Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Cejna we pîroz(!) komandarino

Cejna we pîroz(!) komandarino

Îro cejn e, roja lihevhatin, aştî û dilxweşiyê.

Îro cejn e, roja diyalog, serhevveçûnê û pêkhatinê.

Cejna we pîroz komandarino, fermandarino!

Cejna we pîroz; belkî dilopek rehmê li dilê we bigere û hûn fermana kuştinê nedin.

Cejna we pîroz generalino.

Cejna we pîroz; belkî bê bîra we ku ew zarokên ku hûn emrê didinê û berê wan didin çol û çiya û rêdikin ser birayên wan, îro, çavê wan li xeberek ji dê û bavê wan e.

Belkî, rehm li dilê we bigere û hûn emrê rijandina xwînê nedin û vê cejnê li dê û bav, xwîşk û birayên leşker û gerîlayan tal nekin.

Cejna we pîroz, serokkomar, serowezîrino; belkî ji bo xatrê van rojên pîroz hûn emrî bidine generalên xwe û zincîrên wan zeft bikin da ku agirî li ser zarok û berdilên kurdan nereşînin û îro bibe cejna aştî û biratiyê.

Dirêj nakim…

Navêm gotina min dirêj bibe.

Tenê gotineke min heye; bo xatrê van rojên pîroz pêk werin. Vê kuştinê, vê sotinê, vê malbaxbaxiyê rawestînin û bila êdî bes rondikên çavên dayikan bêne xwarê!

Besssseeeeeeeeeeeeee!

Bila ev eyd û cejn pîroz be, bo aştî û biratiyê pîroz be, bo pêkhatin û mesilhetê pîroz bit!

Hîviya me ji xwedanê şev û rojan;

Tu avekê bi vî agirî dake!

Cejna Remezanê li we/me hemûyan pîroz be!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi