Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Çawa alîkariya Wan’ê biberedayî xerç kirin

Çawa alîkariya Wan’ê biberedayî xerç kirin

Heke mirov dinava exlaqê xwe de rasti yekî an jî komekî an jî gelekê zikreş be û rikdar be, çareserî nîn e dê rasti wi/wan li mehneyan bigere. Lewre zikê qrêju, hişên tarî, Mêjiyê rikdar, dilka neyar çendî bê tafîkirin carek dî xwe ji dijminiyê nabijêr e.

Ev sê meh e li Wan’a me a nava dilka dilan de kulîlk vekiri, a nava hişên nazdar de cih girti, a hisreta dilan de xwe xemlandi de erdhej çêbûyî. Di van sê mehan de tu birînên me Wan’iyan derman nebûn û kavlên me avanebûn.

Di van sê mehan, ji gelê me ê Wan’ê  de dijî re pir alîkari kom bû. Çend alîkari kom bû hind gelê Wan’ê kevte nava xîzanbûnê û hind jî dinava xîzankirinê de qirqiçîn.

21.Çile.2012’ê di rojnameya Ozgur Gundemê de perlementerê Wan’ê rêzdar Ozdal Uçar aqibeta alîkariya ji Wan’ê re hati dipirsî. Kak Uçar bidestura te aqibeta alîkariya ji gelê Wan’ê re hati a pêş çav ji te re, ne hemûyê hindikê bêjim.

Nava zivistana vê salê a sar û tezî de tev tax û navçeyên Wan’ê, heta gundê wê peyva qonteyniran, ê devê gel de wekî benîşti diçûrîn. Ev qonteynire bi konvoya TIR’an re ji bajêrê metropolê dikevin rê û tên Wan’ê. Her TIR’ek du qonteynira diînin Wan’ê û serê du qonteynira jî gor gotinan 4 (çar) hezar pereyê tirki distînin.

Carek dî gor gotina şîrketên mezin ên metropolê hêvîyê ji hikometê dikin û wiha dibêjin wan. 

-Gelo serê du qonteyniran hûn 4  hezar pere didin ajotvanê TIR’an.

Werin em qonteyniran hêj parçe parçe, an ku montaj nekiri, barbikin van TIR’an. Bi parçe em barbikîn çu nebe em dê 10-12 konteyniran yek TIR’ê barbikîn. Ev 10-12 konteynir dê bi 4 hezaran pere re biçin Wan’ê. Dema me 10-12 parçeyên qonteynira bir Wan’ê em dê wan parçeya li Wan’ê monte bikîn.

Ev dîtine nahê qebûlkirin 10-12 qonteynir bi 5-6 TIR’an re rasti 20-24 hezar pere re rêdikin Wan’ê. Bi vî şikli re 18-20 hezar pereyê alîkariyê beredayî xerç dikin.

Ev beredayî xerç kirin di xala yekemîn de bi serê xwe bila cida sekine.

A duyemîn.

Ji qonteynirên tên re divê cih bê peydakirin ku ca daninê.

Ev hikometa amade, çi dike?

Ji erdê ku dê qonteyniran daninê re  cihi kirêkirin dikin. Ji cihê kirêkirin re ji bo binê qonteyniran xîz û ji bo xîzi jî qamyon û makîneyên kar kirêkirin dikin.

Betonê dirêjin binê qonteyniran ku ca avzeh nebe.

Ji bo cihê qonteyniran çîmentoyê dikirin.

Ji van hemûyan re bihezaran milyon pereyê alikariyê lê mezax dikin.

Belê heke erdê kirêkirinê, makîneyên kar û qamyonên kirêkirinê re bi Şarederiya Wan’ê re hevpişk şolbikin dê kar bikin.  Ev pereyê didin van kirêkirinan ji duyan yêk dê jê bê xerçkirin, du pişkên dî jî dê aliyek dî de xerçbikin.

Belêê… di bingeha van kêşana qonteyniran, kirêkirina makîneyên kar, qamyon û erdê qonteyniran danênê de, ji hindikan re pereyê randê dimîne. An ku di vî rêze şoli de rantek mezin dizivire. Heke seba çi hinde pereyê harîkariya ji Wan’ê re hati dê beredayî xerç bikin.

Ev pereyên ji alîkariya Wan’ê re hati û tê xerçkirin bi vê mînaka wekî dilopekê dikeve nava gola Wan’ê, ê pêş çavan. Ev beredayî xerç kirina peni tê kirin heke bê hilkolandin ez hizirdikim ku dê şîltaqên diziyan ser welat de bê.

Hindik dibêjin mirovê misilman tiştê herem naxwe, faîza panqan herem e nahê xwarin û evê polîtîqayê her dem bang dikin. Alîyê dî de jî ên bisîyasetê xwe pişta misilmaniyê veşarti jî, dizîyên pêşçav dikin û pereyên heram dixwen.

Divê ev bê gotin “Kero nemir e bihar e, heta şînbibe kîvar e.”  Em dê bendê bibîn ku heta ev hikomete, bikombûna alîkariyê re ji me re çareseriyê bibîn e. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10