İrfan Sarı

İrfan Sarı

Belgên, demsal payîz e

Belgên, demsal payîz e

Payîze dîsa. Demsala direng. Belgên dara, hûr hûr di kevin erdi. Mîna bê kesa digere ba…

Dîsa, dilê çîyaên Kurdistanê de nexwşe jiyanek xwezayî.

Çem, mîna dengê bilura şivanekî xemgin xemgin’e, vekî rêvînge kî rêya dur hatî pêngavên bê derman di avêje..

Gavan, germe ki direvin tîran ber dide laşê mirov gavan ji sermayeki bê serber û virane digere. Payîz ev qas dest û tilîyên xwe nîşan dide, merov de zane demek nêz da de zivistan dakeve nav gund û bajaran…

Ne zivistan dure, ne çiya!

Çîyayên ser sipî, hindî bêhneke xweş nazik diyarin. Berf û baran û goman e herdem, li ser serê çîyayan.

Dîsa jî Belgên, vekî duratî ya te jî, gomantiya te jî ninin ev der.

Sal dê vedigerin, demsal vedigerin, roj vedigerin lê tu venegerîyêy. Eger, ev çîroke bo roja mehşerê hate nivîsandin ez dîsa bi ber û bedena xwe we amademe. Belê, tirs a min çi dem û demsalan û di dinyaya nû da cihê wê çîrokê tu nabe.

Aha! Bi zane ku zivistan hat. Rê hatin girtin, her der berf û barane.

Dura tî ya te dê hêj jî dûr be…

Rê, dê bêne girtin. Rûbarê suretê te vekî şilqan/pêlan wê bên bi dîvarê xeyala min bi kevin. Nakevin nav xeyala min da; te fêhm kir, li ber dîvarê wê de dê be sekin e.

Wê demê, ezê asîmanê şîn li te bigerim pê/bi çavên xwe yên şeqî.

Car cara, ramanên xwe di berdem ber derê behra Marmara. Hinek car tu wê bibî sipelên ser behrê, hinek car wê bibî teyrê masîgir, hinek car vapurek/keştîyek bê silav, hinek car jî gemîyek bê ser û bê dumahî…

Tu revneqa ser lêvên behran be.

Bibî stranek kurdewarî, li ser serê bajarê mezin de bigere, di naw stranê de bila evin hebe, hesret hebe, dûra hî hebe, çavên şûşa qristal hebe, yara durr û cevahir hebe..

Pavîze, pavîze kî dereng…

Dil û hinaw di hesyarî(heskirin) ye de bizdîyane(fetisîn).

Bila aliyek, evrupeyibe sebeta(qefesa) dilê min, aliyekî wî jî gundevarî be da ku emrê(temen) çûyî ber xwe nekeve… Da carekê wekî(mîna) momê(şemal) ne helîyêt. Careki da ne venda be.

Waye ez vegerîyam di xeyela xwe da. Dîsa naw tebeqa serê min da ma xeyala te, dikim nakim nikarim bi qetînim nebûna te.

Tu dûrî,di demsala dereng de.

Ez lavikê kijan çîyame, di dest û tilîyên min de bêhna axê, di dilê min de evînek naw salî, di aqlê min de çerxa cihanê.

Bê welat, belengaz û bê çare…

Bê çareyî ya nebûna te.

Niha ez kal ne bu ma, minê baskên xeyalên xwe xwurt kiriba. Ezê çîya çîya, deşt û neval, bajar bajar gerîyabam. Minê nawnîşana te ser singê xwe mohr kiriba. Xerîta dilê xwe da ji bote qesrek ava kiriba.

Di wê qesrê de bi hezeran ode(xulf) heban.

Di her odeyê de, nexşên çaven te yen/ên qehveyî, lêvên te yên buheştî, pora te ya agirî, enîya te ya neynûkî, singê te y deştayî, memikên te yên xoxanî lê heban.

Lê mixabin ez kalim wekî wê demsalê.. min hesayên xwe veşartin ku tu dûrî… belê hêvîyên dilê xwe da min da ber bayê evîna te, da tu car û tu demê neçilmise..

Xalét Lehî re spas.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
8 Yorum
İrfan Sarı Arşivi