Silêman Feqiyanî

BÊLDÛKÊ BÊLDÛKÊ XWEDÊ KUREKÊ BİDE BÛKÊ -2-

05 Ocak 2015 Pazartesi 11:00

Ji bo vê gotina wi rasti Rêncber şerm ji xwe kir. Bi rûyê şermê re serê xwe çevand ber xwe û “Xwedê ji te razî heta niha min çi lewçeti kirin e, min çi tiştê ku mirov jê hez nakin kirî ye? gotê. Heta niha rewneqa tu peyvên xirab an jî kirêt nekevtiye ser min.
Mihemed Salih dît ku şerman de rûyê Rêncber spî bû, dilê wi jî şikest, gotê.
“Bihêle şeytaniya neke. Tu jî dizani min ji bo henekê we got te. Dilê xwe nehêle. Ez serê kanûnê de, me çi heneki dikirin wê ji hewe re bêjim. Heke dê dilê hewe ji min bişikê wê demê ez jî dê xwe bêdenk bikim, ji min re çêtir e.”
Çavşîn wekî tev hevalên xwe bi vê axiftina Mihemed Salih re dilsojî bû. Gor wi/wan divê mirov rasti ê ji xwe mezintir rêzgir be. Di fersendaya wê demê a nava mezelê ji xwe re ferzende dît.
“Apê Mihemed Salih. Êz hêvîyê ji te dikim ku tu kêmasiyên Rêncber nebine. Bawerim ewi ji bo dilmayî tiştik ji te re negot.” Ji bo mijara wê demê biguhurîne axiftin zivirande bêldûkê. “Heta par jî tê bîra min ku me serê meha çileyê biçûk kinc li xwe dikir û em mala digerîyan. Apê Mihemed Salih ji kincên li xwe kirinê cida hewe tiştik dî dikir an na? Em bendêne ku tu di vî alî de me agahdar bikî” gotê.
Mihemed Salih bi vê axiftina Çavşîn re di bin simbêlên xwe de girnijî. An ku navbenda kenîyê û nekenîyê de ma. Zû de “lawê min Çavşîn. Bizane ku tu caran dilê min ji ciwana naşikê. Tenê min ew axiftin kir ku Rêncber dest ji lewçetiya berde. Dilê min ji axiftina Rêncber neşikest. Evê hûn hemî bizanin.
Em zivirîn henekîyên me ên di aliyê bêldûkê de ên kevin. Rast e. A kincan niha jî li xwe dikin. Belê hûn baş bizanin ku berê banê avahiyan de kulekek hebû. Ew kuleka nava bani bi mînaka bixiya sobe a îro bû. Ji bilî vê berê goreyên me newekî ên îroj bûn. Goreyên me bi rîsi çêdikirin û benikek dirêj di êxistin baskê gureyê ku bi wi beniki goreya xwe di bin çuka xwe de girêbidin. Me digot wî beniki dûlik ê gorê. Ku ca gure bigehe nava mezelê me ew dûlikê goreyê bi beniki re pêtir dirêjdikir. Paşê jî em diçûn ser bani û me dûlikê gureyê digêrt û gure dahêla nava mezelê. Bi tiştik dî jî me dahêle nava mezelê. Ew jî tûrik bû. Kincê bi sê rexên wê re hati dûrîn û benikek jî êxisti derê wi re digotin tûrik. Bi wê bizava xwe re me benikê gureyê an jî tûriki di gêrt û dahêla nava avahi û me digot. Bêldûkê bêldûkê serê kanûna biçûkê, Xwedê kurekê/keçikekê bide bûkê, tiştikê berdin binê vî tûriki. Heke xweyê malê tiştik netêkiribe tûriki an jî gorê me bi tevir an jî tiştikdî re lêxist bani. Belê piştî kulekên bani hemî hatin girtin me çareseri bi kincên kevin de dît.
Dilşad dît ku axiftina wi xilas bû zû de, “başe, heval no. Ji bo hatina çîrobêji zû ye. Em seba çi derê hindik avahiyên taxi naqotin? Bêldûka îsal em bi bîr bînin” gote ortê.
Bi vê gotina wi re reng û rûyê tev ciwana geş bû. Şibi hemî bi nêrîna “rast e em bo çi kincan li xwe nakin?” temaşe kirin. Şêxmûs û Dilşad nişkê de rabû ser pêyan û hêvî ji hevsera Mihemed Salik kirin.
“Dayika Zelîxayê me hêvî ji te heye ku tu hindik kincên kevin bide me” hêvi ji wê kirin. Bi vê hevoka xwe re destên xwe perixandin û dilsoti nêrîn wê.
Zelîxayê jî bi şaşi nêrî wan “kurê min kinc nabe. Divê hûn şarşefka li xwe bikin û berçavka bidin ber çavên xwe ku ca tu kes hewe nenase” gotê. Çimkî ên berê we dikirin.
Bi vê gotina Zelîxayê re ên rûnişti jî rabûn ser pêyan û hemî bi hêcan re temaşeyî wê kir. Rêncber “dayika Zelîxayê heke tu dibêji çarşefik tu jî hindik çarşefika ji me re peyda bike”gotê.
Zelîxa kenî “heke di vê bizava hewe de hewe qotan xwar ji min re tu lomeyan nekin”got û ji mezelê derket. Navbenda 10 – 20 deqîqeyan de Zelîxa di desti de nêzî 6-7 çarşefkan re hate mezelê.
Bi hatina wê re Çavşîn Rêncber, Şêxmûs, Dilşad, Amed û kurê malê Evdirehman xwe avêtin şarşefka. Her êk ji wan şarşefkek ji xwe re hildan û destavêtin şarşef ser kincên xwe de li xwe kirin. Aliyekê şarşefan di ser kincên xwe de li xwe dikin aliye dî de ji ber hîqehîqa wan êk dengê yê dî nabihe. Hindî Çavşîn Amed bûn bejma wan pir dirêj bû şarşefkên wan di bin çuka wan de dîyardikir. Hindî Şêxmûs û Evdirehman bûn ew jî pir qelew an ku zexim bûn çarşefkên wan ji wan re tenk bû. Çarşefkên Dilşad û Rêncber ji gor bejna wan bû. Her êk ji wan temaşeyê hevalên xwe bi şarşefik re dike û dikene. Rasti ji her şeş jî bi çarşefikan re bi mînaka remûzata bûn.
Navbenda kenî û henekiyê wan de Zelîxayê bi dengê bilin ew bêdeng kirin. Ew jî bi tev kenîya xwe re tiji kura çavên wê rondik bibûn. Bi wê kenîya xwe re zû de ji mezelê derket û navbenda çav û birûyan de di desti de kincên jinan re hat. Bi hatina xwe re aliyekê kenî aliye dî de “Çavşîn û Amed. Lawên min. Şarşefika we gor bejna hewe kurt e. Di vê sedemê de hûn bin şarşefikên xwe de van kincên jinan li xwe bikin”got û zivirî Şêxmûs û Evdirehman. “Kurê min şarşefkên hewe re tu gotin çu nîn e, lewre ji bo tengbûna şarşefkên hewe tu çareseri çu nîn e, lewre em neşen hewe tiraşin ku şarşefik gor hewe bibe” got di kenîyan de kevte erdi.
Piştî hemîyan berçavkên xwe jî danî ber çavên xwe bi kenî û qiyamet re ji xwe re tûrik hildan destê xwe û derketin ber deri. Belê bi derketina xwe re di sermaye de bû çekçeka didanên wan. Sir û seqemê bi mînaka kêrikê dest û suretên wan dibirî. Carek dî jî di qirara xwe de micit bûn.
Vê navbenê kincik reş û tenik diden ber çavê xwe, enîya xwe de li pişta serê xwe girêdidin û pişte de şarşefikê ser de diînin. Ji wi kincê reş û tenik re dibêjin berçavk.
Li berderê aliyekê bi sermaye re hevrikî dikirin, aliyê dî de jî bêşa xwe dikirin ku dê çawa belavi nava taxi bibin. Bi dengê Çavşîn re hemû bi pir balkêşî nêrîn navçavên wi.
“Heval no. Em bibin du kom ji me re çêtir e. Lewre kolanên taxi ji sermaye re qerimîn e. Ser vê cemedê bi rêveçûnê de divê em xwe parêzin. A dî jî heke yek ji me kevt an jî tiştik dî hate seri ên dî li wi xwedî derkevin. Vêca ez dibêjim sê ji me (deste xwe dirêji kolana berwar bo aliyê rojavayê diçe nêşê da) vê kolanê de bila biçin. Sê jî ji me ji bo kolana rojhilatê de biçîn” got û bi gotina wi re Şêxmûs, Dilşad û Rêncber çûn bo rexê kolana rojhilatê û Çavşîn, Amed û Evdirehman jî çûn bo kolana dî.
Her du kom jî heçî avahiyê diçûn ber dergehê wi ê jiderve bi destê xwe lêxistin deri. “Serê salê, bine salê Xwedê kurikekê/keçikekê bide bûka malê, tiştikê berdin bine tûrikê vala” gotin. Bi gotina xwe re dema der vedibû aliyekê ên ji malê derketi bo kincên wan ê li xwe kiri dikenin û aliyekê ewan jî ji kenîya xwe re ew şad dikirin. Bi vê berdewamiyê de her komek ciwanên me nêzî 20 – 30 avahiyen gerîyan. Ewan êdî serma ji bîr kiribû tenê armanca wan ew bû malbatên taxi şad bike, bi vê bûyera xwe re ên taxi nêzî heyamekê ser wan biaxivin.
Navbenda saetek du saetan de carek dî tev civan li ber dere mala Mihemed Salih kom bûn û tiji tûrikên wan de jî gûz, kakil, bêsî, sêvelok, hejîr, ejbabî (Ji zerdeleyên hişkiri re digotin ejbabî), şêlim, kişmiş, şîrya, helhelok, kewzan û hwd. çi di malê de hebe ew kom kiri bûn.
Aliyekê serman de tev laşe wan dilerize, peyv ji devê wan de belevaji derkevin aliyê dî de jî sedema tûrikên wan tiji bûyî kêfxeş bûn. Nişkê de Rêncber derê mala Mihemed Salih qota û hemîyan bi hev re hevoka serê salê bine salê gotin. Piştî der vebû hemîyan ji ber sermaye belê bi kenî re xwe bi lez avêtin qenterê.
Dema tev ciwana xwe avêti qentereyê keça Mihemed Salih Sarê tirsan de xwe paşde avêt û bi binê pê kir qîri. Bi qîrîya wê re bav û dayika wê jîbezîn qenterê. Vê carê jî ji sedem qîrîya Sarê tev ên li wir bi Sarê re kenîn.
Ciwan geheştin nava mezela rûniştinê zû de kincên xwe ji ber xwe derêxistin. Navbenda deh, panzdeh deqîqa li ber sobe xwe germ kirin. Ji sermaye hatibûn germahiyê di wê sedemê de dem mabû guhişin an ku nehiş bibin. Aliyekê kenîya wan berdewam dikir, aliyekê ew tiştên ji mala komkiri dixwarin aliyê dî, de jî mane çavrê çîrokbêji.
Heta direng şevê bi wan henekiyên xwe re şad bûn, guhdariya çîrokbêji kirin û direng şevê jî ew tiştên ji mala komkiri mayê zêde ji mala Mihemed Salih re hêlan û belav malên xwe bûn.

Bu yazı toplam 5272 defa okunmuştur