Omer Dilsoz

Baranên kivarkan

18 Mart 2014 Salı 12:21

Baran dibare, hûrik hûrik. Pesarên berojan xwe ji berfê kêşaye, pîvok û binevşok, serî hilandiye û pûng û mêrgijka devê keviyan, rengê gewmr ê axê bi şînahiyê xemilandiye.

Kate bişkûvîne di şaxên daran de, bî berî hemû daran kesk dibe û pê re hecî bahîvk…

Nizar hê dagirtine ji keviyan, baran joriyên nizaran şilope ye û dem bi dem befir û şilope heta nava warî xwe sernişîv dike û weke ku dibêje, “Hê jî şêl û doreke min maye!”

Paşî barîn sist dibe, şûna lêmiştan xîz û êzingên ku lêmiştê gel xwe aniye dimîne. Ewr dihilînin û bîstek dî di şerê ewr û bay de ba bi ser dikeve û çavê rojê yê geş digel me dibişire.

Hey hewara xwedê, hetava piştî baranê çend xweş e!...

Niherê dilê mirovî dixure, tebat nabe di xanî ve rûne û vê roja weha xweş, mirov pal vede. A qenc ew e bide dû bêhna dilveker a suriştê û bi dol û newalan, kêrî û milan çiya bikeve; îja dem dema xweşiyê ye.

Tu nizanî çi ka te kengî xwe vêk da, sakoyek avête ser cilên xwe, pêlavên xwe kêşane piyên xwe û piştî te rahişte tûr û kîsê xwarinê, hin te dî ku ev e tu li nav dilê çiya. Qederek evraz bin piyê te bûye du bihost û ligel dengê qebeqeba kewan hema wisa ji kûrahiya dilê xwe dibêjî strana,

“Newroz e Newroz e,

Gulek bide min yar

Cejna te pîroz e….”

Erê, vêca piştî ku te ev berdola xwerî şikêr jî li pê xwe hişt bêhnekê jî bêhna xwe vedî. Heliz hêdî hêdî qupikên xwe diqelêşe û bejna xwe ya narîn nîşan dide, ev baranên kivarkan in.

Piştî taviyeke xweş a baranê, çawa çavê rojê zeriqî, kivark jî ji bin axê weha serî dihilînin. Îja, kivarkên herî xweş jî kivarkên helizê ne.

Ahe bi xwedê reşîşên ewran dîsa va ye xwe lêk dan û binê jêrî rûyê xwe tirş kir; Jixwe gava hilanîna ewran ji binê jêr ber bi serî jorî ve be; ango ji rojavayê ber bi rojhilatê; heta ji başûrojavayê ber bi bakurrojhilatê be, hingê hergîz piştrast be ku şilî li dû ve tê. Nexwe divêt tu xwe ji bo barîneke dijwar hazir bikî…

-Aha bi xwedê ji min çû, min çi sîvan û şemsiye jî gel xwe neaîne, dibêjî xwe û paşî dikenî bi vê pirsa xwe, -bo xwedê çiya û sîvane! Teh, îja şemsiye! Paşî sakoyê xwe vedinêrî, bi xwedê, ew jî ji wî yê bê kumik e û ahe reşîşên baranê bi lez ber bi te ve tên.

Pa çare!?

Zû ji xwe re li berraza zinarekî digerî, hema piçekî nihande be bes e, heta ev tevî bi ser te de diçe…

Paşî dibêjî, -Dev jê berde lo, bi salan e kesera dilê min e ku ez xweşiya vê baranê kivarkan bijî, îja radibî ji xwe re li riyên revê digerî… tew mala minê! Bihêle, bila ji neynûka piyan heta tatê serî bibî/bibime lîsik ber baranê.

Bi vê dilxwedanê, dibînî ku tu li ber kepê latekê yî, cihê banahiyên berbihariyan…

Careke din ji kûrahiya dilê te vedirese çend gotinên stranekê,

“Newroz û bihar e…”

(…)

Newroza we pîroz bît! 

Bu yazı toplam 4874 defa okunmuştur