İrfan Sarı

İrfan Sarı

Bi Kurdî Evîn û Cejn

Bi Kurdî Evîn û Cejn

Nava belgê vê binevşiyek hûr û qeraxa vê jî spîtiya şîrî ye, navê vê canemerg e. Dema bêhna rojê bikeve nava çiyayên bişeng, berf hedî hedî dihele canemerg serê xwe bilind dike û avirên tîr diavêje esmanî.

Mirov dikare bibêje ev dîtine wek zimanê Kurdî ye. Lê zimanê Kurdî ne wekî canemergê kêm temen(umr) e, rasterast wekî axa pîroz e. Cîhan(dunya) biqelişe û bisoje jî ax her ax e. Ji ber vê mirov dikare ku bibêje ax hindî hebe dê canemerg jî her hebin.

Canemerg, mizgîniya bihar û hêviya serhildanan e.

Li gor seqaya (atmosfer) ez di nav de me ev renge dide nîşan ku zimanê Kurdî hem evîndarî ye û hem jî cejn e…

Bi Salan, heya bi hezar salan e bûye qedexe lê serê xwe ne daniye. Her gav xencer(şûr) jî dixwar li nava kezeba xwe lê dîsa serê xwe nedanî û gehîşt îro.

Eger mirov baş bifikire, zilmdariya ku li ser zimanê Kurdî hatî kirin nayê terîfkirin.

Çawa mirov derdikeve xwezayê û bêyî hemda xwe pê li canemergan dike wisan jî me pê li zimanê ezîz ango Kurdî kiriye. Ev zilme me bi destê xwe aniye serê xwe.

Pêwîst e mirov bibêje ku her çar aliyên nexşa (xerîteya) Kurdan zordest hebûne û wan car car jî li ser Kurdan lê belê pitir li ser zimanê Kurdan leyîztokên girseyî danîne.

Yek ji van leyîztokan jî bi destê kurdan Kurdîtî qedexekirin e. Eger ku hûn bi Kurdî biaxivin dibe ku hûn gundî bin. Lê gava ku we zimanê zordestan axivî wê gavê hûn bajêrî ne.

Yek ji van jî danîna navên zarokên Kurdan bi erebî bi tirkî û farisî ye. Eger li der dora xwe mirov baş binêre wê  gavê dê bibîne ku erebî ew qas ketiye di nava ruhê Kurdan de ku li ser wê sûnd û peyman xwandine. Ev jî dide nîşan ku ereban bandorek bizilmkar weşandiye li ser zimanê Kurdî. Her wisa tirkan jî û farisan jî.

Belê ev rastiye li ber çavên me ye lê ya din jî dûrî dîtina me dimeşe.

Îro cejna zimanê Kurdî pêwîst e bi hezaran heta bi sed hazarî kesan ve bihata pîroz kirin. Hol û qad pênvag pêngav tejî bibana.

Binêrin deşta Geverê gava ku berf heliya bi sed hezaran canemerg mılên xwe didin yek û bi rengên xwe xemleke neteweyî ava dikin. Çavên xwe didin li korahiya esmanî derdora wan dibe beheşt. Ji ber ku dema wan hatiye û ew jî rewşa xwe li gel xwezayê parve dikin.

Ji ber vê pêwîst bû Kurdan jî îro cejna xwe li gel tevahiya cîhanê parve bikira.Agahiya rewşa xwe û xweyî derketina ziman dengegî awaz bilind bikira. Ca ziman û nasname di coşek bi har de biba.

Heya Kurd li zimanê xwe bi evînî girêdayî nebe ev coş jî dernakeve holê…

Timî vane dide nîşan ku heya şerma ziman nekeve dilê mirov wijdan jî nateqiyît di keseyatiya şeref de.

Eger peyvên Kurdî şûnda bibe canemerg temenê(umr) wî jî wekî ya canemergê dê kurt bibe. Na hûn dibêjin divê heya cîhan hebe dê zimanê dayika me jî her hebe wê demê bizivirin û xweyî li zimanê dayika xwe yê bedew derkevin.

Vê demê, deşta Geverê û çiyayên bilind çawa di xemla rengine de ne ziman jî dê wisa xemlîn bibe.

Evîn dê ji dil derkeve, ajarên xwe rake li ber esmanan û cîhan jî dê tev lê binêre.

Vê demê bi baverî ve ziman digehe armanca xwe.

Cejna ziman dêl û can pîroz be.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
8 Yorum
İrfan Sarı Arşivi