Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bo jiyaneke xweştir

Bo jiyaneke xweştir

Tu ji kê bipirsî dê bibêje, “hemû ked û westiyana min ji bo jiyaneke xweştir e.”

Her kes wisa bawer dike ku di nav “jiyana xweştir” de, “rûmet” heye. Mirov, gava gihîşt vê jiyanê her tişt di riya xwe de diçe û hemû girêk û alozî zelal û safî dibin.

Lê tu yê pir kêm kesan bibînî ku “jiyana xweştir” bo te rave bike û bibêje, ev jiyana îdeal bi vî awayî ye û ez dixwazim wiha wiha bijîm.

Belkî jî pirs û kêşeya herî sereke ya me mirovan ew e ku “em nizanin ka em çi ji jiyanê dixwazin.”

“Nezelalî û nediyarî”ya daxwazan, “kaosê” li ber mirovî çêdikin û mirov, di qonaxên jiyana xwe de bi leng lengî xwe digihîne astekê, piştî demekê radiweste û dixwaze, li vê derê, (di nav civaka xwe de) cihekî mutewazî ji xwe re çêke.

Belkî em jî neşên bi çi awayî “jiyana xweştir” formûle bikin û bibêjin, wele formûla vê jiyanê ev e.

Lê em dikarin bibêjin, ji bo di jiyana xwe de mirov dilxweş be û bikaribe tam û çêjekê ji wê jiyanê wergire, berî her tiştî diviya “bizanibe bijî.”

Jiyan, hunerek e.

Ancax kesên vê hunerê pispor û şareza bin, dikarin jiyaneke bilind û xweştir bijîn û di her çi hal û mercî de be jî bizanibe “tamekê” ji jiyanê bistîne.

Ji bo vê,

Berî her tiştî, diviya kes/kesayet bizanibe ji xwe hez bike û xwe hêjayî jiyanê û jiyanê jî hêjayî xwe bibîne.

Ji bo mebesta min bête fêmkirin, ez dixwazim vê derê hinek zelalî û ronahiyê bidim ser mijarê.

Wekî tê zanîn, em kurd, milletekî bindest in. Em xwe bi xwe bi rê ve nabin û têra xwe zilm û neheqî li me bûye/dibe û em niha di pêvajoya “pêkanîn û duristkirina prosesa neteweya nû ya kurd” de ne.

Ji bo vê jî, barekî giran li ser milên me ye û xelkê me her roj li kolanên bajarên xwe li ber sînga serdestê xwe li ser piyan e.

Navê vê serhildanê daxwaza “jiyaneke xweştir” e û ji bo wê ye dew û doza me.

Navê vê “jiyana xweştir” jî vê gavê ji bo me kurdan, bidestxistina AZADÎyê ye.

Piştî vê kurtepêzanînê, ez dixwazim hin çavdêrîyên xwe li vê derê bi we re parve bikim da ku hûn çêtir bi  merema min têbigihêjin.

-Ez berî çendekê li Culemêrgê bûm. Min bi çavên xwe dît, şer û koçberiyê civakeke cuda, di nav wê civakê de jî şexsiyet/kesayetek gelekî têkel çêkiriye. Berîkayî û girîngîpêdanên mirovan guherîne û vê yekê jî hiştiye ku têkiliyên civaka “kurdê berê” leqandine û hevseng bi duristayî bi nav hev ketine.

Civak, li benda “bihareke nediyar” jiyana xwe ya rojane dabîn dike.

Min bi çavên xwe dît, xanî rût û rewa, gidîşê berik û mehfûran li goşeyekê veşartine. Jinên 30-50 salî min dîtin, ristên zêran di gerdana wan de rêz dibûn lê didan (diran) di devî de tune û gelek tiştên wekî vê. Min dît ku ev civaka me, hêj nizane ji bo xwe bijî, çek û xirşê xwe vedişêre, odeyên mêvanan dadigire bila qet mêvan nayên malê jî, pîvan, “şerma dinyayê” an jî “ji bo rojên berteng vedişêrin” lê gelo ma rojên ji bêdidaniyê tengavtir, bêxaniyê bertengtir hene?

Jiyana xweştir, ancax heke tu bizanibî bi derfetên xwe yên îro “halê xwe xweştir bikî” dikarî bi dest bixî, nexwe “rojên xweştir” ji asîmanan danakevin.

Ew roja tu li bendê yî, îro ye.

Ma ger dê didanên min tune bin, ez nikaribim tamekê ji jiyana xwe wergirim, ka rista zêran ji bo çi ye?

Hêjayî gotinê ye, ev ne tenê li Culemêrgê wiha ye, li piraniya gund, navçe, bajar û parêzgehên bakurê Kurdistanê wiha ye.  Ev encama şer e û ev kesayeta wiha veşêrte vî şerî çêkiriye.

...

Bi hêviya “rojên xweştir!”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi