Silêman Feqiyanî

Barana şêlo û bi rik

12 Temmuz 2011 Salı 22:51

Baran barî bi rehmet e, navê kuriki Ehmed e, şolê kevçikê zehmet e dibêjin.

Caran jî baran barî xwinav xwinav, xweza bitevahi ma bin av, geli zevtkir ser serê xwe kulav dibêjin.

Ev gotinên jori min nebihîstibûn ku kesekê goti, di çu nivîsîna de jî nexwendibû, tenê min lihevanîn in (uydurma), jî min biborîn in.

Rasti ji baranê re herê gotin tên gotin. Hema mirov di aliyê barîna baranê re bizane peyvan danê ber hev, dê derheqê barîna baranê de herî hevok bixêra hibirê bên ber hev.

Rasti di bêjim bi xêra hibirê belê bi zêdehi bi xîreta mêji dê di vê mijarê de hevok xwe xemlîn in.

Barîna baranê tev car ji bo minfiatê xwezayê û mirovan dibare, kêm car jî baranên şêlo û bi rik dibarin ew jî zirarê dide xweza û mirovan.  

Di vê navê de baranên di meha pûşberê dibarin, bi taybet barana vê danzdeh pûşberê barî hem şêlo û hem jî bi rik barî.

Ax û dilopên nazdar bi hevre dikevin nava kêf û kêfxweşiyê. Bi azad xwe hilçinin nava mêji û ramanên hev. Dê bêji hezkirina du ciwanan vejenê (enerjî) didin hev.

 Caran baran ji esimani dibare, her we zelal û we rehm.  Ev barane dema dibare ser belgên darubara wekî rondikên zaroka we zelal dikevin ser axa bêguneh. Bi barîna baranê re xweza bi rih dikeve. Xweza xwe dixemlîne û xweza azad dibe.

Dê bêji ev dilopa ji belgê diwere rehmek nazdar û germahiyek dilovan dide jîyana mirovi jî. Ji ber ku azadbûna xwezayê azadbûna welat e. Dema welat azad bû gel jî azad e. Mirovên wê xwezayê jî bibirati û azad xwe hizir dikin.

Navbeyna ax û dilopên zelal re tiştik dijî û bi vê jîyana wan re azadî dikeve dilka wan. Xwe azad û serfiraz, xwe bikêf û evîndar, xwe dewlemend û serbilind hizirdikin.  

Barîna vê baranê kêf û kêfxweşi, evînî û hezkirin, azadi û aşti êxiste dilka gelan. Belê mixabin ji hindikan re baran hind lêlav û şêlo barî, rik, hesûdi, neyari, kuvani, kerb, şer, serece, pêmirin, qureder, qolqole, mawt, taştîk, kuştin, lêdan (îşkence), kerb, xwîndari, hesûdi, kezap û hwd. êxist dilka wan.

Belê mixabin bi hezar cara mixabin piştî hilbijartina danzdeh pûşberê baranek wekî herîyê, wekî kês û gelêşi şêlo barî ser hilbijara kurd û sosyalîstê tirk.

Lîstikek herî zirav û aşkera di serê wan de hat û borî. Hiş û ramanên mirovi sekinandin. Serkevtina wan hêla hindirê wan de.

Di vê hilbijartinê de hindik bi vê serkevtina xwe re bûn dîk ê Şamê û serkevtin tenê ji xwe re hisabkirin û serkevtina geli jî tepeser kirin.

Ma nabêjin gez û meqes destê kî de be dirûn jî a wi ye. Ev dîkê Şamê an ku decalê dawî jî xwe di van hiziran de dibînin.  

Bi zordariya xwe re qanûn-manûn û bi taybet YSK jî hildaye destê xwe. Çi bivê wê dike, an ku gez û meqes ê destê wan de.

Bila tu kes bawer neke ku ev dîk ên bi barîna barana şêlo û bi rik re çêbûyî dê çêkirina makeqanûnê re hîvî û daxwaziyên kurd û tirka bîne cih. Lewre ev dîkên Şamê tu reng û rûyê harîkariya kurdan nade. Dê her gor dîktadorîya xwe makeqanûnê çêkin.

Tev cîhanê dît ku bi yek niqîna çavê xwe re YSK êxist bin bandora xwe û rêzdar M.Hatîp Dîcle têkil hindirê hilbijartina parlementera kir. Bi yêk niqîna çavê xwe re  jî rêzdar M. Hatip Dîcle piştî hilbijartinê ji parlementeriyê êxist.

Aliyekê parlementerê nêzî heştê hezar deng wergêrti ji parlementeriyê êxist aliyê dî jî ji xwe re bibêwijdanî parlementerek hilda. Ev parlementerê bibêwijdanî ji xwe re hildayî dê çi rû re ji gelê Amedê re parlementeriyê bike ewê jî Xwedî dizane.

 Carek dî danzdeh pûşerê baranek şêlo ji esimani barî. Evê barana rikdar û şêlo, ev belgên darubara, belgên giya û kulîlka bi rikên xwe re qirêju kir.

Ew jî têra nekir pênç parlementerên kurdan ji xwe re bijarti jî bi niqîna çavê xwe re ji hepisxaneyan bernedan.  

Aliyekê di vî welat de demokrasî heye dibêje, aliyê dî de jî demokrasîyê bin pê dike.

Di dîroka tirki de baranên wiha şêlo û bi xwedî rik ser serê gelê kurdan û tirkan de hatiye. Heta niha kurd û tirk di bin tu lêmiştiyên vê barana şêlo û bi rik de nemayne. Bawerim di bin vê lêmiştiya barana şêlo û bi rik de namîn in.

Lewre kurd û tirk dizanin ku ev baranên şêlo û bi rik lêlêkin, ew nizanin ku hêj lolok mayne.

Ew jî têra nekir hiş û ramanên geli, hizir û gomanên geli kelepçe kirin. Îradeya geli jî binpê kirin.

Bu yazı toplam 7273 defa okunmuştur
cumeeyı faqiran
 // abazeyı lınkekı
mala sıduye faqiran. mala ruste şabende mala ehmedı hemrayei, ser xatra mele şahin...
14 Temmuz 2011 Perşembe 00:36