Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Cejnên Kevn (Qedîm)

Cejnên Kevn (Qedîm)

Tu mirov nîn in ku xerîbîya çejnên kevn/qedîm neke. Di jîna her mirovekê de ji cejnên qedîm re serhatiyek heye ku bibêje an jî biaxive.  

Çendî di rojeva mirovi de cejnek hatibe, ser cejnên qedîm axaftin dest pê dike. Bi zêdehî ên sî çili saliyê û jorve de dijîn, pir caran cejnên zaroktiya xwe re diaxivin.

Bi zêdehi jî van hevokan re xeyal û gomanên xwe nexşîn in. Di nava vî nexşi de hevok wahe rahêlin hev.

“Şeva roja cejnê ez heta bangê nivêja sibê ranezam.”  Sedem ranezana wi esseh bira, bav an jî lêzimek wi ji wi re kincek an jî tiştik dî kirîye û ew jî kevtîye gomana wi tişti an jî kinci û xewa wi nehatiye.

“Ji roja cejnê re, bavê/birayê min ji min re solik/pêlav kirî bû, ez bi wê solik/pêlavê re heta sibê raza bûm.”  Ew zarokê ji bo cejnê ku pêket, pêlavek ji wi re hati kirin, ew wê şeva cejnê dane bin balgîve xwe û destek xwe jî dane ser pêlavê û razê ku ca roja cejnê pêket.

“Hêj heft-heşt roj ji cejnê re mabû, ez ketibûm gomana şekiroka/şeklama ku dê çend malan bigerim û çendan ji xwe re kom bikim.”

“Roja cejnê bi kîjan hevalê xwe re dê lîstika kabanê an jî pilanê leyîzim û dê çend gûz an jî tiştik dî ji xwe re kar bikim.”

“Hêj ji îroj de ji dê, xwişk, dapîr an jî ji jinbiraya xwe hindik gûz bixwazim ku roja cejnê ser wan bileyîzim, an jî hindik gûzan ji kû bidizim ku roja cejnê bi wan re leyîzim.” Lewre roja cejnê ji bo leyîstina pilanê an jî kabanê, gûzan ji dê û dapîr û jinbirayên xwe dixwazin û ew nadin. Di wê sedemê de ew jî nêçîrê li gûzan digirin û dawiya wê nêçîrê jî gûzan ji malbata xwe didizin.

“Divê ez zû razêm ku ji bo nimêja cejnê bi bav, bira, bapîr an bi mam û pismamê re biçim nimêja cejnê û piştî nimêja cejnê jî bi wan re mal bi mal, avahi bi avahi bigerim.” Hindikan ji bo nimêja cejnê hêvî ji mezinê malbatê dikirin ku wan bi xwe re bibin nimêjê. Hindik jî hêvî ji wan dikir bele mezinê malbatê ew baweri nedida wan û ew jî heta nimêja cejnê diman hişyar.

Lewre tê bîra min mezin. Ciwan û zarokên taxê me (Taxê Feqîyan) û Taxê Binqesê ji bo nimêja cejnê bi hev re diçûn Mizgefta Gulireşi. Piştî nimêja cejnê tev ew mirovên li mizgeftê kom bû, yek bi yek pêşîyê serspî, paşê ciwan û dawiyê jî zarokan cejna hev pîroz dikirin. Ên mezin di çû sere hev, ciwan û zarok jî diçûn deste ê mezin ramûsan. Heke di van du taxan de ên sil heban ewan jî roja cejnê çavê hev remûsan û bi her re silh dikirin.

Gor hiş û ramanên wan, cejn xîmê biratiyê, bincana xêr û xebatê ye, têkiliya mafê mirovan e.

Roja cejnê mirov ji gunahên xwe tê bişavtin û xêr û berekete re dikeve têkiliyê. Ev rojên cejnan ji wan re girîng û rojên bijariti tê qebulkirin.  

Di van rojan de rik û zikreşiya hindirê mirovan de tafî dibe. Mirov bi kêfxweşi û dile şad re deste hev digirin. Hizir, hiş, raman û dilka mirovan wekî rondikê zarokan, dilopa ji kevîyê berfê de dilop diken re zelal û bê goman e. Lewre ên bi hev rer sil divîya roja cejnê silha xwe bikin.

***

Ji kurdan re rojek ji rojên pîrozwer, rojek xweş, rojek tuberk, rojek nazdar, delal û bû tifaqiya kurdan, 15’ê tebaxa 1984’ê dest pê kir. Bi teqîna yêk guleyê re ev roje ji kurdan re xîmê biratiyê, xîmê jîyanek nû, xîmê xwedî derketina nasname û welatê xwe pêş ve çû.

Wê roja teqîna çekan de tê bîra min ku Colemêrg’ê tev xort, zarok û ciwana û gelê Colemêrg’ê veşartî  bi hev re diaxaftin.

Hindikan “gerîlayê PKK’ê êrij biriye ser navçeya Şemizdînan (Navşari) û navçe hildane deste xwe” digotin.

Hindikan “bi sedan re leşker kuştîne û avahiyê hikometê kevtîne deste gerîla” digotin.

Hindikan “hêvîya me ew e ku ev teqîna ji kurdan re dîrokî be û bibe sedema azadîya kurdan” digotin.

Hindikan jî “Ev teqîna gêrîla bê fayde ye, lewre heta îroj tu rêxistina rasti dewletê neşiyaye şerbike û ên heta naha rasti dewletê şer hildayî jî navbenda demek kurt de an hatîne kuştin an jî kevtîne girtigehan” digotin.

Û hwd.

Navbenda gelê Colemêrg’ê de ev axaftin û axaftinên wekî vane biveşarti dihatin gotin. Bi veşarti dibêjim lewre sahma dewletê ser gele herêmê pir hebû. Ê bêhna kurdan ji wan dihat, dihatin kuştin an jî îşkenceyan de diborîn.

Gor pir kurd û tirkan jîna vê serhildana gêrîla dest pê kiri dê demek kurt de tepeser bibe. Aha du meh, salek an jî a pir zêde şeş heft salan de ê ev karê kiri dê bên kuştin û girtin.

Belê ev gomanên van kurd û tirkan negêrt. Lewre şeş sal, heft sal ser serhildana wan de borî ev gerîlaye nehati kuştin, nehatin girtin û roj bi rojê jî di armanca xwe de pêşve çûn. Aha piştî van şeş heft salan tev kurdan êdî baweriya xwe da gêrîla, tirkan jî ev serhildane micit dît. Êdî ewan jî baweri pê hat ku rêxistin jî rasti qoweta dewletê dişên têkoşînê bidin.

Dema kurdên Ewrûpa’yê ala ên kurdan re û wêneyên Seroki re daketin qadên Ewrûpa’yê, kurdê welatperwer di ma gomanê de carê ew jî wekî wan dê kengî bikevin qadên welat. Îroj em kurdên welat jî wekî wan rojên kurdên Ewrûpa’yê dijîn u cejna xwe pîroz dikîn.

Aha dawiya van salan kurd bi can, bi xwîn re daketin kolana û xwidaniya gerîla kirin. Ji wan rojan paş de, ev roja 15’e Tebaxê ji xwe re wekî cejnek vejînî qebul kirin û her sal vê cejnê pîroz dikin.  

Wekî me goti…

Di vê sedemê de ev roje ji kurdan re wekî cejna vejînê hat qebulkirin. Ji wê rojê heta îroj û niha wê de jî dê wekî cejnê netewî bê pîroz kirin. Wekî tev cejna di vê cejnê de jî zarokên kurdan bi gomanên kûr de dimînin benda cejnê ku pîroz bikin. Ji bo vê cejnê jî, zarok bi kinc û pêlavên nû re xwe xemlîn in û bi kêf û şahiyane çejna vejînê pîrz dikin.

Cejnek wekî cejna newrozê jî wekî cejna 15 tebaxê ji kurdan re pîrozwer e. Lewre di vê roja 21 adarê jî nemir Kawa rasti zalime Dehaq mizefer bû û kurd di bin zilma wi de derêxist. Ev cejna newrozê jî ji kurdan re cejna vejînê ye û vê cejnê de kurdan pêngava aştiyê  û biratiyê avêt.  

Dawiyê heta îroj di van cejnên vejînê de, kurdan dest pê kir ku aşîti bikeve navbenda silan, jîyana wan bi birati berdewam bibe. Ji bo mehandina silbûna kurdan û tirkan kurd tev xîretkêş in.

Bê goman tev cejn ji kurdan re pîrozwer in û netewîne. Di vê sedemê de kurd di van cejnan de bangê biratiyê, tifaqiyê û têkiliyên xîmê mafê mişrovan de pêk bên dikin. Çavê kurdan axa tu welatan nîn e û tenê hêvî dikin ku ser axa xwe azad bijîn û cejnên xwe bi azad pîroz bikin.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10