Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bal û pala xwe bidinê

Bal û pala xwe bidinê

Berê bala xwe didimê, piştre pala xwe didimê û herî dawîn jê digerim û ber bi riya xwe ve diçim.

                         *

Bala mirovî li kî derê be pala mirovî li hemberî wê ye. Gelo ma mirov dikare hem pala xwe bide cihekî/tiştekî/kesekî/darekê/dîwarekî hem jî bala xwe…?

Jiyana bi palvedana bi palpiştan êxsîr, ma jiyana herî ‘erzan’ e gelo?

Gelo qet kes ji we ‘buhayek’ bi jiyanê daye?

Ma li ser rûyê vê rûzemînê qet tiştek bi buhayê ‘jiyanê’ heye?

Bala xwe bidine vê pirsa jorî û piştre jî pala xwe bidine vê tirsa xwarê, piştre jî heke dilê we hez kir hûn jî dikarin –wekî min- xwe li çu tiştî negirin û biçin. (Çûyîn, carina bizava herî hêsan e)

Navê vê tirsê ‘tirsa jiyanê’ ye. Ma hemû pîkol û bizava mirovî ji bo şikandina vê tirsê ye gelo?

Gelo, qey em her tim balda(r)yê jiyanê û paldayê mirinê ne, an di çalên mirinê de baldarê jiyanê ne?!...

Gelo ‘jiyan’ ji kengî (kîjan qonaxê) wê de ji me re dibe çala mirinê?

 Niha jî pala xwe bidine balgîfê xwe û bala xwe bidine ser qewimîn û helkeftên van rojên dawîn: Ba û bagera tirsê dîsa li newal û geliyên siyasetê dike guveguv û li deroberê deng vedide.

Agir dîsa dê ‘cihê pê bigire’ bişewitîne û dîsa hinek dest bi durîtina cang û kifinê terotolan, dîsa hinek dest bi xeratiya darbest û tabûtên ciwan û law û keçên hejar û belengaz dikin. Dîsa hinek hêz û dorhêlên çavsor pala xwe didin tirsê û bala komên xelkê yên dilpak û niyetqenc didin sîxên ji agirî yên kuştin û tunekirinê.

Kesê ku bala wî li tunekirinê û pala wî bi agir û kuştinê ve be, nikare jê bigere û ber bi asoyên kesekeşîn ve xwe bide ser riya xemilandin û xweştirkirina jiyanê. Kesê pala wî li agirî be bala wî li avê ye. (Çimkî dikizire)

Ev konsepta ku benikê dû hemû hebanan e, di nava lêvên çend kesên ‘kûr û dûr’ de ‘hûr û kûr’ tête dariştin û li pişt deriyên asêkirî de wekî ‘pakêtekê’ tête amadekirin û pêşkêşî tenûra çapemeniya kartel tête kirin. Ew bi rastî jî nanpêjên tenûra xwe ne.

Pala konseptê bi ser kîjan perspektîfê be, bala medyaya wekî darkokê agir û kuştinê jî ber wê derê ve ye.

‘Emir û amîrên xwedan apolet li kîjan daholê bixin, ew hema her amade ne bi bablekanî li ber bireqisin û ji bo bejna pêvajo û prosesê kirasekî nû bidurîn û sparîş bikin.

Cihê mixabinê ye ku li vî welatî hêj jî pala hemû ‘plan û xwevekirin û bervekirinên’ dewlet û hikûmetî li ser ‘tepeserkirina kurdî’ ye û bal jî li ser ‘bêdengkirinê’ ye.

Niha, senaryoyeke nû tête nivîsandin: Rol û misyona her kesê hatiye dapişkandin. MHP û CHP qeşmerên vê senaryoyê ne, AKP hem li nalê dixe hem jî bi mîxê, leşker sîxên xwe tûj dike û di kemînê de ye, piştî ku av başebaş şêlo bû da ku dest tê werde. Kurd çend ji hev birr birr bin, ew çend ji bo bicihanînê vê senaryoyê ‘baştir’ e. (Hişyarî jê re divê)

                                             *

Ez dîsa bala xwe didimê û bêyî ku pala xwe bidimê diçim…      

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi