Silêman Feqiyanî

Bêjînkirina zimanê Kurdî

19 Eylül 2011 Pazartesi 18:50

Gor min herêma Colemêrgê wekî herî herêmên welat, herêmek pîrozwer e. Her mirovek liser kîjan axê hatibe dinyayê gor wi axa wi ji wi re pîrozwer e, dibêjin. Lewre gor wê axê reng û rûyê wi kifş dibe. Zimanê dê a xwe liser wê axê hîn dibe û bi wê axê re binav dibe. Di cîhanê de bi navê wê axê re tê nayîsîn.

Herî rewşenbîr û zimanzan “zimanê mirovi mirov bixwe ye, zimanê mirovi welatê mirovi ye” dibêjin. Pêşîya niha jî min çendî nivîsînên ser ziman re nivîsî bû. Wekî zimanzanên kurd, asimîlasyon û otoasimîlasyona ser zimanê kurdî, gor hişên xwe înabû ziman. Belê ez dê vê nivîsîna xwe de bûyerek ez rû bir û mayî re nivîsim.

Di pêşîya niha de gor salan asimîlasyona ser zimanê kurdan hati kirin û gor vê asimîlasyonê jî biotoasimîlasyonê re kurd bibûn şirîk, tê zanîn. Bi vê mînakê; keçên kurdan ên disalên 1960’ê de hati dinê bi zimanê dayika xwe re mezin bûn, belê piştî kevti dibistanên tirki zû mêjiyê wan hate bêjîng kirin û cihê axaftina kurdî di mal û kulana de tirkî axiftin.

Ev keçikên di mala xwe de kurd, dema zewicî bi hevserên xwe re wekî tirki dijîn û bûn harîkarê otoasimîlasyon ê. Gotin bi cih be ew bûn rêberê otoasimîlasyon ê. Lewre piştî zewicîna wan re zarokên wan jî bizimanê tirkî re mezin bûn. Ev êşe bû êşek civakî di nava kevçikên kurd de.

Di van salan paşda hewceyî asimîlasyon nebû, lewre otosimîlasyonê peywira asimîlasyonê hildabû destê xwe û wekî êşa şûrpençeyê mêjiyê zarokên kurdan betal dikir.

Heta salên 1980’ê keçên kurdan ev otoasimîlasyona ser zimanê kurdan (zimanê xwe) berdewam kirin. Piştî salên 1980’yê serhildana kurdan bi giranahi rûyê xwe nîşê da, keçikên kurdan ên nû zewicî û ên diotoasimîlasyona xwe de zivirîn û zimanê xwe xwedî derketin.

Hindik jî be kevçikên kurd disalên 1990 - 2000’ê de ên zewicî bi xwe tirkî dijîn belê navê zarokên xwe kurdî binavkirin. Bi navkirina zarokan re tiştikî ecêb derket ortê.

Zarokê bi navê kurdî hati navbûn yek peyv zimanê kurdî nezanîn. An ko navê zaroka bikurdî bû, belê zarok bixwe jî tirkî dijîn û tirkî diaxiftin.

Wekî mirovê rûyê wi reş belê kincên spî lixwe kiri û nava mirovên rûyê wan reş de dijî. An ko serve hilo, binve girnizo.

Herî tirk û kurd “tirk û kurd wekî goşt û nênîkê ne, an jî herî keç û kurikên tirk û kurdan bihevre zewicîn e û kurd û tirk bûne xizim” dibêjin.

Ev gotine herî rast in.

We ye. Belê kêmasiyek wê heye. Kevçikên kurdan bi ciwanên tirk re zewicin û zarokên wan tirkî diaxivin. Kevçikên tirkan biciwanên kurdan re zewicin û carek dî zarokên wan tirkî diaxivin. Ev dibe çi wate, werin fahm bikin.

Tê dîtin ko du aliya de jî kurd tên asimîlasyon û dikevin nava otoasimîlasyon ê. Heke ziman mirov bixwe be, her du aliyan de jî zimanê kurdan tê windakirin û kurd tên windakirin.

Ez dişêm vê êşa zimanê kurdan navde bitiştik balkêş re danêm pêş çava.

Vê havînê ez li Antalyayê mala ciwanek kurd mêvan bûm. Ciwanê ez limalê mêvan kurd bû hevsera wi jî tirk bû. Di vê malbatê de zarokek wan hebû. Kifşbû ku dema zarok hati dinê, herdu hevseran jî deman (tawîz) nedabûn hev. Bi du navan re zarokê xwe navkiri bûn.

Ciwanê kurd navek bikurdî dabû zaroki, kevçika tirk jî navek tirkî dabûyê. Zarok nêzî çar saliyê bû, hêj dest biaxiftinê nekiribû. Di vê navbendê de ciwanê kurd bi navê kurdî zaroki re diaxift, kevçika tirk jî bi navê tirkî zarokê xwe re diaxaft.

Xwendevanên hêja werin hûn ji vî şoli re bibin mamoste. Bi gotina Colemêrgîyan re haşahizorê, werin vî keri ji vê kurê derêxin.

Dema zarok mezin bû û dest biaxaftinê kir, dê kîjan ziman re biaxive. A tu bêji ev zaroke herdu zimana dê bihevre biaxive ew direw e. Dê zarok bi zimanê bavê xwe an jî bizaimanê dê a xwe re biaxive, carê hûn bêjin.

Hewce nîn e ku mirov nîqaşa wê bike.

Zarok dê bi zimanê dê a xwe biaxive û ciwanê kurd bi vî şikli dê bê asimîlasyon kirin.

Di nava me kurdan de tiştik dî balkêş heye. Herî ji me kurdan neyarê zimanê xweye. Mînak ew bi xwe kurd e belê tev jîyana xwe de kurdî hizirdike mixabin tirkî diaxive. Pişkî (qismen) ji me tev jîna xwe de kurdî diaxivin belê kurdîyê qebûl nakin. Qismen ji me dimala xwe de kurdî diaxivin kolan û têkiliyên xwe de yirkî diaxivin. Qismen ji me bi kurdî hizirdike, siyasetê dike, xwedî zimanê kurdî derkeve mixabin tirkî diaxive. Qismen ji me xwedî zimanê kurdî derkevin, û navê zarokên xwe kurdî navdikin, belê ew û zarokên wan kurdî naaxivin. A herî girîng zarokên wan kurdî nizanin, belê bi kurdî navbûne. Hindik ji me jî xwedî zimanê xwe derkeve, bi zimanê xwe dixwîne û dinivîse, ew jî herî kêm in.

Ev kirêtiya me kurdan wekî tenîyê reş maye rûyê me ve. Heke em xwedî zimanê xwe derkevîn em dê birûyek geş nava gelên cîhanê de bijîn. Na heke em xwedî zimanê xwe dernekevîn em dê bi rûyê tenî re nava gelên cîhanê sernixwîl bigerîn.

***

Îsal jî dibistanên Tirkiyeyê ji bo perwerdehiya zimanê tirkan vê meha îlonê vebûn. Di vê mehê de tev zarokên tirkan bi kêfxweşî û bişad dê perwerdehiya zimanê xwe bikin. Dê  kolan û dibistanên Tirkiyeyê bi zarokan re şilq (pêl) vêbikevin.

Em kurdên nava tirki de jî wekî min jor goti dê xwe kurd bînin ziman û dê zarokên xwe binavê kurdî navbikîn, dê bêjin em kurd in. Zarokê me jî dê bi navê xwe ê kurdî re bijî, di jîna wi de dê binavê kurdî bang lêbikin, belê zarokê me yek peyva kurdî nizan e.

Dê bê gotin ziman bi perwerdahiyê tê zanîn. Başe bila bivê gotinê be. Qebul. Başe tu nebe ji bo perwerdahiya zimanê xwe bikevin nava têkoşîn ê. Ma em neşên wê jî bikîn. 

Belê kurd di çîrokan de “riha paşa ê hindirê kêrmikekê de, dema bi du destê xwe kêrmik kêşa dê paşa bikeve ber mirinê, dema te kêrmik sistkir dê riha paşa paşda zivire” dibêjin.

A zimanê me kurdan jî ev mînak e. Heke em zimanê xwe xwedî derkevîn, têkoşîna perwerdehiya zimanê xwe bikîn, bixwîn în û bidîn xwendin dê wekî paşa zimanê me jî ji windabûnê xilas bibe. Na heke em xwedî zimanê xwe dernekevîn, têkoşîna perwerdehiya zimanê xwe nedîn zimanê me dê windabibe. Niha vê demê zimanê me wekî paşa ê kevti ber sekeratê.

Em dizanin dema zimanê me winda bû em jî dê winda bibin. Ev nahê vê wateyê ku windabûn dibe sedema mirin ê. Bi windebnûnê re em dê bizimanê yek dî biaxwivîn û binavê yek dî bêne navkirin.

Bila zimanê me kurdan stû xar ber êsîlê dibistanên tirki wekî sêwîya sekine û kêfa kurdê neyar bê.

Bu yazı toplam 4979 defa okunmuştur