Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Çare-serî-ya doza KURD(î)

Çare-serî-ya doza KURD(î)

Malûm e, rojeva sereke ya vî welatî dew û doza "me û tirkan" û çareseriya vê dozê ye.

 

Ji devê yên herî serî, peyam û axaftinên "çareseriyê" (ku her kes li gorî xwe têdigihêje) li bin guhê hev dikevin.

 

Modêl û rêbazên çareseriyê pal didine hev.

 

Modêla Spanya, Cezayîr, Fransa, Kanadayê û hwd li ser sêla sor a dabaş û axaftinê dipêjin.

 

Hêjayî gotinê ye ku ev nîqaş û guftûgo giş îşareta hindê ne ku êdî tîr ji kevanê derçûye û "çareserî" bûye hêvî û daxwaza her kesî. (Çare-serî; bila wekî çare dîtina bo seriyan a Receb Tayyip Erdogan neyê fêmkirin; ew şûna ku çareseriyê bibîne, çareyekê ji seriyên difikirin re dibîne. Kux ji te re ha!)

Êdî qenc û xirab her kes dixwaze ji xewnên kuştinê hişyar bibin û jiyaneke bê tirs û rondik, hejarî û hemû şerpezetiyên ji encama şerî têne pê, dûr bijîn. Çavê her kesê li asoyên jiyaneke bi hev re ya xweş û aram û azad e. Kes êdî naxwaza bi berbanga bi xeberê kuştina ciwan û terotolan hişyar bibe. (Jiyan mafê her kesî ye)    

 

Aliyê dewletê, pirs û dozê tîne û bizavê dike ku wê di çarçoveya "mafên takekesî" de asê bike, heçî aliyê kurd e, ew pê mijûl e ku "mafên kolektîv" di çavçoveyeke qanûnî û yasayî de bêne mîsogerkirin û kurd wekî gelekî rûmetdar bi heyî û neyiyê xwe ve bête qebûlkirin. (Nexşeriya ku birêz Abdullah Ocalan jî van rojan amade dike di vê çarçoveyê de xwedan nirx û girîngiyeke bêpayan e. Jixwe muxatab ew e yê xwe daye ber)

 

Her çend kêfa min bi hevokên bi "divê" dest pê dikin neyê jî ez jî wekî kurdekî jirêzê dixwazim çend "divê"yên xwe li vê derê destnîşan bikim:

 

Berî her tiştî, ez dibêjim qey divê em xwe ji modêlên vî û wî bişon. Hewceyî bi modêla çu kesî nîn e; berevajiyê, divê aliyê kurd û tirk li hev rûnin û "Modêla Çareseriya Kurd û Tirkan" darêjin. (Berî vê divê hemû aliyên kurd ên herî "marjînal" jî di vê modêlê de bibine xwedan gotin û kurd di navbera xwe de konsesûsekê bînine pê)

 

"Divê"ya min a dîtir jî, ev e; Pêdivî pê heye ku dewleta tirk li pêş raya giştî lêborînê ji kurdan bixwaze. (Ji bo ku ev yek pêk bê jî, diviya berî her tiştî raya giştî bi riya dam û dezgehên ragihandin û çapemeniyê ji vê re bête amadekirin.)

 

Ji bo ku rê li ber kîn û rikeberiyê bê girtin, berî her tiştî, hewce ye ku dayikên leşker û gerîlayan bêne nik hev û bi dil û dilxwazî hevdu hembêz bikin û ji bo pêkanîna vê çareseriyê roleke aktîf bigirin ser xwe. (Divê hesta tol û tolhildanê rabibe û em hemû êş û kulên ku heta îro li me qewimîne ji bîra xwe bibin û hevdu bikaribin efû bikin)

 

Piştre, alî (dewlet û PKK) rasterast li hev rûnin û ji bo çareseriyeke herî maqûl pêvojoyeke bi çend qonaxan bixin dewrê. (Ev jî karê aliyan e)

 

Heke hûn fikra min bipirsin ka ez modêleka çawa dixwazim, ez bi dilekî xweş dikarim bibêjim ku ez modêleke ku neheqî li kurdan neyê kirin ya bi her awayî qebûl dikim. Lê heke hûn ya ber dilê min dipirsin, ez dê bêjim an Kurdistana serbixwe, an jî federasyon lê ji bo xatrê we dikarim bi xweserî û otonomiyê jî razî bibim, lê tenê bila vê carê kurd hêvîşikestî nebin.

 

Qonaxa ewil, mimkûn e, (Wekî nivîskarê tirk ê esilkurd Yaşar Kemal jî di gotûbêjekê de destnîşankirî; mafê perwerdehiya ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê) û mafê weşana dîtbarî û nivîskî ya 24 saetî ya bênavber û berfirehkirin û xurtkirina rêveberiyên herêmî (Şaredarî dikarin wekî Meclîseke Herêmî ya bi navê Meclîsa Herêma Kurdistanê bêne tanzimkirim û wezîfedarkirin) ev jî, wekî garantiya rêveberiya herêma kurdan bi yasayê bête mîsogerkirin, bête destpêkirin…

 

Çareseriya herî rast riya aqil û şuûrê ye. Ji bo vê jî, îro, derfeteke zêrîn li meydanê ye.

 

Her kes dikare gavekê bavêje pêş û ji bo pêkhatinê tiştekî bike.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi