Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Bazara ser jinan û tifaqiya mirovahiyê

Bazara ser jinan û tifaqiya mirovahiyê

Jiyan pîrozwer e. Heke ê bijî mirov be, divê ji bo berdewamiya jiyana wi de çu tişt nehên gotin. Lewre jiyana mirovi ji hemû tişti pêtir pîrozwer e. Divê mirov gor rengê xwe, gor dewlemendî û xîzaniya xwe û gor zimanê xwe nehê cudakirin.  

Mirov neşê welatê Tirkiyeyê de, hindik jî be jîna mirovi “cihekî girêng girtiye an negirtiye” şîrove bike.

Mixabin û hezar caran mixabin di Tirkiyeyê de, ha jiyana pêşûyê û ha a mirovi, ha jiyana giya û ha a mirovekê wek hevin. Çu roj çu nîn in, di Tirkiyeyê de bidehan mirovê bêxalîxerez jiyana xwe winda neke. Di vê sedemê de, tu wateya van her du hevokan, di xîmê mafê mirovan de çu nîn e.

Di bin vî sîvane de, mirovên di nava tirki de dijîn, jiyana wan heke bê mijara axaftinê, çu wateya wê çu nîn e. Ê pêş çav ku girtin, lêxistin, kuştin, windakirina mirovan ji rojevê nakeve.  

Em temaşeyî çend sal pêşîya vê sala em tê de bikîn. Di pêşîyê de çend zilm û zordari, zina, destdirêji, neheqi û xorti, tepeserî û belengazi diserê jinan hatibe, ew zêde nedikete rojevê. Herê di wan salan de kuştin, lêxistin, zina, dest dirêjî, tehde lê kirin, xorti lê kirin hebû, tu kesê nedizanî. Zanîba jî sedî deh an jî bîst aşkera dibûn û dihatin  zanîn.

Nihe jî berdewam e û hêj zêde bûyer hene.  

Nihe dialiyê çapemenîyê û teknolojî de, dialiyê înternetê de çu tişt nahê veşartin. Te bivê navçeya Navşar (Şemzînan), te bivê bajarê Stenbol û te kîdera dinyayê bivê bûyerek ser jinan çêbibe cih de cîhan dizane.

Heke rojeva welat de hindî ziretilmisqalê ser jinan kuştin, tehdarî, lêxistin, zilim û îşkenceyek hebe di nişka ve dikeve rojevê. Çend ev îşkenceya ser jinan hindik mabe jî carek dî her roj di rojname û nûçeyên televizyonan de an destgirtîyê jinê, an hevserê jinê, an bav, bira û lêzimek jinê, jinê bi terzekê dikuje an jî birîndar dike. Her we ev mijare di rojevê de ye û berdewam e.

Çend hindik bêjin disedema tengaviya aborî zilam belengaz e û di wê sedemê de jî jinê dikuje. Ev jî direw e, lewre tu sedem nabin sedema kuştin û lêdana jinê. Pêle a jinê nabe a tu mirovan.

Jin xwe hewceyê qanunên dewletê dikin ku wan rasti kuştin, lêxistin, birîndari û tev îşkenceyên hevseri û zilamê malbatê û destgirtiyê wê, wê parêz e.

 Mixabin hêzên dewletê, bêgoman dimîne û xwedî jinê dernakeve. Dema jin hate kuştin, lêxistin û îşkence kirin, dewlet wê demê dest danê ser hevseri û ên dî.

Ji bo xwedî derketina dewletê a wê demê jî ev tê gotin. “Mîrim borî.”

 Em vê bêjîn bawerim xelet nîne. Hezar caran şikur ku îro zilma ser jinan nahê veşartin, di dem de tê aşkerakirin. Belê gor berê rawestaye an nerawestaye? Mixabin pêtir zêde bû ye. Ev jî ji jinan re divê bibe mînak ku qemî birêxistî heq û huqugê xwe biparêzin.

Gor min û tev mirovahiyê ev hevoka “bazara ser jinan” hevokek pir xelet e. Lewre gor baweriya min û tev cîhanê. Tu jin erzan nîn in û divê nehên firotin jî.

Belê mixabin psîkolojîya kapîtalîzmê de erzaniya jinan an jî firotina laşê jinan cihekî girîng girtiye. Gor hiş û ramanên kapîtalîzmê jin çend erzanin ez ser vê mijarê nasekinim. Ê bikeve nava meraqa vê mijarê, bila ji xwe re bikeve lêkolîn e.

Ez nehemû ser hindik mijar dî, hizir û dîtinên xwe bînim ziman. Ew jî Tirkiyeyê de rêzefîlmên dirojeva welat de, pêş çav e.

Herê, di vê dawiyê de, rêzefîlmên Tirkiyeyê de, tev kanalên televizyonan de, ên netewê pêş çav in. Di rêze fîlman de jin digirîn, tên qotan, tên kuştin, tên destdirêjî û lawahiyan ji zilama dikin. Ev exlaqe dibe mînak ji bo mirovê kolanê, ji bo mêri, bira, bavi, destgirti, xal, mam û hwd. Zilaman.   

Kîjan welatiyê welat de, ez, tu û êk dî, dema rûniştin ber televizyonê, hemû kanalan de yêk an jî du rêzefîlm, dê derkevin pêş çavên me. Bi tepeseriya jinê cida. Rondikê çavan, çek, kuştin, qêrî, lêb, tehdarî, dizi, hîzi, destdirêji û hwd. xwîndariyê diêxe nav têkiliya mirovan de. Ev jî pêş çav e.

Kîjan rêzefîlmê em temaşe bikîn dê bibînin ku tu mafê jinan çu nîn e. Hemû an lawînîya xwe de, an xîzaniya xwe de, an bifirotina goştê xwe de, an mafê merovan de, an mafê malbatê de û tev dî kirêtiyên dî de dikevin rêzefîlman de.

Rasti tiştik dî heye. Eve jî tehdayîya jinan, firotina laşê wan û xwedîderketina namusa jinan di aliyê van rêzefîlman de tê nîşandan. Dewlet jî bi hêlana nîşandaya van rêzwfîlman re çav lê niqîn e. Lewre bala mirovan zivirînin kirîn û firotina jinan, temaşe kirina fotbolê. Gor wan dê pêtir mirovan bêxin nava xewnerojka. Dê pêtir birêxistinkirina jinan re jinan rawestîn in.

 Di Tirkiyeyê de her sal bi sedan rêzefîlm dikevin ekrana televizyonan. Bi taybetî gor van rêzefîlman, jin hewceyî zilami ye. Jîna jinê ê destê zilami û ji bo aborîyê girêdayî wi ye. Di aliyê evînîyê de jin tê xapandin, jin rasti xapandinê bêdeng in. Jinê wekî tiştê bê firotin û kirînê dibîn in.

Zilam namusa jinê wek namusa xwe dibîne, ew jî pirsgirêka zilami ye. An ku namus parwanê zilami ye û dibe sedema windabûna riha jinan.

Jin gor van rêzefîlman ji zilami re wekî têkber (eşya) ên xemlê şîrove dikin, lawîniya jinê ji zilami re tiştik girîng e. Ev jî nava exlaqê qapîtalîzmê ji bo kirîn û firotina jinan cihek binavudeng e.

***

Heke dîroka mirovahiyê de têkiliyên mirovan ser xîmê rexne û xwerexne kirinê avabiba, tu pirsgirêk nevbenda mirovan de çu namîne. Yalniz dema mirovan pirsgirêkên xwe rexne an jî xwerexne kirin û girêdayî dilsozîya hev mabin dibe.

Navbenda têkiliyên mafê mirovan de nakokî ji çi çêdibin? Hinde xwîndari, hinde rikdari, hinde kuştin û hinde îşkence seba çi dihevîrtirşê mirovan de cih girtiye?

Rasti xîmê wê an ku hevîrtirşê wê di perwerdehiyê de dibore. Tê zanîn ku hevîrtirşê mafê mirovan de, xîmê têkiliya civakan û a dewletan de jî, perwerdehî cihekî girîng digire û bingeh jî ew e. Heke êkê, civakekê, gelekê xwe, mêjiyê xwe biperwerdehiyê re nexemlîn e, têkiliyên wan wekî xîmê ser cemedê ye.  

Divê xîmê mafê jinan de çi hebe?

Wekhevîya jin û mêran de mafê jinan dê kîjan xalê de lihevkirî bimîn in ew girîng e.  Civakên şareza  heke dicîhanê de mabin, ewan pirsgirêka jinan ji ortê rakirine. Lewre em dizanîn ku hevîrtirşê pirsgirêka jinê û a tev pirsgirêkan perwerdehi ye.

Bawerim kengî jin û mêr bifahmati bikevin perwerdehiyê, ji mafê mirovan re mêjiyê xwe xemlîn in, dê jînê de wekhev bin. Wê demê dê navbenda wan de xîmê rexne û xwerexne kirinê bikevîtê.

Kengî jin û mêri pirsgirêkên xwe hemberî hev dixîmê rexne û xwerexneyê de danan ortê û dawiya rexne û xwerexneyê de dialiyê mafê mirovan de bûn lihevkirî, dê wê demê ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê peyda bikin.

Heke êkê, civatekê, gelekê xwe dialiyê perwerdehiyê de, mêjiyê xwe xemlandi be; dê rexne û xwerexne kirinê jî gor mafê mirovan bikin. Wê demê dê kuştin, lêxistin, birîndarkirin, qotan û hwd. tiştê ji mafê mirovan dûr û sepenên derçaxî jî dê winda bibin. Wê demê tu kes neşê ser mafê jinan biaxive, lewre pirsgirêka jinan çu nabe.

Ev jî heye.

Heke jin û mêr dialiyê rexne û xwerexne kirinê de nebûn lihevkirî, wê demê her du dihizora du mirovên (jin û zilam, jin û jin, zilam û zilam dibe) aqilselîm de bikevin rexne û xwerexne kirînê. Wê demê ew mirovên aqilselîm dê pirsgirêka wan çareser bike.

Rasti wekî me goti ew jî dê xîmê perwerdehiyê de bibore. Ê perwerdehî nedîtibe, tu heta merxep dialiyê mafê mirovan de, çareseriya pirsgirêka mirovan de ji wi re biaxive dê axaftina te bikeve guhekê û guhê dî de derkeve. Ji mirovên wahe re dibêji kele mêji, tu nakeve nav mêjiyê wan.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10