Omer Dilsoz

Bihara Kurdî nehat û nehat

23 Mart 2015 Pazartesi 12:24

Divê em çep rûnin –hûn dikarin bi çarmêrkê jî rûnin- lê rast bêjin. Gotina rast gelek caran gelek tal e, lê dîsa jî divê mirov hin caran pihînê li binê kodê bide û vê jehra peyvê ji hinavê xwe vereşe/bihilîne derê.

Piştî kurmanciya Pervîn Buldanê ku –çu kes tênegihîşt- di medyaya civakî de nîqaşeke berfireh dest pê kir. Hemû pirs jî li vê “çima”yeke tal dialiqîn: “Ev gotar kê wisa berbad wergerandibû û çima Pervîn xanimê piçekî be jî ser dîksiyon, deng û axaftina kurmancî serê xwe neêşand.

“-Çima gava tiştek bi kurdî be,  wisa bi ser guhê xwe re diavêjin?”

“-Ma heke tirkî bûya dê wisa bixwenda?”    

Xwedanên van pirsan gelekî neheq nîn in, kurdî jî wekî hemû zimanên dinyayê, axaftineke xweşkûk, dîksiyoneke estetîk, spehî, maqûl heq dike, ma ne wisa ye?

Cihê hezar dax û mixabinê ye, kurdî di hiş û mejiyê gelek siyasiyên me de, tenê “formalîte” û “amûreke propagandayê” ye, heyf!

Begino, hermetino; heqê we tune hûn vî zimanî ewqas biêşînin!

Ez zanim; heqê her kesê heye, bibêje: Wele babo, ez bi kurmancî naxwazim. Em ê jê re bêjin: Mala te ava. Dîsa heqê her kesê heye bêje: Ez ê siyaseta xwe, jiyana xwe bi filan zimanî bibin serî, ew, ji bo min xweştir e; Em ê bibêjinê: Ser seran û ser çavan, lê belê heqê çu kesekî nîn e, bêje: Wele babo, ez ê hem xwe fêrî zimanê we nekim hem jî hemû axaftin û gotinên ser vî zimanî jî, ez ê bikim! Ev nabe! Ev xelet e, guneh e, zilm e, neheqî ye…

Çima weha ye?

Çimkî kurdî cidî nagirin, çimkî kurdî sivik dibînin, çimkî kurdî erzan dibînin, çimkî kurdî kêm dibînin, çimkî kurdî HEZ nakin!

Mesele hemû meseleya HEZJÊKIRINÊ ye; heke mirov ji dil be mirov dikare 6 mehan ji sifirê fêrî ÇÎNÎ jî bibe.

Lê mesele, mesela mejî ye, hişî ye, exleqî ye, têgihîştinê ye, qedirpêdanê ye…

Dîrok, van rojan, van nêzikbûnan, van kiryaran dê çawa binivîse ez nizanim, lê ez ji tiştekî yeqîn û piştrast im, ew kesên ji bo dengê vî zimanî axîn kêşane, êşkence dîtiye, malik şewitiye, bi der û kolanên dinê ketiye, çûye serê çiya, hatiye zindanîkirin, şehîd bûye, niha hestiyên wan DIÊŞIN!

Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran niha di gora xwe nalenalê dikin û dibêjin: Eman ji destê van nezanan!

De bes e, bila bihara kurdî bişkive: Xweziya min ew e, siyasiyên wek Selma Irmak, Osman Baydemîr li siyaseta kurdî zêde bibin û bêne pêş.

Ez bo kurdiya wê ya çavreş, Selma xanimê pîroz dikim û dibêjim: Şabaş!

Lê ew ên kurdî diêşînin, hema demê giyanê me kul dikin: Ez dixwazim vê jî li dawiya gotina xwe zêde bikim.

-Bihara kurdî, Newroza Kurmancî; de ma êdî tu nabişkivî!

Bu yazı toplam 6185 defa okunmuştur
destê te saxbe mamoste
 // bênavim
Rastî gelek ji milletên me û tevahî sîyasetmedarên me hêvîdarin ku şoreşan kurda ê bi sîyasetên serkeve. lê mixabin bi kurdîyeke şaş û di kêmasî de sîyaset bê mane dimîne. Di vê mijarê de pêşketin bi nezaninê na, bi zanîn û xweş axaftina ziman de jî weşartî ye. Bi ser vê rasteqînîyê de gava ku ziman û sîyaseta kurda bi hev re pêşketin ew dema bihara kurda ye û şoreşa kurda j maneke...
29 Mart 2015 20:31