Silêman Feqiyanî

Bindestiya ziman bindestiya gel e

25 Şubat 2010 Perşembe 20:12

Rojekê ciwanekî Kurd diçe Stenbolê. Stenbolê jî hevalek wi heye û dilê xwe de “çawabe ez yê Stenbolê, ca telefonekê ji hevalê xwe re vekim û wi bibînim, paşê zivirim welat” dibêje û ji mala wi re telefon dike.

Telefonê vedike û êqibalê dayika hevalê wi tê telefonê. Ew jî bi dengekî nerm û hindî ji desti tê nêzûk axaftina Tirkî pirs dike. Dilê xwe de dibêjî “divê ez we baxivim ku ew nezanin ez Tirk nînim.”

Tev hiş û hizirên xwe didete xebatê û Tirkî di bêjî dayika hevalê xwe.

“Birêz xanim, biborîne ez dema te zeyî dikim. Belê ez hezdikim ku (?) re baxivim” dibêjîtê.

Dengê xanimê tê guhê wi û dibihî ku xanim bang likurê xwe dike û “(?) kurê min zilamek bi selîqa zimanê herêma Kurda axive dixwaze ku ji te re baxive. Ew ciwan ê serê dî yê telefon ê li benda te” dibêjîtê.

Ciwanê Kurd di mînî şaş, “min gor dilê xwe Tirkitiyek pir saf axaft bû, evê xanimê çawa zanî ku ez Kurd im” didilê xwe de derbezkir.

Kurd di bêjin şahidê rûvi dûvik e.

Her we Kurd bi deh qalibên sabûnê re xwe ji zimanê xwe tafî bikin û biçin nik sefari bi qelayê xwe ji zimanê xwe re qela bike, carek dî neşê zimanê xwe înkar bike. Neşên xwe ji zimanê xwe bêjîng bikin.

Di vê mînakê de tê çav ku tev gel bi zimanê xwe re dibin gel. Ziman nênûka mirovi ye. Rewneqa hevin. Zimanê mirovi wekî dilopa rondikên zaroka mirovi zelal dike.

Ji wê çendê.

Heke mirov bêje zimanê min jîna min e, heke mirov bêje zimanê min welatê min e û heke mirov bêje zimanê min hebûna evînya min e, bawerim tû xeletîya wê çunîne.

Wekî hemû gel a Kurda jî zimanê xwe heye?

Belê heye.

Wekî hemû gel a Kurd jî bi zimanê xwe re dijî in?

Belê dijî in.

Wekî hemû gel a Kurd, çendî qedexe be jî carekdî bi zimanê xwe, navê mirova, navê wara û xwezaya xwe nav dikin an na?

Navdikin.  

Gor zimanê Kurda navê welatê Kurda heye?

Belê, heye.

Çimkî wekî hemû gel a Kurd bi zimanê xwe re binav in, bi zimanê xwe re xwedîyê war û erd in û bi zimanê xwe re xwedîyê navê walatê şirîn in.    

Çimkî bingeha xîmeyê mirov û bingeha welatê mirov zimanê mirovi ye.

Her we.

Tinê di van gotin û dîtinê de zimanê Kurdî de kêmasiyek heye.

Ew jî zimanê Kurda azad nîn e. Bindest e. Êxsîr e. Tepeser e. Di nava êş û jan de ye.

Mixabin ew jî ji bêxîretiya Kurdan e. Wekî asimîlasyona gel ên liser zimanê kurda diden xebatê, ji wan zêde Kurd bi xwe jî dinava otoasimîlasyônê de nin. Wekî mînaka jori şerm dikin bi zimanê xwe baxivin, bi zimanê xwe jîn bikin.

Di jêr de tê dîtin tengaviyên ser zimanê Kurdi.    

Heke vê demê Kurd, Tirk, Erep û hwd. gel hebin sedema zimanê xwe henin. Ancax Kurd dinava van zimana û gelan de cihê xwe kîderê digire, ew girîng e.

Seba qedexebûna zimanê Kurdi, Kurd xortiyê li xwe dike ku Tirkitiyek safî baxive ca tû bela diserê wi de nehê.

Seba qedexebûna navê mirova û war a, Kurd navê zarokê xwe dike Tûrkan, Goktûrk an jî navê warê xwe dike Ergenekon, Bozkurt û xwe dinava îmha û înkarê de berde.

Seba qedexebûna axaftin û perwerdehîya zimani, Kurd şermê ji xwe û zimanê xwe dike. Herin bajêrên Kurda bigerin û dê bibînin ku tu Kurd bizimanê xwe na axive. Tu Kurtd di kolan û malên xwe de Kurdî na axivin. Bawer nakim tu gel wekî Kurda neyarê zimanê xwe nîn in.

Seba qedexebûna berkirina cil (kincê) Kurda, Kurd şeluşepkên xwe, fîstan û kirasên xwe bernekin, an ku li xwe nakin.

Hwd. Hwd. û hwd.

Heke binyatê zimanê Kurda diqedîmîyê de qahîm neba, niha zimanê Kurda mehî bû. Asîmile bi bû.  Ji wê çendê em Kurd pir bi şans in, gor vi şansi jî carek dî em Kurd xwedî zimanê xwe dernakevin.

Bila Kurd şerm ji xwe bikin. Bila wekî pepoka kumikê xwe liserê xwe nekin, bêdengîyê nekin. Bila bi tev derkevin kolan a û bi slogana “em perwerdehıya bi zimane xwe dixwazın” re bang bikin. Çawa xwedî ola xwe dibin bila we jî xwedî zimanê xwe bibin. Çawa sê danê rojê xwarin û vexwarina xwe re hişyarin bila we zimanê xwe re jî hişyar bin.

Di şirînîya zimanê hemû dayika re, ez vê roja 21.Reşemî.2010’ê “Zimanê Dayika û Sala Wekhevîya Çand û Ziman” de zimanê dayikê, ên Kurda û tev zimanên bindest pîroz dikim. Di bêjim bindestiya zimani, qedexebûna zimani rûreşîya mirovi ye. 

Bu yazı toplam 6716 defa okunmuştur
OSTE
 // MAM
DESTE TE SAĞ MAMOSTE...
26 Şubat 2010 Cuma 14:10
DİL
 // ÖMER
Kovara NUBIHAR JI BO ZIMANE ME BERHEMEKE ZEHF GIRINGE...
26 Şubat 2010 Cuma 13:49
spas
 // spas
Deste te sağbi mamosteEz jı bo zımane kurdi Kovara NUBIHAR şiret(pend)(tavsiye) dıkım Berhemeke be hempaye...
26 Şubat 2010 Cuma 13:09