Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bihara “kujinde” û pifdanka 4+4+4

Bihara “kujinde” û pifdanka 4+4+4

Min gelek dixwest bişkiftina biharê bi tama van RISTEyên Sadiyê Şîrazî;

Kirasên pelên li ser daran
Wekî cilên/keşxa cejnê bexteyar bûn.
Serê sala Celalî ewilê meha nîsanê bû
Bilbilan dixwend li ser mînberên çiqilên daran.
Mirariyên xwîsê ketibûn ser gula sor
Evên wekî xwêhdana ser dêmê yara acizbûyî” pêşwazî bikim.   

Lê mixabin û sed mixabin hema bi Newrozê re bayê biharê bi “bêhna xwînê” tijî gelî û dolên Kurdistanê bû û di encama vê qir û qalê de bi sedan canemergên biharîn serkut kirin û kulîlkên nûgiha kirin mêvanê axa sar.

15 keçikên kurd ên ku bi xewna azadiyê hêlîna dilê xwe li paxila çiyayên Kurdistanê weke hêlîna berkutke li şaxê zinarên asê çêkirî, niha li teneşoyên sar tên veguhastin bo zikê axa sar; Wan çavên Newrozê bi çavên xwe bişkiftina vê biharê nedîtin û bûn qurbaniyên Newrozê.

Li rexê dîtir, Wezîrê Navxweyî Idrîs Naîm Şahîn ê ku weke “şeytanokan” di tifa xwe de dike bixeniqe, bi zimanekî kirêt ê ne hêjayî behskirinê, kîn û nefreta xwe vedireşe.

Nizanim “kurdan çi pê kirine” ku ew çend kîndarê kurdan e; Nexwe weke tê zanîn, ew jî weke hemû rayedar û payedarên dewletê, piyonek e, hinekan senaryoyek nivîsandiye û daye destî; Ew tenê “rola jê re hatî destnîşankirin” dilîze.    

Van rojên har ên biharê ku pêvajo û zimanê siyasetê jî bi heman astê har û dirinde bûye; Ez qet û qet tênagihim ka hin KURdÊn me çima xwe li dû dûvê “4+4+4Ê” dihilavêjin?

Gelo van rojên ku 15 daxên agirîn li kezeba me dadane û kizekiza mêlakên me diçe ber perrê asîmanê heftê, çi li me ketiye avê ku em guj û guj li dûv qûna “4+4+4ê” ketine?

Ji ber wê bê hemdê xwe mirov dikare vê pirsê ji serkêşên ku zendên xwe bo rêveberiya kurdan badane bike; Çima rojeveke me ya siyasî ya xweser tune ye?

Ez qet fêm nakim ka çi derdê me bi guhertina pergela perwerdeya dewletê re heye; Bi ya min: Ji vê gulol û girarê me tirar û sêniya ku ber para me bikeve ev e û divêt em li pey vê pirsê bin;

Gelo di vê bazarê de mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî heye an nîn e?

Derdê me perdwerdeya bi kurdî ye; nexwe ji me re çi pergala “4+4+4” an jî “1+8+3ê” kî dikare bibêje ka ferqa wan çi ye û par û pişka me di nav de çi ye?

Vê bazara kujinde de, KURD divê xwe nekin dûvikê siyaseta kemalîstan!

Ji bo kurdan; faşîzma KESK û ya SOR ferq nake; Divê bazara me bo bidestxistina MAFÊN NETEWEYÎ be!

Pêşiyên me gelek xweş dibêjin, “Daweta mîran gir li feqîran”, mesela “4+4+4” an jî “1+8+3ê” ji bo me kurdan tenê ev e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi