Omer Dilsoz

Ber bi kî derê ve?

16 Aralık 2015 Çarşamba 12:06

Ez zanim, van rojan hema her kesê li Kurdistanê ye vê pirsê ji xwe dike. Bi rastî jî em tev li keştiya bay siwar bûne û ber bi xilolehiyeke nediyar ve diçin. Welatê me bûye gilokek agir û pihêt pihêt dişewite: bajar tên kavilkirin, roj nav rojê mêrxas û maqûl têne kuştin. Jixwe kuştina zarokan êdî bûye nêçîra beytikan. Çi heyf e, em ro bi roj bêhtir hînî bêhna mirinê têne kirin, hînî rakirina cenazeyên terotolên xwe dibin û roj naçe ku li welatê me çend ezîzên ber dilê me ji nava me nehilînin…

Êdî bajarên me bi bend û xendek in; çend gav bi wê de xendek û bend tên ber riya te, çend gav wê de, bajêr di bin bêdengiyeke mirinî de, li ser striyan jiyana xwe ya rojane dimeşîne. Pirtepirta dilê her kesî ye; çav û guh bel in û wa ye her gav dibe her tişt bibe. Êdî li bajarên me bêhna gazê, dengê çekan, siya mirinê hema bêje bûne riknek jiyanê yê normal û mixabin em ro bi roj lê dihewisin û hînî vê rewşê dibin.

Mizgeft, dêr, perestgeh li ber çavên me têne hingaftin, xanî û xenîmeta dîrokî li ber çavên me dibe tara bêjingê û dîwarên kuçeyên me simto simto ne.

Du jiyan li bajarên me hene; yek jiyana li dora bend û xendekan û jiyana dî ku ne dûrê wê ye, ne jî nêzik. 

Bu yazı toplam 5360 defa okunmuştur