Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

BANÊ Kurdên dîndar “Înisiyatîfa Azadî”

BANÊ Kurdên dîndar “Înisiyatîfa Azadî”

Ji bo maf û azadî; Înisiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê 09.06.2012ê li Otela PRESTÎJ a Amedê,  bi civîneke çapemeniyê deklarasyona avabûna xwe ragihand.

Weke çavdêrekî ez jî di civînê de amade bûm. Civîna ku saet 13.30ê dest pê kir, bi xwendina Qurana pîroz û maelkirina wê ya bi kurdî got, “Ya Allah” û bernameya xwe ku dê piştî civîna du rojan ji raya giştî re aşkere bike, dest pê kir.

54545.jpgPankartên salona civînê xwerû bi Kurdî bûn, li rex fotoyeke gewre yê Şêx Seîd, bi şêwezarê Kurmancî û Zazakî (Kirdmanckî/Dimilî) hatibûn daliqandin.

Mela Suleyman Kurşun bi duayeke Kurdî civîn vekir û bi avakirina dîwanê komcivînê berdewam kir.

Înisiyatîfê xwe we da zanîn ku ew sed bo sed bizaveke Kurdistanî ne û li ser rêk û şopa Şêx Seîd, Seîdê Norsî (Kurdî), Seyyid Riza, Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî ne.

Ev awayê teknîkî ne.

Weke nûçeyekê me xwest atmosfera vê kombûnê bi we re parve bikin.

--

Kurdên dîndar ku li Kurdistanê dixwazin bi reng û dengê xwe hebin û di doza Netewa Kurdistanê de “xwêya wan jî” hebe û bo dizayn û jinûvesazkirina civaka kurdî bibin xwedî gotin, xuya ye, hewceyî bi bizav û pêrabûneke weha hatiye dîtin û di encama vê de ev Înisiyatîfa ku navê xwe ji bizava “Azadî” ya destpêka sedsala borî wergirtî, xwe bi rêk xistiye.

 Min dil nîn e zêde şîrove bikim, Înisiyatîfa Azadî di deqa xwe ya nasandinê de weha mebesta xwe radigihîne.

Ma hûn jî naxwazin bizanibin ka ev kesên li vir kom bûne, çi dibêjin?

De kerem kin, lê binêrin:

“Ew kesayetên ku bi hizr û kiryarên xwe ji hev cuda ne; Li Kurdistanê, “Ji bo pêkanîna mafê desthilatê yê gelê Kurdistanê û wek helwesteke li dijî polîtîkayên neheq ên li gelê Kurd rewa hatine dîtin; ji bo maf-hiqûq, azadî, biratiyeke wekhev û dadmendiyê” ew biryar pesend kiriye ku Înisyatîfa Îslamî durist bikin. Ev kesayetên han, ji tu derê çu paldan û fermanê negirin, bi vîna xwe ya azad û serbixwe bi awayekî çalak beşdarî vê pêkhateyê dibin, armanca wan e ku pêşniyarên  sosyopolîtîk riyên alternatîf peyda bikin. Endam, di çarçoveya vê armancê de barî hilgirin û xebatan didin ber xwe.  

Di halê hazir de saziyên sivîl û rêxistinên ku li dor têgiha “Pirsa Kurd” însiyatîf girtiye ser milên xwe,  ji ber rewşa hiyararşiya rêxistinî ya bi salan fêr bûne, hema bêje kesayetên ku civakê pêk tînin tevê potansiyela xwe di bin vî aşî de heliyane. Ji ber hindê ye, pêkhateya Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê, çalakî û kesayetên hevdu dubare dikin nîn e. Her kesayet, bi vîna xwe ya azad beşdarî vê înîsyatîfê dibe û bi xweseriya xwe jî tê de bizavê dike.   

Ango, her kesayetê ku înisiyatîfê hildigire û xwe dide ber barî, bi nasname, raman û reftara xwe ya azad tê de beşdar dibe. Îradeya înisiyatîfê ji bilî armanca, “Ji bo pêkanîna mafê nasnameyî yê gelê Kurdistanê li dijî polîtîkayên neheq ên li gelê Kurd rewa hatine dîtin helwestê nîşan bide; ji bo maf-hiqûq, azad û biratiyeke wekhev û edaletê” çi raman û tevgera ku çarçoveya wê hatiye destnîşankirin li ser kesayetên ku bar hilgirtiye, înisiyatîf wergirtiye ferz nake.    

Kesayetên înisiyatîfê digirin, li ser mebest û armancên jêrê hevbîr in.

Armanca Înisiyatîfê:

Di Civata Îslamî ya Kurdistanê de têkilî bi “Pirsa Kurd û Doza Kurdistanê” demeke dirêj e çavdêrî li rewşê tê kirin û beramberî wê Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê van armancan dide ber xwe;

1- Li Kurdistanê, derdorên ku bi perspektîfeke îslamî li jiyanê dinêrin, bi awayekî civakî û siyasî têkilî pêvajoyê bikin, bi vî awayî rê lê bigirin ku Derdorên Îslamî ji aliyê hêzên serdest ên siyasî bes bêne îstismarkirin û beyana heq, edalet û azadiyê bi pêvajoyeke têkilker re berdewamiyê tê bidin;

2- Ji ber vê Civaka Îslamî raman û bizava xwe ji serçaviyên xwe yên xweser ên nasnameyî bi riya Quran û Sunnetê kifş bike û li ser vê binemayê xurtkirina vîna azadiya gelê Kurdistanê û pêkanîna armancên îradeyê bidine pêş; 

3- Ji bo vê jî bibine şirîk û aliyê helkeftê û di vê çarçoveyê de têkoşîna bi hemû polîtîkayan re ku îradeya azadiya gelê Kurdistanê asteng dike û ji bo vê mebestê pêşxistina xebatan bidine pêş;  

4- Bi vî awayî Civata Îslamî, bi aşkerekirina vîna xwe ya dîrokî û aktuel; hemû xebatên kesayetî, civakî û siyasî ên ku Maf, Azadî û Dadmendiyê daxwaz dikin, li xwe digire.   

Sedem û avabûna Înisiyatîfê:

Înisiyatîf, wisa pê bawer e ku Civata Îslamî ya Kurdistanê bi têrî pêwîst bike li rewşa gelê Kurdistanê serwext nebûye, ji bo bicihanîna berpirsyariyên li hemberî gelê Kurdistanê pêwîst dibîne ku vê banga zihnî û emelî bike, ji bo vê armancê jî Kurdistaniyên xwedan bîr û boçûnên cuda yên xwedî referansên îslamî ev pêkhate ava kiriye. 

Kesayetên pala xwe didine referansên Îslamî; bi vê mebestê hatine nik hev û weke berpirsyariyeke Îslamî hewl didin gotin û kiryara xwe pêk bînin, bi vî awayî hişmendî û çalakiyeke ku hewldaneke sazûmanî ji xwe çêke pêk bînin û ji bo vê jî zemîneke hevbeş ya qenaetên Îslamê ava bikin û ji bo vê jî avakirina Ji Bo Maf, Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî Ya Kurdistanê  hatiye ber behs û biryarê.

Kesayetên înisiyatîf girtiye, der barê rewşa civaka Kurdistanê de çavdêrî, tespît û boçûnên xwe pêşkêşî raya giştî dikin, ji bo çareseriyê pêşniyaran pêş dixin û projeyên xwedan naverokên civakî û polîtîk amade dikin, ev çalakî û hewldan wek sedema avakirina înisiyatîfê têne hesibandin.

Palpişta Rewa ya Înisiyatîfê:

Palpişta bingehîn ku înisiyatîfê rewa dike; kesayetên xwe daye ber vî barî, wisa bawer dikin ku ji bo maf û azadiyên bingehîn ên gelê Kurd ew xwedî berpirsyariyeke bivê-nevê ne. Înisiyatîf, hêza xwe a rastîn ji daxwaza berhevbûna nik hev a kesayetên azad digire ku pêkhateyeke rêxistinbûna navberê ya sosyopolîtîk e; hewldanek e.

Tu têkiliya organîk a însiyatîfê bi tu rêxistinên resmî û neresmî yên vê gavê hene re tune ye. Lêgerîneke hevpar a pêkhateyên serbixwe ye ku van saziyên heyî nekariye entegre bikin; yanî di çarçoveya îslamî de dixwaze rewşa civaka Kurdistanê û civaka îslamî bigihîne hev. Li gorî kesayetên înisiyatîfgir, çarçoveya îslamî çarçoveyeke kategorîk nîne; di heman demê de çarçoveyeke wijdanî, fitrî, exlaqî û xwedan berpirsyarî ye.

Hedefa Înisiyatîfê:

Ligel van armancên bingehîn ên jorê; kesayetên xwe daye ber vî barî li hemberî berpirsyariyên bivê-nevê, di pêvajo an jî encama dariştina gotin û kiryarê de; bi pêvajoya gotin û kiryareke tekûz û rasteqîne, hedef daye ber xwe ku derkeve pêşiya civakê heta bi rêkxistineke civakî ya xurt a polîtîk jî di nav armancên wan de ye.   

Înisiyatîf, dê li dor van armanc û mebestan çalakiyan li dar bixe, hevdîtinan pêk bîne û ji bo pêkanîna binesaziyeke teorîk xebatan bi rê ve bibe. Bi taybetî der barê rewşa derdora îslamî ya di nav civaka Kurdistanê de bêyî ku dereng bê xistin, dê pêwîstiya projeyên entelektuel, siyasî û civakî  bi xebatan bête pêşxistin.   

Înisiyatîf, piştî nêzikbûna van armancan dê karê xwe bi dawî bîne û awayê rêkxistina navberê bi encam bike.”

--

Ez we dizanim, Kurd li riyekê digerim; li riyeke xilasiyê…

A girîng ew e ku bêyî ku ferq û cudahiyê bêxine nava xwe, bo maf û heqên xwe yên însanî, yên neteweyî pêkve tevbigerin…

Kurdistan welatê me hemûyan e.   

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi