Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Barzanî dikare navbênkariyê bike?

Barzanî dikare navbênkariyê bike?

 

Îro, li Kurdistanê di bin sî û sîbera “reşkujiya Geliyê Tiyarê ya li gastînên Gûzereşê” û dilêşiya erdheja Wanê de, cejna Qurbanê tê ‘pîroz’kirin.

Spêdeya Cejnê, peyameke Serokwezîrê Tirkiyeyê Muhteşem Tayip a ji Wanê, bêhna “gef û reşkujiyên nû” jê difûriya û Serokwezîrê ku qebo dixwest û şûr ji kavlanê xwe dikêşa, hema rasterast bi aşkerayî behsa “OPERASYONA QENDÎLÊ” dikir.

Gelo qey li Geliyê Tiyarê prova û ceribandina “REŞKUJIYEKÊ” hate kirin?

Xuya ye, di hevdîtinên li Tirkiyeyê de, berpirs û rayedarên Hikûmeta AKPê ev mijar bi berfirehî bi Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re axivîne û jê xwestiye ku di v îşerî de piştgiriya wan bike.

Xuya ye, Barzanî bi dilê wan neaxiviye û jê xwestiye ku vê pirsê ne bi şer û operasyonê bi axaftin û diyalogê di zemîneke siyasî de çareser bikin.

Kak Mesûd, Serokê Herêma Kurdistanê ye. Van çend salên dawîn çi bo pirsgirêkên navxweyî yên herêmê çi bo bo yên bi der û cîranan re bi riya aştiyê roleke gelekî SERKEFTÎ leyîstiye û bi xêra destpêşxerî û înisiyatîfa wî, gelek pirsgirêkên kurdên Herêma Kurdistanê yên bi Hikûmeta Bexdayê re çareser bûne, heta ne tenê bo pirsgirêkên navbera kurdan û ereban, her wisa bo yên di navbera Erebên Şiî û Sunî jî rêzdar Barzanî serkêşiya pêkhatin û mesilhetî kiriye û rê li krîzên siyasî girtiye.

Hêjayî bibîranînê ye ku par, alozî û gelşeya navxweyî ya ku Tevgera GORAN bi palpiştiya hin hêzÊn devre ji bo têkdana Herêma Kurdistanê jî, Barzanî bi dilsarî û rêberiyeke şareza dest hilandiye û nehêlaye ev alozî mezin bibe û rê li ŞERÊ BIRAKUJIYÊ veke.

Hêja ye em bînin bîra xwe ku heman destpêşxerî Barzanî ji bo pêkhatina PJAK Û rejîma Îranê jî kiriye û berî çend heyvan roleke serkeftî bo vemirîna wî agirî bi cî aniye.

Ron û aşkere ye ku BARZANÎ ji her du aliyan PKK û Hikûmeta TIRK dixwaze îmtiyazê bidinê da ku ew di navbera wan de navbênkariya aştiyê bike û vê kêşeyê bi riya diyalog û aştiyê çareser bike.

Hem konjunktûr hem jî zemîn ji bo pêkanîna roleke wisa ligel BARZANÎ ye lê pirsgirêk ew e ku aliyê TIRK xwe li ber vê rolê danayne û xuya ye, BARZANÎ ji Serokê xelkekê pirtir, wekî “serokeşîrekî ku çi gava çi jê bixwaze hema dê pêk bîne” dibîne.

Ev nêzîktêdayîn heqareteke mezin e û welê diyar e ku hêja Barzanî nakeve kêmasiyeke bi vî awayî û dê çu carê rê nede ku berê tivenga kurdekî pêşmerge bizivire ser kurdekî gerîla û nehêle kurd xwîna hev birêjin.

Heke Mesûd Barzanî, destpêşxeriyeke aştiyane hilgirte ser milê xwe û KURD Û TIRK pêk anîn, ew ê hêjayî XELATA AŞTIYÊ YA NOBELÊ bête dîtin û wekî serokekî tim û tim di dîroka kurd û Kurdistanê de bi tîpên zêrîn li dil û mejiyê me bête kolan.

Ji aliyê dîtir ve, Muhteşem Teyîp ligel banga “ÇEKDANÎNÊ” deriyê “PALAMENTOYÊ” nîşanî PKKê da; Heke di van gotinên xwe de rast û jidil be, xuya ye, aliyê PKKê jî dê li gorî wê riyekê deyne ber xwe û li gorî wê bizavê bike.

Helbet kesên serkêşiya vê meseleyê dikin, pirtir hevdu dinasin û ji kod û şîfreyên axaftinên hev serwext dibin.

Gelo gava Muhteşem Tayip got, “Heke pêşmerge li gel m eşerî nekin em ê tişta pêwîst bikin” dixwest çi bêje?

Dibin vê gotinê de çi “PEYN” veşariye û bi vê di bin ÇOXÊ REŞ re “GOPALÊ xwe” nîşanî kê dide?

Gelo “tişta pêwîst” pratîzekirina “modêla SRÎLANKA” ya ku li “Astenga PÎRÎ ya GÛZEREŞÊ” hate pratîzekirin e?

An tiştekî dîtir e? Heke tiştekî dîtir be, nexwe çi ye?

A soxî, vê gavê agir bi dil û kezeba xelkê feqîr ê bêguneh tê dadan û zarokên wan di navbera vê bazara mezin de hincî hincî dibin!

Niha befira kîjan çiyayî, ava kîjan derya û oqyanûsê dikare hinav û kezeba wan dayikên zarokên wan ên parçe parçekirî honik bike?

Bila êdî bes be!

Ma di vê Qurbanê de hinde “qurbanî” bes nînin? Ma Xwedayê Alemîn, ji bo qurbanîkirinê Îsmailê kurê Îbrahîm –Cihû dibêjin Îshaq e- lê nebexşandibû?

Êdî aşvanê kerr û gavanê kor jî dizanin ku bi ŞER û LÊKDANÊ ev mesele çareser nabe.

A qenc ew e, destpêxşeriya Mesûd Barzanî bête qebûlkirin û herdu alî guhê xwe bidinê. Çimkî vê gavê xwedanê malê (malxwey) ew e, herdu alî jî mêvan in.

BARZANÎ dikare vê pirsê çareser bike, ma we got çi?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi