Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Bizmar hejiya

Bizmar hejiya

Dawiyê de dema peyva “komunîst” dihat bihîstin hikometên Tirkiyeyê dîn û har dibûn. Di wî dewri de têkoşîna avakirina sîstema komunîzmê di navbenda ciwanan de cihek girîng digêrt. Tev hêzên dewletê ên alîgirê rastgirtiyê bi slogana “kafirê komunîstên

Moskovayê” de tifaq bûn. Di hikometên tirki de hemberî ciwanên rexgirê komunîzmê dihatin kuştin, di bin îşkenceyan de diborîn û kevtin girtigehan. Paşê sîstemên tirki aliyekê zilm û zordari ser komunîstan kir aliye dî de jî dabeşkaranre têkoşîn dan. Roj bi roj gor wan neyarên sîstemê dabeşkarî bi cudahiya axa welat re hate yêk

wateyê. Êdî neyarên sîstem anku hikometên tirki gor gotina wan kurdperwerê kurd di welat de cihê xwe girtin. Piştî danzdeh îlona sala 1980’yê hikometên tirki tev hêzên xwe re, hezar caran êrij birin ser kurdperwerê kurd de, neşiyan qoweta kurdan bişkênin. Vê carê bi hêzên dewletê rebi qoweta qorcuyan û hîzbilahê ve êrij birin ser kurdan. Di aliye wan re bihezaran kurd kuştin,

winda kirin û tekirin zîndana. Hikometên sîstemê di van êrijan re jî rasti têkoşîna kurdan destgirêdayî bû. Vê navbendê dîtin ku hîzbilah jî roj bi rojê dê serê wan bibe bela. Vê carê tenê bi kurdan re mijûl nebû, hîzbilah jî hilda hemberê xwe. Bi êrijên hêzên xwe re, rexgirê hizbilahê kuştin an jî tekirin girtigehan de. Dema hikomet kevti destê AKP’ê, welat de hilkulîna avêtina xîmê dewleta îslamê

destpêkir. Vêcarê jî navbenda hikomet û hêzên dewleta kûr de nîqaşan dest avêtê. Ên laîk û êndijlaîk kevtin hemberî hev.

Hikometa AKP’ê navbenda tev van bûyeran de hikometên pêşîya wê çawa hemberê terorîstan de di şeri de israr dikir, ewan jî ew fêhlka wan berdewam kir. Di aliye tev hêz û îmkanên dewletê re rasti gor wan terorîst, gor me jî gêrîla şer hildan. Hikometa AKP’ê navbenda tev van aloziyan de û xwedî derketina hebûna xwe re xebata xîmê dewleta îslamê de gomanên xwe dane xebitîn. Aliyekê qoweta rexgirê Ergenekonê û dewleta kûr şikêna ji wan re doz vekirin, aliyê dî de jî dewleta polîsan avakir. Welat de ê tilîya xwe hejandiba, ê çavê xwe niqandiba bi şîdetê re raste rast dima. Bi avakirina dewleta polîsan re hikumdariya xwe qahîm dikir. Bi hikumdariya xwe re ên hemberê xwe re tu heqê jîyanê nedayê. An dê gor hikumdariya wi hizir û hişên xwe biden xwebatê, an jî dê gor hikumdariya wi hizir û hişên xwe bidî xebatê. Tu heqê jîyana ê hemberî hizir û hişên hikumdari çu nebû. Anku ê hemberî wi, sîstema wi be, dê bê îşkancakirin, dê rasti koçberiyê bêyî, an dê bikevi zindana û an jî dê beyî berzekirin. Dê bi hezaran şîroveyên dî, bibên seri.

Wekî me di jîyana xwe de dîti, hikometa AKP’ê dema dewleta polîsan avakiri ê hemberê wi jî bi gaza asotê, jopi, ava bihêl re şidet ser wan kirin. Di vê navê de desteser hiqûqê jî kir. Tev bûyerên dijhiqûqê re xwedî derket, bûyerên bihiqûqî jî ji xwe re serhildan qebûl kir. Di vê hikumdariya xwe de nîqaşên tev rewşenbîran, nivîskaran, romanûsan, sîyasetvanan, rojnamevanan, xwendavanan û tev dî hêzên demokratîk de bi alîgirê xwe re xwedî derket ên alîgiri wi nebin jî têkirin zîndana.

Ji bo zexm bûna qeweta xwe ji harîkariya cemaetan re piştgirî wergirtin. Di hikometê de cihên herî girîng êxistin destê têkoşerên cemaetê. Dema kadroyên hikometê êxisti destê têkoşerên cemaetê vê carê di nava hikometa AKP’ê de hikometa cemaertê ava bû. Bi hebûna van du hikometan de berdewamiya talankirina welat de aliyekê roj bi rojê xîmê xwe ê avakirina dewleta islamê qehîm kirin. Aliyê dî de jî a min baweri bi wan neînayi de, di bin sîvanê pêngava vebûna pêvajoyê avêtin. Kurd jî bi xîret û baweriya xwe re xwedî vê vebûnê derketin û hêj niha jî bi wê baweriyê de nin. Biberdewamiya talankirina aborîya welat û şerî îktîdarê de navbenda her du hikometan dubendî derketin. Vêcarê jî xîmê hev hejandin. Û kevtin nava dizi, talan û bêqanûniyê de. Vê carê jî R.T.Erdogan ew têkoşêrên cemaetê en têkiri xîmê hikometê de deşifre kirin

û ew xayîn danebihîz kirin. Belê a herî girîng jî di welat de wezîrên nava keda pîrozwer, dozgeran heqê zarokên wan wezîran de doz vekirin. Ev doze di hikometê de bi bandora bombeyê deng da. Di dîroka Tirkiyeyê de bi yêkemîn car e wezîr ji peywira wezaretê de dest dikêşin. Vê carê jî hikometa AKP’ê zordariya birêvebirinê danî ser darazê. Ew di heqê zarokên wezîran de doz vekiri ji peywira wi avêt û êk aligirê xwe danî cihê wi. We dîyare ev dizi û talana hati kirin dê bê ji bîr kirin. Di vê demê de tu baweriya gelên Tirkiyeyê bi darazê nahê. Lewre daraz azad e an jî girêdayî hikometê ye (çendî bizane jî) tu kes nizane. Sîstema hikometa tirki a tevlihev bûyî niha pêtir tevli hev bû û bizmara xîmê hikometa wan hejiya. Hikometa AKP’ê harikariya cemaetan dest ji xwe kir, niha carek dî ê zivire ku harîkariya dewleta kûr hilde destê xwe. Tê dîtin ku tev doz û armanca hikometên tirki, bi taybet a hikometa AKP’ê mehandin û asîmilekirina kurdan e. Bawer dikim ku kurd dê vê hejandina bizmara hikometê re xwedî dengê (oya) xwe derkevin. Vê bijartina sî adara 2014’ê bi tefaqi û bi bandorek mezin re şarederên xwe bijêrin.

Kurdno tifaqi îman e, baweriye, namus e û xwedî derketina xwe ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10