Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

BÊLDÛKÊ BÊLDÛKÊ XWEDÊ KUREKÊ BİDE BÛKÊ -1-

BÊLDÛKÊ BÊLDÛKÊ XWEDÊ KUREKÊ BİDE BÛKÊ -1-

Li herêmê tozikek berfê barîbû û sedem sir û seqemê bi mînaka benîşti mabû axêve. Heke barîna berfê nesekinîba û nêzû navtengekê barf barîba, herêm hind sar nedibû. Rasti jî bi wê barîna berfê a hindik re, sir û seqem gor tev salên borî micitir bi mînaka kêrê we sûretê mirovi dibîrî. Ew tozika berfê a barî sermaya herêmê bi mînaka lûlikên cemedê we di sîvane û çiqê daran de dirêj bibû. Wekî me goti sir û seqemek we kevtibû herêmê mirovi dema tifdikir tifa mirovi hêj hewa de qerimî. Ew zilam ji malbata kîjan egîdan de bû ku rojê ser, dev û lêvên xwe negirît, kincên stûr li xwe nekiri û biçe ber derê avahi. Lewre wan rojan sedem wê sermayê xîsên ji herêmê dihet. “Mirov bi mînaka nanê sêhlê ye, ne berê wi kifş e nejî pişta wi” dibêjin. Mirov ne ji germê re hezdikin ne jî ji sermaye re hezdikin.
Malbatên taxi jî ê xwedî dewar û sewali bi xorti heta dinya tarî nebû alif dida wan. Piştî nîvro dema tarîti di kevte herêmê jî sewalê xwe dadikir an ku têkir govan û diçûn malen xwe. Bi vî karê xwe ê mijuliya sewali re her êk ji wan en zêde saetek an jû du saetan di ma ber deri. Ê jiderve piştî du saetan dihat hindir ku xwe germ bike, êk dî di çû ber deri. We bi dormanê neba ê berderi heta merxeb dê ber deri qerisîba.
Heke berf we barîba ku erd di befrê de berze biba wê demê ji sewali re düne dê çêkiriban û alifê wan belavkiriban ser berfê û sewal berdabayê. Ji dewarên gir re jî nava govan de hafri çêdikin û alifê wan danên hafri ku ew jî we biçerin. Ê tu sewal û dewar çu ne ewan tu mecburî çûna kolanê an jî rexek dî çu nebû. Heke ji bo hewcetiyên malbatê çûban sûkê dê çûban û zû de zivirîn malên xwe.
Tê zanîn ku şevên zivistanên herêmê pir dirêjin, televîzyon an jî tiştik bi mînaka wê li tu mala çu nebû. Hindikan radyo hebûn belê cerek dî bi guhdariya radyoyê re jî şev xilasnedibûn. Di vê sedemê şevên xwe ên zivistanê bi metelokan, çîrokan, destan, efsane, pêkenok, lorînên landikan, stran, dîroka devkî û bilîstikan re xelaskiriban. Heta direngî şevê bi lîstikan, henekî û laqêrdîyan re şevên xwe diborandin.
Wan rojan de jî nêzî serê salê bû û serê salê jî nik wan pir girîng bû. Lewre pir bûyer di serê salê de bi henekî navbenda wan de diborî. Wekî me goti wê serê kanûnê Mihemed Salih jî li ber pencerê ser pêyan sekini bû. Dît ku eve hindik qapotreş di ber bencerê de borîn.
“Kuro ev malmîratene di vê sermaye û vê merxebê de biçin kû. Evan aqilê xwe bi nan û penîrve xwariye. Teqez (mitleq) e eve dê biçin malekê ku guhdariya çîrokbêji bikin, an jî çûn mala êkê xirab bikin” di dilê xwe de diborand.
Bê êqibalê Mihemed Salih di van hiziran de bû dergehê mala wi ê jiderve hate qotan. “Ihi bi Xwedê eve hatin mala min” dilê xwe de borand û bi dengê bilind “carê dengê deri ê tê, bibezin deri vekin” bang ê malê kir.
Mihemed Salih bi hevsera xwe Zelîxayê re nêzî 60 û 65 saliyê de bûn. Çar keçik û yek kurê wan bi navê Sînem, Siltan, Sekna, Sarê û navê kurikî jî Evdirehman bû. Sê keçikên wan zewicî bûn keça wi Sarê û kurê wi Evdirehman hêj nezewicîbûn. Rasti keç û kurikê wi ê malê de mayî jî didema zewicînê de bûn û heta dema wan a zewicînê borî jî bibû.
Mihemed Salih di malbata xwe de gore welatiyê taxi ne pir dewlemend bû û ne jî pir xîzan. Gore aborîya malbatên welat heke gotin bi cih be ne pir bêrsî bû û ne jî pir têr. Ji mêvana re rih dida û pir hez mêhvana dikir. Ji wi re “mirovek hind mêhvanperwer e nane devê xwe bi mêhvanê xwe re dide parkîrin” digotin.
Her dem “Xwedî mirovi rasti mêhvanê xwe şehmizra neke bes e. Malê dinyayê qirêja destan e, tu bişu dê dest paqij bibe. Belê mêhvan ne bi mînaka qirêja destan e ku tu bişuy. Heke mirovek rasti mêhvanê xwe şehmizar bibe heta qirên qiyametê nav û dengê wi mirovi dê li dinyayê bigere” digot.
Di aliyê keça wi Sarê re dema derê ji derve hati vekirin Selman, Çavşîn, Dilşad, Rêncber, Şêxmûs, Cemîl û Amed hatin hindirê qenterê. Piştî xêrhatinê hemû li mezela mêhvana bi Mihemed Salih re rûniştin. Di çanda kurdan de ev heye. Dema ji malbatekê re mêhvan hatin ewin xwarin xwaribe an nexwaribe ji wan re xwarinê diînin.
Mihemed Salih jî “keçê Zelîxa carê karê xwarinekê bike” bang li wê kir. Bi wê gotina wi re Selman û Cemîl “me nan xwariye” belê Rêncber ê welwele “me ne xwariye” gotin.
Rasti malbata Mihemed Salih jî hêj şîv nexaribû û hevsera wi û keça wi xwarina şîvê di nava sênîyê de li midbexê amade kiribûn. Bi dengê Mihemed Salih re ewan jî sêhnîya xwarin nav de înan û dana nava mezela mêhvana. Bi lez hindik kêmasiyên mayî jî zû de înandin “şîv amadeye” gotin.
Rêncber temaşe kir du sê lalîkên savarê, tiji gosikekê dewê teremasti, penîr, şorava nîskan û nanê tenûrê di nava sêhnîyê de heye. Zanî ku şoravayek heye belê nezanî carê a nîskan e an jî a maşînê, belê şoreva hebû. Rêncber dizanî ku mala wi de her dem qeyle heye. Navbendekê de “ez qeylê ji wan bixwazim” nava aqilê xwe de borand belê carek dî pêşeman bû. Ew û ê şîv nexwari xwe zelandin ber rexê sêhnîyê.
Mêhvanên Mihemed Salih bi çîrokbêji re bibûn şirîk û dê çîrokbêj jî hatiba mala Mihemed Salih. Piştî xwarinê û bi hev re hindik hevpeyvîn kirin. Dibêjin ku hêstiyê zimani tu neye ku mirov zimani bide sekinandin. Axiftin jî navbenda wan de kûr bû û hevokan rahêla peyvan, payvan jî rahêla hevokan. Navbendekî ji ku hate bîra Rêncber ewi jî nezanî belê ji Mihemed Salih pirsa kêfxweşiyên serê salê ji wi kir.
“Apê Mihemed Salih di dawiyê de herêma me de serê salê an ku serê kanûnê çi kêfxweşiyên hewe hebûn, hewe ciwanên wî zemani çi henekî dikir” gotê.
Bi vê pirsa wi re bêdengîyek kevte nava mezelê û tev ê mezelê de rûnişti nêrîn Mihemed Salih. Resti bi vê nêrîna wan re ew jî hindik jî be bi xwe re çû û rengê surete wi bi mînaka patisqe spî bû. Wan şermên xwe re yek du niq li gewîya xwe da û sedem ziwabûna gewiya xwe û lêvên xwe bi zimanê xwe re şil kirin. Paşê jî yek bi yek temaşeyî navçavên mêhvana kir û bi dengê xwe ê nerm û bi rehm re axift.
“Heke hewe bavê heqiyê bivê sawiyê de serê kanûnên me de pir henekî hebûn. Di wê sermaya serê kanûnê bi wan henekiyan re roja dî a paştir pir ciwan nesx dibûn. Rasti jî serê kanûnên berê ne wekî a van salan bû. Berê hêj nebû serê kanûnê bi bejna mirovi berf dibarî. Avahiyên me ên welatiya hemû ax bûn û êk tebeq. Dema berf dibarî em diçûn me berfa ser bani bi berfîkê dimalî û sîvanê avahi de jorda avêt ber dîwarîn avahi. Baş tê bîra min pir salan avahiyên me di litê berfê de an ku bi berfa me ser bain avêti ber dîwaran de berze dibû. Heta ji bo ronahiya nava avahi me bi bêrkê an jî bi merê berfa ber pancarê di avêt dûrahiyê.
Dawiyê de serê kanûna biçûk jî zarokên taxi komdibin û wekî eydan (cejnan) mal bi mal digeriyan û serhatiya bêldûkê di înan cih.”
Rêncber axifina Mihemed Salih qutkir û “mamo ji min biborîn e, min axiftina te qutkir belê ez mam gomanê de, bêldûk çi ye û tê çi wateyê?” gotê.
Mihemed Salih di demek kurt de xwe berda ber bersifka vê pirsê. Lewre ewi bersifka vê pirse nedizanî. Belê ewi xwe pirzanayî nedanî û rasti ji wan re got.
“Wele binyatê peyva bêldûkê çawa kevtiye zimanê me ez baş nizanim. Belê bawerim ku yekî bi mînaka (temaşeyê navçavên wi kir û navê wi got.) Rêncber lewçe ev peyve di wê hevoka niha em dê bêjîn de cihkirîye û gotîye. Tu wateya wê çu nîn e tenê di hevokê de cihek girîng digire. Carek dî dibêjim hewe ez wateya vê peyva bêldûkê baş nizanim û hêvîyê ji hewe dikim ku hûn ji serspîyên me kurdan pirsa wê bikin.”

BERDEWAM E

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10