Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Banqut

Banqut

Ev şîroveye di pir salên dawî de, li tev gundê Kurdistana bakur de derbazbûne. Belê min ev xeyala xwe a ser vî gundida nivîsî bi berdewamî disalên dawî de tev gund, navçe û bajarên Kurdistana bakurde hêj xirabtir qewimîne. Lewre ev mînakek pir hindik e. Di vê şîroveyê de armanç ew e ku di wan salan de û heta îroj çi serê kurdan de derbazbûye bi vê mînakê nûbikîn. Rasti jî ev şîroveyê bi tevahî xeyalî ye. Belê min ev ji xwe re fersende dît, ku ca rûperek ji çanda Colemêrgîyan a dawî bikurtasi bînin bînim ziman.
Gundê me nêzî 80-90 malbatan û nêzî 300-400 gundîyan re cihê xwe girtiye dê bêjîn. Qereqola ser serê girê gund û gêrik jî kevti ber rexê gund. Ev qereqola melkemotê serê gundiyan bi mînaka ellehan gund hildabû bin taqeta xwe. Dema gundî sibeyan ji mala xwe derketin ber derê avahi nişkê de evqereqole bi mînaka dahbeyan tirs, sahm di da wan û bi wê dîtinê re veceniqîn.
Wê salê ji bo dibistana pêşîn a gundi mamoste Umut nû hatibû. Ew hind sal bû tev mamostayên dihatin hemû welatperwerê tirki bûn belê ev mamosteye mirovek ji sosyalîstê tirki bû. Tev mamostayên dawiyê hati yek bi yek bi leşkerê qereqola gundi re şirîk bûn. Gundîyan jî dizanû hikometên tirki bizanayî memosteyên welatper dirêkin wî gundi. Ji bo vî mamosteyê sosyalîst gundî jî mabûn matmayî.
Leşkerê qereqola gundi di aliyê fitne û fesadiyê re çi ji wan mamosteyên pêşîya mamoste Umut xwestiba ewan harîkariya leşkeri dikir. Di wê sedemê de gundîyê gundi di destê leşkeriyê de helak bû. Zordari û xortiya leşkeri ser gundîyan ew bû ku gundî bibin cerdewan. Belê gundîyan cerdewani qebûl nedikirin. Di wê sedemê de bi tevahi bêbextiyê de leşkeriyê û qomandoyên netewî ser gund û gundîyan zilm û tehdeyî dikir. Tev mamosteyên berê û bi 4-5 gundîyan re muxbîri ji leşkerê qereqolê re dikir.
Ev mamosteyê xwedî bejna bilin û zirav, xwedî simbêlên stûr bi hevsera xwe Semayê re hatibû û pir bi xwendevanên dibistanê û gundîyan re eleqeder bû. Mamoste bi hatina xwe re gundîyan seba vê camêriya wi avahiyê hikometê ji mamoste û hevsera wi Semayê re paqijkiribû. Nava mezelên avahi bi berikên mala xwe înayî re rayêxisti bû. Hewcetiyên wi ên bi mînaka aman a (ji kapkaşik re dibêjin aman) navbenda xwe de komkiribûn û înabûn mala mamoste. Ji mamoste û hevsera wi Semayê re doşek, lêhêfk, balgîv û tev dî hewcetiyên wi dabûnê.
Bejna Semaya hevseri mamoste gor bejna wi kurt û xwedî çav, birû û pirça reş bû. Hevsera wi ew meha 6’ê de bû ku ducanî. Bi hatina wan a payîzê re gûndîyan tev ev hewcetiyên wan ên me jori goti dabûn wan. Bi vê berheviya ji wan re hati kirin de, ew jî navbenda 7 rojan de çûn navçeyê ji xwe re nefeqê zivistanê înabûn. Dar û dûyê wan jî gundîyan dabûn wan. Rasti sobe û pir dî hewcetiyên mamoste ji mala Rêncber hatibûn. Mala Rêncber nêzî dibistana pêşîn bû û Rêncber, hevsera xwe Fatma, 4 keç û 2 kurên xwe re li wê malê dijîn. Sedem ducaniya hevsera mamoste ji bo vêxistina sobe û tev dî şolên malê ku harîkariya Semaya hevsera mamoste bikin heta direngî şevê dimane mala mamoste.
Heta serê adarê dawiya sibatê hêj navtengek berfê li gundi mabû. Mamoste, sedema muxbirîyê ji leşkeri re nake, çand carekan biribûn qereqolê carek du car jî pir qotabûn. Dema leşkeri mamoste dibir qereqolê Rêncber keçik an jî hevsera xwe Fatma rêdikirin nik hevsera mamoste.
Di wan rojan de meh û dema hevsera mamoste nêzî bibû ku zaroki biîne dinyayê. Sedem girtina rêka gundi jî mamoste neşiya hevsera xwe bibe navçeyê. Hindî hevser û keça Rêncber bû yek ji wan herdem mala mamoste diman. Çend malên nêzî dibistanê jî pîrejinên wan mala ji ber zayîna hevsera mamoste bi dor dihatin mala mamoste. Ev pîrejinên gundi sibê zû diçûn nik jinikê heta dema razanê û dema razanê zivirîn malên xwe.
Wê rojê jî carekdî cendermeyan mamoste biribûn qereqolê û pir pirs ji wi kiribûn. Direng şevê leşkeri ew berdan û ew jî hate mala xwe. Nêzî mala xwe bû dît ku qêrîyên hevsera wi tiji gundî bû. Dema geheşti ber derê mala xwe pîrekên mala wi “ne tirse e, hevsera te nesaxê zarokiye dem maye ku ti bibi bav” gotinê. Ewan we got wi belê xwiryan kevte bin pê wi, çend qêrîyên hevsera wi dikeve guhên wi ew pêtir tevlihev dibe. Dawiya nîv saetê dengê zaroki kevte guhê wi û qêrîyên hevsera wi jî qut bûn. Bi mizgînîya “kurê min mizgînîyê bidim te ku tu bû bavê keçikekê” gotinê, belê ewi pêşîyê pirsa hevsera xwe ji wankir. Piştî zanî ku hevsera wi jî di tendirûstiya xwe de pir başe paşê bêhna wi xweş bû û destê sê pîrjinên mala xwe de, yek bi yek ramûsa. Navbenda 7-8 rojan ji bo razanê mamoste hate mala Rêncber û hevsera Rêncber Fatma jî bi şev û roj mabû mala mamoste.
Navbenda mehekê ser zayîna zarokê mamoste de borî bû, rojekê bi dengê pêyan li ser bani de guhdari dikir. Di wê guhdariya xwe de bihîst ku dengê mirovan ê ser banê wi tê û bi tiştikê lêxin bani. Aha wê demê zirava mamoste bizdî, dilka wi ji cih derket, tirsan de bi mînaka tayîyê havînê lerizî. Tu axiftin ji wi nehat. Ne hevsera wi, ne zarokê wi, ne jî jîyana wi nahat bîra wi. Tirsan de bi mînaka pişîkê xwe avêt nav pencerê, li wir ji taqet kevt, hişk û ziwa nava pancarê rûnişt.
Kifş bû ku hevsera wi Sema ji wi pir xwedî dilik bû. Ewê guhdariya deng û lêxistina bani nekir, zû de bezî derê avahi ê jiderve. Der vekir û bi kenîya ciwana û gotina “zu ji me re banqutkê bînin” re rast hat. Rasti Semaya hevsera mamoste jî pir tirsî bû, belê piştî ciwanên ser bani dîti û ew nayîsî hindik jî be dilka wê kevte cih. “Birayên min, rasti be hewe em pir tirsandin, carê ji min re bêjin ewa hewe kiri tê çi wateyê?” bi hêrs gote ciwanan.
Bi vê bizava hevsera mamoste re ciwana zanî ku ewan xwedîyên malê tirsandin. Piştî hatin mala mamoste û dîtin mamoste şibi mirovê jîyan jê çik bûyî we nava pancarê dîti pir caran lêborîn ji wan xwestin. Dawiya axiftin û laqêrdîyên navbenda wan de borî hişên mamoste hatin seri û “hewe seba çi em tirsanin” gote wan.Yek ji wan “me bangut ji we xwest” gotê.
Bi vê axiftina wan re Rêncber bi dengê mirovan re dibezî mala mamoste. Piştî Rêncber hati mala mamoste û tev ew bûyera serê mamosteda borî zanî pêşîyê sexera ciwana bir. Paşê jî zivirî mamoste. “Mamosteyê delal. Di adetên me kurdan de heke hevsera yekê bibe ducanî û piştî ducaniya wê Xwedê zarok bidê, ciwan diçin wê malê û ku ca banqutê ji wan bixwaze di lêxin sîvaneyê wê malê. Bawerim dê bêji banqut çi ye? Wê jî ji te re bêjim. Armanca ê libani lêxe xwedîyê malê gûz, hejîr, mirûj, kişmiş an ku çi di malê de hebe ewê bide wan. Hindik malên herî hişyar jî hene, dema ciwan sîvaneyê bani dilêxin ew jî “ka carê hewe pirsyar înaye ku em banqutkê bidin hewe, zû herin pirsyarê bînin” dibêjinê.”
Dawiya axiftina Rêncber mamoste jî kenî û “carê hewe pirsyar înaye ku ez bangutê bidim hewe” got û hemî vi gotina mamoste re kenîn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10