Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Çend gotin li ser pêkenokan

Çend gotin li ser pêkenokan

Pêkenok di çand û jiyana me Kurdan de ciyekî taybet digre. Piraniya pêkenokên ku li Kurdistanê hatine û tên gotin serpêhatî ne. Ciyê daxêye ku ev parçeyê çanda me hêdî- hêdî wenda dibe.

Gava nivîsek an tiştek nekeve ser rûpelên kaxezê û neyê paraztin, nabe belge û ji zarok û pêşeroja me re namîne. Ev jî ziyanek mezin e, çand û edebiyata gelê me pê dêşe. Ji ber vê, em dixwazin pêkenokên xwe bi riya malpera "Yüksekova Haber" biparêzin û ji zarok û duweroja xwe re bikin xezîne. Dîroka pêkenokan ji ya ziman jî kevnartir e. Zarokek hêjta bi dest axavtinê nekirîye bi hinek tiştên kefawî-wê jêre tê, anjî bala wî dikêşîne, anjî jêre ecêb tê re dikene. Dîroka pêkenokên zargotinî , xwe digehînin Adem û Hewa. Heke em Adem û Hewa wek despêka mirovahîyê bi pejirînin/qebûlbikin, dîroka pêkenokan xwe dighîne despêka mirovahîyê û despêk jî Adem û Hewa bixwe ne. Jiberku tê gotin ku „Adem ji Hewayêre gotîye „ Tu ji min hes dikî ? Hewa jî pê kenîyaye û gotîyê „ Adem ma ji te pêve kî heye“

Ken di jiyana mirovan de dermanê herî  berbiçav û ji alîyê bijîşkan de jibo hemî awayên nexweşîyan tên pêşneyar û  amoj kirin. Jiberku pêkenok,  xemrevînin, stresê tavêjin, nexweşîyan berteref dikin, êş, kul û derdan didin ji bîkirin. Di roja me de, gelek dewletên pêşkevtî pêşbirkên kenînan û pêkenokan pêktînin û kesên di wan pêşbirkan de ser dikevin jî xelat dikin. Ji berhindê jî hema- hema di hemu welatan de tv yên bernamayên pêkenîn û pêkenokan tên weşaandin hene.

Dema mirov dîroka Kurd û Kurdistanê dinêre, tûm bûye qada şer, kuştin, sotin, talanan, birçîbûn, koçberî, feqîrî, êş, derd û kulan. Di ser wê axê de gelek qewm hatîne û çûne ! gelek ji wan qewman nemane û windabûne, lê Kurd hêjî  li ser wê axa pîroz li serpîyan mane.

Gelo çawa dibe welatek bi hizaran salan bibe qada şer û talanan, êş kûl,  golên xwînê, birçîbûn, koçberîyan. Û gelek qewmên xwe cihî yên mohra xwe li dîrokê xistibin, împartorîyetên mezin damezirandibin û bibin landika medenîyetê( Babîlî,Asurî û hwd) windabibin û Kurd li ser pîyan bimînin û li ser wê axapîroz ku her alîyê wê bi dijminên xwînxar re dagirtî ye, xwe biparzin û  winda nebin?.

Li gor min 1- Çîya 2- Dewlemendîya çand û ziman 3- Pêkenokvanîya Kurdan, em li ser pîyan hiştine. Lewre li ser me hemûyan ferze ku herkesek ji alîyê xwe de pêkenok, çîrok û çîvanokên Kurdî berhev û tomar bike û bide weşandin, daku gencîneya me winda/berze nebe û  bigehe neslên nû.

* * *

DERMANÊ BAWESÎRÊ

Mukerem xoce ji bajarek ji yên Behra Reş e. Di sala 1948 an de dibe mamoste û teyîna wî derdikeve Colemêrgê. Tam çil salan li Colemêrgê dimîne û ji Colemêrgê naçe. Lê di nava wan çil salan de kesî nedîtîye ku gotinek Kurdî xeber dabe. Mukerem xoce heyamekê dibe midûrê mektebê.

Di roja mamosteyan de her hevalek wî jê re dîyarîyekê dikire û piranîya dîyarîyan jî pênûs in. Nedîm û Xelîl xoce (Nedîm Cumbuş -Xelîl Taş) jî jê re xiyarekî biçûk pakêt dikin û li ser navê Nedîm xoce dibin didinê.

Mukerem xoce jî wusan bawer dike ku Nedîm xoce jî jê re pênûs dîyarî kiriye. Ew jî pakêtê dibe malê, hefteyek şûn de vedike û dinêre vaye xiyarek çilmisî di pakêta Nedîm xoce de ye. Ew jî wî xiyarê çilmisî dike paket û bi postê jibo Nedîm Xoce dişîne. Nedîm xoce, pakêtê vedike û dinêre vaye xiyarek çilmisî têde ye û kaxezek jî danîne ser.

Li ser kaxezê Mukerem ji Nedîm re nivîsîye: “Bawesîra te heye. Ev dermanê bawesîrê ye, ji bawesîra te re baş e”.

Vêcar gelo emê jî karîbin ji dewlet û partîyên Tirkan re bêjin: “Na babam, ev tiştên hûn dibêjin çirmisî ne û li bawesîra xwe xin. Yan jî emê wî xiyarî ji xwe re bikin selete”.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi