Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Bêbextî rûyê rikê ye

Bêbextî rûyê rikê ye

Dawiyê de min ser wateya bêbextîyê şîrove a xwe, di Nûçeyên Geverê de înabû ziman. Di wê şîroveyê de jî min goti bû ji mirova re bêbexti herî sanahi ye û beleş e.

Mirov ca bêbextîyê bike tû îzayê nekêşe û bi bêbextîyê re jî mirov xusaretê an ku zirarê nade xwe. Lewre bêbexti gor dilê mirov û peyva dinava lêvên mirovi de derkeve de ye.

Başe kî bi sanahi bêbextîyê dike?

Lewre hemû kes neşê bêbextîyê bike.

Ma kurd nabêjin “bext keleha mêran e,” ez jî dibêjim bêbextî rûreşiya mêran e.

Heke dilê mirovi hemberê yekê an jî hindika de reş be, rikên qrêj, dîtin û gomanên herî zikreşî, Çavsoriti, çavpênerabûn biwi/wan re hebe û sahmê ji wi/wan bike bêbextîyê pê re dike. Di vê wateyê de dilka mirovê bêbext naleriz e û ew ji Xwedê jî natirs e.

An jî biqoweta xwe ve rasti wan qels be û bimîne bêtaqet. Bi çîraçepa, bi xapandinê an ko lêbandinê re neşêt ê. Ji wi/wan re kirêti, şemizari û rêkên rûreşîyê re xwe wekî mû ser rûni têxe.

Ji bêbextîyê re herî zêde mirov dişê nivîsî, belê em zivirîn bêbextîya diwelat de rewneq dide.

Tev merxeba welatî dema rûniştin ser doşekê û pişta xwe li balgîvê ber dîwari şipikandin û temaşeyî nûçeyên televizyona kir di cih de xemgir dibe. Dilê wi disoje. Piştîyê wi ê wê rojê ser pişta wi bi zêdehi giran dibe. Dema dilê mirovi şikest poşmanê xwe dibe ku hatiye cîhanê.

Di tevahî nûçeya de diz i, hîzi, kuştin, lêdan, xapandin, xwîn û xwîndari heye. Ew jî têr nake bêbextî ji wan re wekî huner e.

Vê bêbextîyê jî hind sanahî dikin ku tu hewceyî lêgeran û lêkolana qewmînê nakin. Rasti heke qewmînê re lêgerîn û lêkolînê bikin nabe bêbextî.

Wekî me goti divê berê ji wê qewmînê re lêkolîna bikin û paşê jî dîtinên xwe bînin ziman.

Belê andem û serokên Partiya Spî hêj zarok nehati dinê ewi zaroki binav dikin. Hêj hilma germahiyê ji qewmînê nû dirabe ew qewmînê wergêrin ser pişta yekî/hindika.

Mînak qewmîna Colemêrgê de neh welatiya jîyana xwe ji dest da. Hêj kelatiya qewmînê ser an ku hêj qewmîn sar nebû, hêj ji bûna qewmînê de tû lêgera û hilkolan nekiri Serokomar û Serokwezîri PKK suçdar kir.

Heçku di wê qewmînê de sûçdara malzemeyên xwe hêla bûn û revî bûn. Delîlên pêş çav û gotinên gel re sûçdar kifş bû ye, carek dî ew bi çavê kor re qewmînê tepeser dikin.

Aha di bêjin vê bêbextî. Ew jî bêbextîya ne bêbiqiloç (bişax), a biqiloç.

Wekî vê bêbextîyê.

Şeva bîstudu îlonê di nûçeyan de erebeyekê li Uşakê qezayek borand. Di hindirê erebeyê de pir tiştên teqîne (cebilxane) derdikeve û vê jî dikin sûçê PKKê. Tenê nasnameya ajovanê  erebeyê Colemêrg bû û seba nasnameya wi qewmîn wergêran ser PKKê.                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                             

An ko belg ji çiqê darê bikeve dê kevtina wê belgê re bibêbextî bikin stahê ekê an jî hidika. Tenê ew belg ji çiqê darên herêma kurdan bikeve bes e.

Tê dîtin ku di aliyê boykota zarokên xwedî zimanê xwe derkevin re jî bêbextî herî rojevê de ye.

Di çîhanê de tû tişt wekî xwedî zimanê xwe derkevtinê pîrozwer nîn e. Heke zimanê mirovi di ber asîmîlasyonê de rih dide û ew mirov jî xwedî zimanê xwe derkevin ew ji hemû tişti pêtir pîrozwer e.

Ev banga TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) ji bo xwedî derketina zimanê kurdî pêngavek herî girîng e. Kurd jî bi vî bangê TZPKurdî re bi dil û can têkilî vê boykotê bûn e.

Em di herêmê de bi çavên serê xwe re dibînin ku kurd boykotê bimicidahi xwedî derkev in.

Mixabin Çapemenîya tirki bi fitne û fesadîyê re bêbextîyê li kurdan dikin ku kurd zarokên xwe rêdikin dibistan a.

Belê em kurd bi vê xapandina bêbextîya wan re hişyar in. Dawî mirin be jî em kurd dê xwedî zimanê xwe derkevin.

Werin kurdno zimanê xwe ê ber sekeratê xwedî derkevin. Li malên xwe, kolana, sûka, kargeha bi kurtasi ditev jîna xwe de kurdî biaxivin, kurdî nivîsin û kurdî bixwîn in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10