Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

BINPÊKIRINA ZIMAN RÛREŞIYA MIROVAHIYÊ YE

BINPÊKIRINA ZIMAN RÛREŞIYA MIROVAHIYÊ YE

Mirov dema zarokbûna xwe de bi xwezayî hindik hewcewtiyên wi/wê hene. Di van hewcetiyên wi/wê de yêk jî xwarin û vexwarina wi/wê ye. Dema ev hewcetiyên wi/wê hatin cih, pêşîya wê de hewceye ku êk xwedîyê wi/wê bibe. Li wi/wê xwedî derkeve.

Lewre heke xwediyê wi/wê çu nebe jîyana wi/wê ji bo berdewamiyê îza ye. Çimkî jîyana xwezayî de navbenda candariyê de ê xwedî qowet ew dijî. Di mirovahiyê de bi hebûna aqil û zimanê xwe re tifaqi û bi hev re xwedî derkevtin heye.

Ev jî tê zanîn ku bo jîyana zaroki ji dayika wi/wê zêde tu kes nîn e. An ku tenê dayika wi/wê li zarokê xwe xwedî derkeve û diparêze. Dayik ji ganê xwe zêde zarokê xwe parêze.

Zarokê hate dinyayê pêşîya hînbûna zimanê dayika xwe dengên bi mînaka “inga-inga, de-de, a-a” û hwd. derêxe. Piştî van dengana hîn zinmanê dayika xwe dibe. An ku dayika wi/wê di cîhanê de kîjan ziman biaxive ew jî hîn wi zimani dibe û wi zimani diaxive.

Gor têkiliyên zarok û dayikê de; ku dayik dibe sedema hebûn û jîyana mirovi tev cîhan dizane dayik cihek pir girîng digire. Çimkî her mirovi re, dema zarok û heta mirinê dayika wi/wê cihek herî girîng digire. Di van û pir dî sedemên wekî vane dayik sedema habûna mirovahiyê ye û sedema fêmkirina têkiliyên mirovahiyêye. Ji vê çendê di nava civakan û hebûna makeqanûna mirovahiyê de dayik divê bi bê parastin. Di xwezayê de bi taybet tev herêmên cîhanê de divê cihê dayikan hebe û bi germahiya dilka xwe re bibên hembêzkirin.

Êkere em dibêjîn dayik dibe zimanê mirovahiyê û mirovahi jî bi zanîna zimanê dayika xwe re bi hev re têkiliyê dikin. Tê zanîn heke zimanê mirovi çu nebe mirov/mirovahi jî bi mînaka hêwana dê bi hev re têkiliyê bikin.

Rasti jî hebûna dayikan, xwedî derketina hebûna dayikan me got ji mirovahiyê re cihek girîn digire û bi çar rêze nivîsînên hevokan re xilasnabe. Em di van hişên di vî alî de dewlemen de çend rêze nivîsînên zimanê dayikê de sekinîn.

Em kurd “ev tiştê (çi be) min dayi wi/wê bi mînaka şîrê dayika wi/wê ji wi/wê re helal be, an jî wi/wê ev kare bi keda milên xwe stand, ji wi/wê re wekî şîrê maka wan helal be” dibêjîn. Bi rêketina vê mînakê an ku hevokan de şîr û zimanê dayikê di hebûna mirovahiyê de çendî cihek girîng digire tê dîtin. 

Mixabin di rojeva me de ne dayik, ne şîrê dayikê û ne jî zimanê dayikê xwedî derkevin û rojê bi dehan re dayik tên kuştin. Bihêle xwedî derketina pîrozahiya wan, qedir nadenê û hildidin bin pê.
Dîroka cîhanê de tu gelan, zarokan re hînbûna zimanê dayikê nahê qedexekirin. Tiştik wahe hebe ku ew ji wî geli, hikometan re dibe rûreşi û kirêtiyek mezin. Niha Tirkiyeyê de nêzî bîst milyon kurd hene û zimanê wan qedexeye û nahê nasbûn. Ev jî ji hikometên tirki re rûreşiyek girîng e.
Di hewcetiya mirovahiyê de çendî ji çavan re ronahi, ji axê re dayik hebe, ji têkiliyên mirovahiyê de jî hind hewceyî zimanê dayikê heye.

Vê demê zimanê kurdan binpê de maye, nahê nasîn û qebulkirin. Di vê sedemê de kurdan ronahiya çavan çu nîn e, axa wan parçe parçeye û nahê nasîn. Kurd jî bi mînaka lewendê nava gundi xwe dihejîn in û dibêjin em kurdin. Kurdê bê ziman çawa çêdibe ew jî nahê fêhmkirin.
Di vê meha îlonê de kurd bila temaşeyî kêf û şahiya zarokên tirkan bikin. Bi vebûna dibistanên wan re zarokên wan di nava hêcanek çendî girîng de nin. Kolanên bajar, navçe û gundan de şahiya zarokên wan re kesera dilka mirovi parçe perçe dike. Evê hevokê di aliyê kêf û şahiya zarokên wan re dibêjim, bila xelet nehê fêhmkirin. Çimkî hêvîya me ew e ku zarokên tev cîhanê perwerdahiya zimnê dayika xwe bibîn in.

Alîyê dî de jî di vê meha îlonê rasti kêfxweşi û şahiya zarokên tirkan temaşeyî zarokên kurdan bikin. Zarokên kurdan bi mînaka zarokê êtîm û sêwî pêşîya wan de dibezin. Ma kî daxwazî nake ku zarokên kurdan ji bo perwerdahiya zimanê dayika xwe bi vê mînaka kêfxweşi û şadbûna zatokên tirkan nejîn.

Tirk bi stemkariyê re zimanê kurdan înkar û îmha û asîmîle dike. Belê îroj kurd bi hezaran re rasti vê polîtîqaya tirki têkoşîna azadiya zimanê xwe dide. Rasti vê têkoşînê, hikometa AKP’ê ji binaguhi bi qestuk jî be zimanê kurdî qebul kir. Belê kurdan tu baweri bi wan nemaye, lewre ew dibêjin bila zarokên kurdan dibistanê de hînbibin zimanê xwe. Belê kurd vê jî wekî karê lîstok dibînin û qebûl nakin. Kurd dibêjin me nevê em hîn zimanê xwe bibin, me divê em bi zimanê xwe re perwerdehiyê bibîn in.

Pêşîyê kurd û paşê jî tev mirovahi dizane dewletên herêma Rojhilata Navîn bi taybet tirk ser zimanê kurdan tehde lê kirin û zimanê kurdan asîmilasyon dikin. Em sefyaneyên kurd jî bi harîkariya wan re di nava otoasîmilasyonê de parîyê nanê wan rûn didin.

Di gomanê de nin. Niha hikometa AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan hewl dide. Gelo ev hikometa AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka zimanê kurdan dê çi pêngavan biavêje? Hikometa AKP’ê di vê meha îlonê de ji zarokên tirki re dibistanan vedike dê ji zarokên kurdan re kengî dibistanan vebike? Li bendê ne.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10