Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Biratiya bi ‘şıldım bıldım’

Biratiya bi ‘şıldım bıldım’

Van rojan qoşxana siyasetê bi şıldim bıldim dikele. Pakêt û projedahênana kurdî, bervekirina çareseriya pirsa kurdî, bi navê “açılım û saçılıman” li ser textê satrancê her alî ‘liv’a xwe dike.

Hikûmet bi sozên biratiya ‘serxurandin û bindirandinê’ gotina xwe di devê xwe de digerîne, digerîne û digerîne, tîne dîsa li eynî cihî diqelibîne; ne dibe çarox ne jî bivêl…

Projeya bi navê biratiyê ji ‘şıldım bıldım’ê wêdetir wekî kefa sabûnê li ser destan difure û diçe.

Biratiya ku tenê birayek têr, tenê birayek azad, tenê birayek xwedan hemû heq û mafan, tenê birayek serdest, wekî bizmêkekê dixine devê me û me pê asê dikin.

Ecêb e, çi gava em kurd behsê heq û mafên xwe dikin –ku ev heq maf ne qenciya kesî ye heqê me yê xwedayî ye- te dît birayên me rabûn, bi sed cuhan re av kişandin û bi dehan çep û çîv dane xwe û mij û dûmaneke tarî bi serê me de gerand û kir ku em ji daxwazên xwe ji serî bi guhan qayil bibin lê bi ser de jî hêj ew nerazî bin…

Li vê edaleta birayên me yên şıldım bıldım binêrin ku heçî gava me got, “Ma ne em jî bira ne,” te dît çepgirê wan rabû got, “Em înternasyonal in”, dîndarê wan got, “Em biratên ummetê ne”, materyalîstê wan got, “Tu maneya welat û mafan tune ye, her tişt made ye”, demokratê wan got, “Mafê te jî wek ê min heye” û dîsa em bi şıldım bıldımê têne xapandin.

Xapandin, qusûreke gelekî mezin e û yê tê xapandin bi qasî yê dixapîne gunehkar û sûcdar e.

Erê, hayê min jê heye, min tabloyeke xweş neda pêş çavan lê rastiyeke me ye ku di van rojên ku hemû çapemenî û medyaya bi şıldım bıldım berê xwe daye daw û doza me, di van rojên ku dewlet û hikûmet bi hev re lê dixerikin ku vî agirê dawîn ê birc û bedena Kurdistanê bi yekcarî bitefînin, pêdivî ye ku em hişyar û zana bin.

Di textê satrancê de liva herî girîng tê leyîstin.

Xîçikên sor û reş li ber hev têne kişandin.

Dewlet behsa welatê unîter, yekparetiya welatî, yekzimanî û yekalê dike. Dibêje, xîçikên me yên sor û reş hene.

Her kes van rojan xîçikan dikêşe û ev jiyana ku jixwe bi hezaran xîçikan li me bûye ‘girtîgeheke mezin’ wisa lê dikin ku mirov nikaribe lê bihedire û lê bi dilekî xweş, bi reng û dengê xwe bijî.

Cihê heyf û mixabiniyê ye ku di vê cîhana ‘unîter û yekpare’ de, li vî welatê bi biratiya şıldım bıldım jiyan bûye kâos, ‘açılımên’ wekî minetdarî lutfekê bi pivdana medyayê bi şıldım bıldımê têne nepixandin û wisa têne pêşkêşkirin, a rast tenê kefa sabûnê ya ser destan e.

Biratî, gotina herî pîroz e.

Aştî, helwesta herî rûmetdar e.

Jiyan, heqê her kesê ye.

Di nav rojên ku ev her sê têgehên pîroz ‘biratî, aştî û jiyan’ têne suîstmarkirin de, di xaçeriya ‘an hero an mero’ de kurd û tirk dikarin dilsoziya xwe bi pêkhatinê îspat bikin.

Ango, bêyî şıldım bıldımê roj hatiye ku em hind pirsan bikin:

Heke em bira ne, kerem kin em bi hev re bijîn; çi heqên we hene, eynî heqên me jî hene, ne wisa?

Heke em cîran in, kerem kin, ji mala cîranê xwe derkevin, hind e sal e mê mêvandariya xwe kir, bes e; ma ne we ye?

Heke em dijmin in, kerem kin meydan, an man an neman!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi