Silêman Feqiyanî

Barîna bombeyan

21 Ağustos 2011 Pazar 04:44

Dîsa liser axa kurdan bombe wek gijilokê dibarin. Dîsa dişewite xweza, dişewite dar û daristan, dişewite dilka dayikên tirk û kurd, di şewite raman û nîgaşê gelan.

Cur bi cur sedemên sanahi re mirovên bêxalixerez tên kuştin, kelexê hêwana ber tava tebaxê ji bêhna mirar re difina mirovi dixetimîn e.

Şervanê xwînxwar di wan salan de pivyê bû binyatê kurdan qelîn e, ji xwe re kurdê spî bide jî. Lewre kurdê xwestina zimanê xwe, dab û nêrînên xwe, çanda xwe, dîroka xwe, folklora xwe û bikurtasi kurdê daxwaziya azadiya xwe bike ew terorîst e, dabeşkar e.

Ev fîlm e me di salên 1990’ê de jî dîtibû. Hikometên wan salan jî rondik ji çavên herî dayikan de herikandibûn. Di wan salan de wekî şewitandina xwezayê dilk û mêlakên kurdan şewitî bû. Gundên wan vala bibûn, pez û hêwanê wan talan bibû, windabûna mirovan û girtina parlementerên DEP’ê, bombebarana rojname û bi herêkirina MGK’ê a kuştina pazirganê kurd. Di vê navê de, TÎM ên taybet wekî dahbeyê xwînê çavê wan girti, kurd gewîcu dikirin. Zilm û zordariya ser kurdan di wan salan de a hati kirin, liser tu gelên cîhanê de nehatibû kirin.

Belê dawiya şerê wan salan, dawiya bombebarana wan salan giheşt kîrê? Dawiya windabûn û kuştina wan mirovan, şewatina xwezayê û sotina dilka dayikan giheş kîrê? Ji kî re kar bû, ji kî re zirar? Ev hisabe qet hate kirin?

Ne, bawerim ev hesabe qet nehat kirin. Pêle kirina vê hesabê di navbeyna rawestina şeri de tu mirovên ji Xwedê tirs jî ji bo aştiyê tu pêngav nehavêtin.

Di wan salan de zarokê me li bajêrê şeri de ji ber dengê çek û bombeyan ditirsa de mîstin xwe ve. Dema ew dengê sahm dihat guhê zarokan, zarok wekî mirovê ta girti dilerizîn.

Niha ew zarok ji bîstupênç sî saliyê borîn e. Heke mirov wê tirsa salên 1990’ê pirs ji wan bike, bawerim nahê bîra wan. Ew tirsa sahm ê bê bîrê jî dê ji bo rawestana vî şerê qirêj têkoşînê bide ku ca zarokên wi jî wê tirsê nenasin û nejîn.

Ne hewceya mirov dubare bike. Belê bi lêborîna we re em çend hevokên dialiyê kurdan de  bi xîretek îzayî a çapemenîya kurdan de herî cara hati dubarekirin, carek dî bêjîn.

Kurd di nava van qehran de daxwaziya aştiyê de çi ji desti tê ew kirin. Jin, mêr, ciwan û zarokên kurdan birewşenbîr û karkerê tirkan re, ku ca şer sekine û aşti bê, her roj daketin qadan. Ji bo têkoşîna aştiyê herî berdêl dan. Herê sîyasetcîyê kurd di vê têkoşîna aştiyê de kevtin hepîsxana û hêj nehe jî sîyasetcîyê kurd tê girtin. Ji bo rawestana kuştina ciwana û di vê navê de ji bo rawstana rondikên dayika ji têkoşîna xwe re paşve neman û nehe jî domdikin.

Tev di vê şîrovê de partîya spî derket ortê, hiş û gumanên kurdan tevlihev kir. Aliyekê di bin navê çareseriya pirsgirêka kurdan de kurd berdan nava xewneroşka, di aliyê dî de jî kurdê xwe ê gor mêjiyê xwe jê bijart û di vê navberê de jî berhevîya şerek dijwar kir.

Başe berheviya şerê dijwar kir û niha bi hezaran bombeya dibarîne ser axa kurdan.

Dê dawî bigehe çi? Bi hinde rabûna balefiran û barîna bombeyan re dê binyatê kurda qelîn e.

Bewer nakim. Direw e. Neşên binyatê kurdan qelîn in.

Lewre di salên 190’ê de jî armanca wan de qelandina binyatê kurdan hebû belê neşiyan kurdan qelîn in.

Ev rabûna balefir û bonbeyên diavêjin ser axa kurdan tenê zirarê dide aborîya Tirkiyeyê. Bi van êrijan re, bi milyonan pereyê Tirkiyeyê zeî dibe û gel ên Tirkiyeyê xîzan dibe.

Di vî şerê qirêj de gel ên Tirkiyeyê bihev re zirarê dibîn in. Aborîya Tirkiyeyê zirarê dibîne.

Evê zirarê kerê kor jî dizane belê dimînim şaş ewê fermana şeri dayî çawa nizane. An jî dizane belê bi kuştina ciwanan re xwe bahtîyar dibîne.

Bila vê bizanin ku şer çareseriya tu pirsgirêka nîn e. Di Tirkiyeyê de divê tev pirsgirêk di çerçoveya demokrasîyê de û bi aqilê pîroz re bê çareserkirin.

Ne hewceye ez zêde bêjim. Evê tev cîhan dizane belê ê rikgir ê şerkûk û ê bêwijdan tenê nizan e.

Bu yazı toplam 7186 defa okunmuştur