinivîsand, meşa piştî pîrozbahiyan a ber bi “KONÊ ÇARESERIYÊ” û hengameya li pey wê qewimî berdewam dikir.

Ji ber ku hayê me û belkî gelek kesan ji organizasyoneke weha nebû, di nîviya kelegerma pîrozbahiyê de hate gotin ku meş heye, vê yekê di nav xelkê de panik çêkir û gelek gotegot li bin guhê hev ketin.

Her çi be, ku ji neWrozê be, bi mirov “XWEŞ” û bi kelecan tê. Çi bêjim, heke we rastî bivê, ev demeke dirêj e ez ji bo çi tiştî wiha bi kelecan nebûbûm. Nizanim ji ber vê, neWroza îsal, hêvî û kelecaneke cudatir li dilê min dadikir.

59598Lê, berî ku ez bigihêjim koma Colemêrgiyan (Ji ber ku Amedî û kurdên bajarên dîtir govenda xwe bi çepkî dikin û ez bi wê govendê nizanim) pîrozbahî bi dawî hat jî. Gelek kes nû gihîştibûn meydanê, yanî organîzatoran diviya ev yek jî berçav bigirta û wisa em nexistana ofsaytê.

Erê, NeWroz, meydana raderbirîn û xwenîşandana doza kurdan e, lê diviya ji bîra neçe ku ew di heman demê de karnewaleke neteweyî û kurdî ye û plana lidarxistina pîrozbahiyên wê, di vê çarçoveyê de bin.

Welhasil, ez vê NeWrozê li Amedê bûm; bi vê kelecanê careke dîtir piştrast bû ku AMED bi rastîn jî dilê Kurdistanê ye. Nebza kurdîniyê li vir dijene. Bi her reng û xemla xwe, paytexta rastîn û tekane paytexta KURDISTANÊ AMED e.

Heke dê rojekê ala vî gelî li cîhanê were libakirin û dinya alem rêzê lê bigire, ancax ji AMEDÊ bilind bibe.

Jê pê de,

Tenê avsark (serab)ên biyaban û çolistanê ne.

Çend fotoyên min di NeWrozê de kişandin dixwazim bi we re parve bikim.

Bi dilekî xweş, NEWROZa WE Pîroz be!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi