Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bo hevalê Tayîp, Hemîd û yên dî…

Bo hevalê Tayîp, Hemîd û yên dî…

Îro (19ê mehê) roja 38ê ye ku ew di grevê de ne. Mejî westiyayî, zik vala, hiş giran û dil bi hêviya pêşveçûnekê, çav li çirûskekê digere...

Her kêlî, her çirka ji keviya zemên didilope wan gaveke dîtir nêzî wê riya tarî ya bêdawî û vegera wê neyî dike.

Dinya kerr, dinya kor, dinya lal…

Erê ez behsa çalakgerên greva birçîbûnê dikim. Her tişt li aliyekî, ew mirovên ji nava me lib li lib hatine neqandin û weke gurê berxa herî bijare ji nav kerî radike û dibe, ji nav me birrîn û avêtin pişt deriyên hesinî, erê ew, dilên pola, ciwanên dilter û jîr, ew zarokên rûesmer ên çav wek stêrkan geş, ew ên piçekî ‘şûm û netebitî’, mêrxas û li ber sîngê dewletê wekî kewa ribat hildemisî û wekî çiyayekî rast sekinîn… Ew gêncên law û taze yên ji xwîna me, ji nava me, bi zimanê me diaixin û ji bo ‘doza me’ niha wekî keviya befrê lê ketî ber tîr û têjiyên tava tebaxê gav bi gav beden, mejî û hêmanên laşê wan dihelin û ber bi dawiya reş ve kaş dibin…

Ew parçeyek ji me ne û din av kerratî û bêdengiya ‘me’ de, ji nava me diçin.  

Ez gelekan jê gelek ji nêzik ve dinasim; roj hatiye me pêkve nanek parve kiriye, nan nebûye em bi hev re birçî mane, roj hatiye em pêkve tirsiyane ji xezeba dijminên har, û carina jî me bêsebeb şiyaye hev biêşînin jî, lê çu carê me hev nefirotiye di vê riyê de...
Em hevalên hev bûn meger çî carina biketibin qirika hev jî…
em bi hev re digiriyan
bi hev re gaz dixwar,
bi hev re dibûn armanca jopên zaliman
gava me li zindanê hevdu nas kir; Yek ji me 14, yê dî 16 salî bû
çi ecêb e, umrek çû hê jî yek ji me zindanî ye
di grevê de
di ber xwe dide; da ku jiyan geştir bihilavêje ser siberojan
Erê ew hemû gêncên law û ter in, taze û weke gulbijkojên destê biharê ne.

Gelekan jê dizanim, Tayîb, Hemîd û yên dîtir… Bi salan me bi hev re malek parve kir, bi salan şevên me bi dengê saza hevalê Tayîb, bi stran û kêf û xweşî derbas bûn.

Heçî Hemîd bû; Hemîdoyê me yê delodîn, ew ê li erd û asîmanan hilnedihat, ew ê gund, bajar, welat jê re teng dihatin, ew ê delodîn, ew ê tenê ruhê me ji hev cuda…

Hemû hevalên baş bûn, jîr bûn, xwenda bûn, zana bûn û bi bawer bûn ji doz û pêrabûnên xwe…

Miriyê zimanê xwe, kuştiyê gelê xwe û aşiqê ax û welatê xwe bûn hemû…

Hemûyan gelek dîtibû û hemû jî din av mal û malbatên xwe de yên herî bijare, yên herî hezkirî bûn.

Piçekî ‘şûm’, piçekî ‘netebitî’ û piçekî ‘dînoke’ bûn, jixwe heke xwedanê dilekî wiha nebin ma kî dikare 38 rojan bedena xwe razîne ber tîrên mirinê!?

Ew jîrên ji nav me, têgihîştiyê ji nav me bûn…

Gelî Kurdan, dengê xwe bikin; heyf e, guneh e, ew zarokên we ne, ew dozdarê doza heqên we ne, nehêlin ew bimirin. Lê bibin xwedî!    

Li 74 zindanên vî welatî, 10 hezar Kurd di grevê de ne.

10 hezar kes… Bi gotinê hêsan e. 10 hezar beden xwe dikin gorî, û her roj yên nû li vî karwanî zêde dibin.

Kurd ji vir pê de naşikên êdî!  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi