Omer Dilsoz

Çareseriya CHPê(?)

01 Haziran 2011 Çarşamba 14:25

Ji bo hilbijartinê tenê hefteyek û çend roj man. Kelegerma propagandayê gihîştiye asta herî jor: Soz û peymanên berbijêran li bin guhê hev dikevin.

Kurd, vê hilbijartinê bi “bloka ked, azadiyê û demokrasiyê” dikevin hilbijartinê. Ev blok, piraniya fraksiyon û deroberên Kurdistanî û dostên wan li xwe digire.

Mirov dikare bêje, cara yekê ye siyaseta kurd bi hevgirtineke wiha berfireh û têkelkar beşdarî hilbijartinekê dibe. Hema em dişên bibêjin, kurdan vê carê bi helwesteke neteweyî ya yekgirtî xwe nîşan dane.

Vê hevgirtinê yekser zikê neyar û desthilatdaran êşand û bi carê de dest bi raçandinê tevnên cuda cuda kirin. Ev blok û hevgirtina kurdan a Kurdistanî, wekî kelemekê di cavê dagirkeran re çû û ji ber hindê jî, demildest wekî şanê zirkêtika ku dû biçê, ariyan û zimanê xwe tûj, helwestên xwe dijwartir kirin.

AKPya ku ji bo çareserkirina pirsa kurd “projeya pêşîlêvekirinê” beyan kiribû, piştî demekê xuya bû, bi nêzîktêdayînên xwe tifa xwe daqultand û ev proje ji ya çareseriyê pirtir dageriya “plana mîlîmîzekirina siyaseta kurd û têkdana agirê şoreşê ya kurd û Kurdistanî” helbet, ne rast e ku mirov wisa zû ji partîyeke desthalê bendewarê çareseriyeke bingehîn ya vê pirsê be.

Pirsa kurd di serê AKPê de şikest û niha AKP wekî parêzvanê sîstemê (helbet divê em ji bîr nekin ku çav berdaye dengên MHPê û rola wê ya li Kurdistanê dewr girtiye) lê hatiye, vê carê rola “polîsê baş” CHPê dewr girtiye.

Helbet bo siyaseta kurd ferq nake, CHP, AKP kî gavekê berve were û bo çareseriyê gavekê xwe bide pêş, aliyê kurd bêyî ku hest û îdeolojiyê têkel bike, divêt pê re rûne û bo çareseriyê rê-xweş bike û gavan pê bide avêtin.

Ez welê têgihîştim ku siyaseta kurd, vê carê bi ser CHPê dixwaze demildest gavan bi hikûmetê bide avêtin da ku riya çareseriyeke maqûl bête vekirin.

AKP, di pişt perdeyê de dibêje, modela min a çareseriyê dê di makeqanûna piştî hilbijartinê bête amadekirin de bête destnîşankirin.

CHP, ji bo ku vê karta kurd bo zêdekirina dengên xwe bi kar bîne, hemû rê û rêçikan diceribîne û hêmanên ku di bin serkêşiya BDP-PKKê de siyaseta kurd doza wan dike, lê dibe xwedî û dixwaze bi vî awayî hin tiştan bibe serî.

Helbet mesele ne tenê wisa serve serve ye û bi helkeftên çend hefteyên berî hilbijartinê yên kelekelê de mirov dê nikarine encameke giştî jê derxe.

Ji bo tablo bi tevayî bête fêmkirin, pê diviye ku em ji serê meseleyê ve mijarê binirxînin û wisa xwe bigihînin encameke beraqilane û xwerû mantiqî.

Em werin serê kêş û girêkê:

Dewletê ji bo vîzyoneke nû li xwe çêbike û pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser bike, hin biryar girtin. Çimkî Rojhilata Navîn sertapê diguherî û plana Rojhilata Navîn a Mezin ya Amerîkayê gav bi gav bi cî dibû. Serhildanên bihara yasemînî ya welatên ereb vegirt, çavê Tirkiyê tirsand û çareseriya pirsa kurd a vî welatî bi carekê de wekî agirê êtûnê geş bû û welat vegirt.

 Hingê li Tirkiyeyê hikûmeta AKPê desthilat bû û ji bo çareseriya vê pirsê “gavekê ber pêş du gavan ber paş” bi leza tûsel (kîso) projeya “pêşîvekirina kurd-demokratîk, piştra navê wê bû projeya xurtkirina yekgirtina neteweyî” a “serxurandin û bindirandina kurdan dimeşand.

Çen gavên pratîk hatin avêtin wekî, TRT 6a bi kurdî, beşên “kurdolojiyê ku piştre navê wan veguhezî Enstîtuya Zimanê Bersekratê” û lê vegerandina navê hin gundan. Lê belê di heman demê de li hemberî bijartiyên kurd operasyon bi ser operasyonê hatin lidarxistin û êdî di girtîgehan de cî nema. Hikûmetê qencî û lutifkariya ku bi kevçikê çayê dida di heman demê de bi heskûyê paşve distand.

Hê jî di literature fermî ya dewletê de “kurdê herî baş kurdê mirî bû”, siyaseta ku bi ser navê “bila êdî dayik bes bigirîn” dihate kirin, tenê kuçikê malên nûtir vedimirand û xwelî bi serê xelkê feqîr wer dikir. Hê jî li Kurdistanê cenaze radibûn û agir bi ter û hişkî diket.

Dewletê demildest bi operasyoneke “kasêta ji navtengê jêr de” CHP emeliyat kir û xwest girseya kemalîst a li pey CHPê bîne ser rêzekê û çawa bi AKPê “îslama radîkal”  “nermîje” kirin (nermijandin) di heman demê de xwestin vê girseyê hinekî “kurdîze û nermije” bikin.  

Ji bo vê jî bilêta Kemal Kılıçdaroğlu  û ekîba wî lêda û ji bo stûna wê ya “kurdî” jî lê bisendirînin, anîn Sezgîn Tanrıkulu kirin çawişê kurdî yê CHPê û gotin, “Heke dê li vî welatî ji bo pirsekê çareseriyek bête peydakirin diviya ew jî bi patênta têjikên Îttihakiye Terakiyeyê yanê bi destê CHPa kemalîst be.”

Yanî

Ev giş plan in û çareseriya niha axaftin pê tê kirin, ne ya AKPê ne jî ya CHPê ye; dewlet, her carekê rolê dide hinekan.  

Gotina soxî, heke ji bo vê pirsê bi rastî jî çareseriyek bête peydakirin ew ê bi destê “PKK û dewletê” bi xwe be. Çimkî muxatabên vî şerî ev her du alî ne.

Siyaset tenê figûran e.

- Bi hêviyên xweş -

Bu yazı toplam 5673 defa okunmuştur