Omer Dilsoz

BDP, bloka kurd û konên çareseriyê

20 Nisan 2011 Çarşamba 02:43

Li Tirkiyeyê, salname, ber bi hilbijartina 12ê xizîranê ya parlamenteriyê ve gêr dibe. Rojhilata Navîn, di vê bihara serhildanên gelê sivîl de kirasê xwe diguhere û tê xwestin, desthilata li qatên jorî dakeve nav kolanê û gotina xelkê sivîl jî di rêveberiyê de zêde bibe.

Kurd, li nav sînorên çar dewletan de, di bin nîrê sê dewletan li mafê çarenûsa xwe digerin û hewl didin di paşerojê de bibin xwedan gotin di rêveberî û destilata xwe de.

Başûr (Herêma Kurdistanê) bi serhildana Tevgera Goran, riya reforman daye ber xwe û ji bo têkûzkirina desthilata xwe li gorî hevsengên deverê li riyên çareseriyê digere.

Kurdên Sûriyê, bi bayê serhildanên Rojhilata Navîn re ku Sûriye jî vegirt, lê digerin ku di desthilata vî welatî de bibin xwedan gotin û pirsên xwe çareser bikin.

Kurdên Îranê, ji bo geşbûna demokrasiyê li welatê wan û div ê çarçoveyê de çareserkirina pirsên xwe di nav liv û lebatê de ne. Guhekî wan li ser opozisyona (muxalefet) Îranê, guhekî wan jî li ser pêşketinên li bakurê welêt e.

Heçî bakurê Kurdistanê ye, bi pêla çalakiyên bêîteatiya sivîl (raperîna gel) ber bi hilbijartina 12ê Xizîranê ve hewl dide hikûmeta desthilatê tengav bike û ji bo çareseriya pirsa kurd a bi rê û rêbazên demokratîk di nav bizaveke geş de ye.   

-Deqeya dawîn: YSK (Saziya Bilind a Hilbijartinê) bi biryarekê serlêdana parlamenteriya 5 bernamzetên Bloka Kurd red kir. Ev biryar, bêtehamuliya hemberî vê hevgirtinê ye. Siyaseta kurd, ji vê biryarê pê de, dê çi bike, em ê giş bibînin. Helbet, kesên vê siyasetê digerînin, dê biryara herî maqûl bidin -   

Demokrasî ku rejîma pêkvejiyan û çanda tehamulê li xwe digire, di vê bizava sivîl û rewa ya kurd de bingehê herî qehîm e. Ji bo vê, kurdên ku bi demokrasiyê dixurin û bi vê şîarê dixwazin doza kurdan a neteweyî ji qonaxa partî û komikan dagerînin qonaxa beşên berfirehtir ên xelkê, di ezmûneke dijwar re derbas dibin.

Demokrasî, çend ji yê hemberî xwe bê daxwazkirin hin jî pê diviye ku ev kultûra pêkvejiyan û tehamulê di nav xwe de jî bête qaîmkirin û geşkirin.

Belkî ji bo vê ye, em pê kêfxweş bûn ku BDP ji bo hilbijartinê BLOKA KURD saz kir û di serî de Serokê KADEPê birêz Şerafettin Elçî jî di nav de, rê vekir ku kurdên rewşenbîr û lîberal ên wekî Altan Tan jî di nav vê blokê de bêne bicîkirin.

Ev pêngav hêza BDPê xurtir dike û nîşana sivîlizasyona kurdan a siyaseta navxweyî ye. Ev yek di heman demê de pêdiviyeke bivê-nevê ya kultûr û çanda demokrasiyê ye jî.

Bi ya min, ev hevgirtin, ji bo paşeroja kurdan gelekî girîng e û hêvî ew e ku ji bo helkeftên neteweyî HAK-PAR jî tê de hemû reng û dengên kurdan, hev du bigirin. Ez nabêjim, bila hemû bên bibin BDPyî û tenê partî û dengekî me kurdan hebe; helbet, wek pêdiviya demokrasiyê, di nav xelkekî 25 milyon (Kurdên Bakur) de dê fikr û rewtên cuda cuda hebin û her rewtek dê li ser binemayekê wxe bi rêk bixe, lê ji bo doza kurdayetiyê diviya hemû bi hevgirtineke stratejîk lêk werin û di vê çarçoveyê de bereyekî li hemberî derve ava bikin.

Diviya em vê hevgirtinê di vî warî de bibînin.

Her wiha heke kampanya hilbijartinê bi heman performansê bête domandin, çav lê ye, piştî hilbijartinê bloka kurd bi 28-35 endaman di parlamentoyê de komeke xurt ava bike.

Wekî ji kulûsên siyasetê jî xuya ye, piştî hilbijartinê bi destê CHP û AK Partiyê, ku mimkûn e, makeqanûneke nû bête avakirin. (AKP ji sedî 48, CHP jî ji sedî 33 di meclisê de temsîlê peyda bike, MHP jî dê bikeve li derdora ji sedî 12-13, dengê bloka kurd jî bi texmîna min ji sedî 7-8ê ye)   

 Ji bo vê jî, diviya bloka kurd, bi daxwazên zelal û bi temsîleke xurt û bikêrhatî di vê pêvajoyê de bibe xwedî gotin.

Welhasil, ji 12ê Xizîranê û pê de, dibe ku em rûberî tabloyeke gelekî xweşbîn bibin û berevajî dibe ku her tişt bi carekê berevajî jî bibe.

Wekî tê zanîn, “Fikra dema wê tê çi hêz û artêş nikarin xwe li ber bigirin” niha “dem” ji her du aliyan ve jî bi heman mesafeyê dûr û nêzîkî Bloka Kurd e.

Bloka Kurd, bi vê hêza gel a li pişt xwe, dikare gelek tiştan bike.

Perwerdeya bi zimanê kurdî, efûya giştî û mafê otonomî (xweseriya demokratîk) bo kurdan...

Meş berdewam e...

Vê carê bayê azadîyê bi aliyê kurdan ve tê, tenê, dimîne ku em kurd bizanibin bawanên xwe bidin ber vî bayî.

Azadî, ew e ku mirov bêtirs, bêfikar, bêxem, bi dilê xwe, bi bîr û bawerî û reng û dengê xwe hebe.

Hebûn, mafê her xudanruhî ye, nexasim mirovî...

Ez bi dilê xwe digel vê meşa Bloka Kurd im.

Bu yazı toplam 4189 defa okunmuştur