Silêman Feqiyanî

ÇAPEMENÎYA TIRKI A QIRÊJÛ

09 Aralık 2009 Çarşamba 00:06

Ez nizanim dema hûn zarok di serê we de borî ye an na?

Ez yanzdeh-danzdeh sali bûm û ez diçûm ber pezi, nik şivana.  

Wê demê gor hiş û aqilê me zaroka şivanti tiştik herî girîng bû. Çimkî şivan axa, şah û padişahê bêreyê bû. (Cihê pez lê didotin re dibêjin bêre.) Çend bêrî û bêrîvan nik şivani tirsa de dilerizîn. Şivani çi xwastiba bêrî û bêrîvana li benda şivana bû. Gor dilê me şivan bê heval û bêşirîk bûn, ew mirovên pir xort û girîng bûn. Ji wê çendê me di dilê xwe de “dema em mezin bûn em jî dê bibûn şivan” digot.

Me bi çavê hezkirinê û bi çavê girîngîyê re temaşeyî şivana dikir.

Tû cara ji bîra min naçî.

Di herêma em lê cara du, sê an jî çar komên (celebên) pezi lê diçerî. Wê roja ez nik şivani jî, du komên pazi hebûn. Hûn di zanin ku tev komên pezi de se henin. Koma pezê şivanê me û koma pezê şivanê dî herekê wê rojê seyek hebû. Şivanê ez nik navê seyê xwe beşo danabûyê. Çimkî seyê wi reş û spî bû û navçavê se jî her we reş û spî bû. Piştî şerê seyan min zanî ku şivanê dî jî navê seyê xwe gewlaz dabû yê. Seyê wi jî hindik spî û bi zêdehî jî sor bû.

Wê rojê di bêjim çimkî di herêmê de tevahî komên pezi en kêm yek en zêde jî sê-çar se hebûn.

Seyên pezi zirar nedidan mirovê nayîs. Tinê zirar di da mirovê bîyanî û dahbeyan. (Dahbe ji hêwanên wekî gur, hirç, piling hwd. re dibêjin.)  

Wê rojê jî kedheramiya şivanê me hatıbû û seyê xwe kişkire seyê şivanê dî. Bi dengê şivani yê “kiş kiş, xwelêd xwelêd” re beşo serê xwe rakir, guhên xwe ji bo pêşîya xwe re mûç kirin, mir mir ji singê xwe îna û piştî mir mirê jî ji bo rexê seyêdî rewî.

Kifş bû ku seyê şivanêdî jî bi dengê seyê şivanê ez nik wi bihîst û ewi jî guhên xwe ji bo pêşîya xwe re mûç kirin û rewî.

Di navbeynek kurt de bi çend rewînên her du seyan re, her duya jî wekî melkemota bezîn hev (êkudu).

Hindî beşo bû bi kelexê xwe re ji gewlaz zeximtir bû. Ji wê çendê di nav çavê gewlaz de tirsê diyardikir, dûvê xwe tejand bidilekê rexgirê şeri bû û bidilekdî jî rexgirê şeri ne bû. An ku ji şerire du dil bû. Belê beşo hem bi kelexê xwe re hem jî sahmên xwe ser yên gewlaz giran kiri bû û qed inyeta aştiyê çune bû.

Bi wê bezîna wan re navbeyna çavûbirîya her du seyan xwe pilkirin (xwe berdan) stahê hev. Rexekê mir mira wan e, rexêdî jî bi dest û devire ketin şerê dijwar.

Di nava axepolkê, nava kîvar, gûni, tûsi, kereng û gîyayê wekî wan bi kelem de êkodu gevastin. Rasti jî beşo ji seyê dî xurtir bû û ji ber didanên beşo stahê gewlaz de xwîn diherikî.

Du şivan û bi min ve behitî, şaş, guhişî û dilsotî şerê seyan temaşe dikir. Heta xwîna stahê se diyar kiri paşê jî her du şivana bi kopalê destê xwe re ketin berevanîyê. Belê berevanîya şivana ji şerê seyan pêtir kafirkî bû û bêwijdanî bû. Çimkî ji buna rawestana şerê seyan her du şivana jî bi kopalire zerbên giran danîn seyan.

Dewîya berevanîya seyan re kifş bû seyê şivanê dî zanî neşêt beşo, di navberekê de derava xwe dît û nedît kurîya xwe têkir qona xwe û revî. Beşo jî bi wê revîna wi re rahêlayê. Bes gewlaz xwe xilaskir û pêş çava berze bû.

Ev tevgera (davranış) şivanê ez çûyî nik û çapemanîya Tirkiyeyê wek hev in. Çapemenîya Tirkiyeyê jî, gelên Tirkiyeyê (ên wekî Kurd û Tirk a) kişdike hev û berda jî nînîkê di çî.

Heke hûn nivîsînên birêz Ehmet Altan taqîb bikin hûn jî dê bibînin ku ew ji bo vê kirêtîya çapemenîyê pir gazinda dike.

Birêz Altan’i wekî pir nivîsînê xwe a 24.Cotmeh.2009ê di kuncikê xwe de carekdî du rûyê çapemenîyê înabû ziman.  

Çapemenîya Tirkiyeyê çawa hemberê artêşê û hemberê dewleta kûr secdeyê sekinîye, bi ronahî înaye ziman. Di bêjî çapemenî kirêtîyên Tirkiyeyê nanivîse, heke çapemenî kirêtîyên di Tirkiyeyê de tên kirin binivîse wê demê di Tirkiyeyê de tû pirsgirêk namînin.

Raste; eve hinde sal û zeman e bi provokasyona çapemenîyê, gelên Tirkiyeyê (Bi zêdayî Kurd û Tirk) wekî mişk û mara yê pistahê hev ve. Bi kirêtîyên çapemenîyê re navbera Kurd û Tirka cihê hezkirinê, xîmeyên dijminîyê hate avêtin. Çenda ji destê çapemenîyê hati Kurd û Tirk kişkirin êkodu û hêj niha jî ev kirêtîya çapemenîyê berdewam e. 

Şeva 24.Cotmeh.2009ê bawerim ku hewe temaşeyî televîzyonên Tirki kirin. Tevahî kanalên televîzyona qewimîna İzmîrê de DTP kirin sucdar. Ji serokwezîri bigire heta wezîrê karên hundirîn wekî seyên şivani we çapemenî kişkirin DTPê.

Kanalên televîzyonan jî gotinên serokwezîr û wezîrê karên hindirîn qenemçe kirin, raçandin, xemlandin û temaşevana re înane ziman.

Wekî newroza 21.Adar.2005ê de li Mêrsînê hati qewimtî. Wê salê jî li Mêrsînê endamên komalên Tirki ev qewimîna wekî ya Îzmîrê dabûn kirin. Bînin hizira xwe ku qewimîna Mêrsînê du zaroka alaya Tirki li erdi kêşa bûn. Paşê jî aşkera bû ku ew du zarok jî bi rexê alîkarên tarî re hatibûn provokasyon kirin. Paşê jî ew qewimîn hemû li ser DTPê xistin û DTP kirin sucdarê dewletê. Çapemenîya Tirki jî roj bi roj ew qewimîn wek provokatora di rojevê de ne êxistin.

Di aliyê dî de jî mirov fahm nake ku eve çi serxweşî ye. Bajêrê Bayramîçîya girêdayî Çeneqeleyê carek dî bi hejmara duhezarûpensedan mirova êrij dan ser Kurdê wê herêmê. Gefa kuştinê li Kurda kirin û bi kevira rahêlan avahiyên Kurda.

Serda parêzgerê (walî) Çeneqeleyê “mirovê aqilmen vê nake eve şolê serxweşan e” dibêjî û wekî tû ne qewimti we bêgoman axivî. Herê gelo, eve çi bajêre ku 2500 mirov meyê vexwin, serxweş bibin û êrijê bibin ser Kurda. 

Birêz parêzger tu van çîroka ji bê aqila re bêje, Kurdan baweri bi van çîrokan re nahê. Ev êrija li bajêrê te de ser Kurda de hati, wekî hemû êrijên bajêrên dî bi rik û nefretê xemlîye. Ne şolê serxweşan e.

Raste; em, hûn, ew dibêj(in)în, tev gelên xwezayê bira ne. Belê hinde sal e çapemenîya dewleta kûr nevbeyna gelê Tirk û gelê Kurd de xîmeyê neyariyê, dijminiyê û hilkulana xwîndarîyê dijwar dike. Çapemenîyê Kurd û Tirk wekî şivani kişkirin hev.

Xwîndari û dijminahiya ser Kurda hati kirin, veşartin ku gelê Tirk neheqi û zulma ser Kurda tê kirin nebînin.

Belê piştî Kurda bi darê zorê hêvî û daxwaziyên xwe bi bizmarê qotayî mêjî wan, ewan jî bi kêmasi jî be hebûna Kurda qebûl kirin.

Tê dîtin ku niha jî êrij û girtina ser Kurd û malên Kurda bi rexê çapemenîya dewleta kûr re bi hezkirin ve tînî ziman. An ku gelê Kurd wekî wêranker (yıkıcı), stemkarane (zalîmane), neyarê dewletê tînî ziman.

Ez bawerim ku ewên sedema hezkirina welat de navbeyna Kurd û Tirka de dijminahiyê bi rêberîya çapemenîyê de derêxî, ew hindî Kurda hez vî welati nakin.     

Bu yazı toplam 5778 defa okunmuştur