Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Azadiya Welat û zarokên wê

Azadiya Welat û zarokên wê

Mirovi heke tû goman, xemuxîyal çûnebe an ko mirov bêgoman be, bêxem be, şevê yektenişt dirazê.  

Ji mirovê bêgoman re, bê xemuxîyal re kurd “ne xema min e ne dema min, qirçe qirça benîştê min” dibêj e. Ev terz nirove mêjîreş in.

Belê heke mirov dinava gomanên zirarê de be, xemên mirovi herê zêde be, ji mirovi re wê demê razana şevê  çûnîn e. Şav wekî mar û mişka dê rahêle wi. Ev terz mirove jî xwedîyê ar û wijdan e.

Kurdê xwedî ar û wijdan be di vê şêlûbûna civakê de, dê bikeve nava gomanên herî tarî. Dê ramanên xwe re xortiyê bika ka çima rojnameyên bi zimanê wi tên weşandin, digirin.

 Vê domahîkê ê pêş çav ku gelên Tirkiyeyê wekî agir û neftê  we şirîn ji hev hez kirin dikin. Destpêka şerê çar rêyanê (dortyolê)  hindik mabû ku wekî çirûska agiri belavbibe bajêrên welat. Divê eve bibe nîşan ji mirovên şeri re hez dikin ku qemî avekê ser vî agiri de herikîn in.  

Bi kurtasi aloziyên welat re pir nivîsîn û gotin tên nivîsîn û gotin. Em wê denin aliyekê. A kurdên xwedî derkevin zimanê xwe, bila rojeva vê nivîsînê be. Pir cara bi nivîsînê xwe re min, kurd ji bo xwedî derketina zimanê xwe bê xîret in, nivîsî bû.  

Di ronahiya vê hevokê re hikumeta AKPê çendî neyarê zimanê kurdîye, ê pêş çav. Em neyariya wan dibînin, asîmîlasyona ser zimanê kurdî û oto-asîmîlasyona em bi destê xwe dikîn jî, em dibînin. Serda jî em meşka xwe (zikê xwe) tiji dikîn û xwe mirov dibînin. Mixabin ji bo wê miroviya bê binyat.

Rojnameya Azadiya Welat sala 2006’an meha tebaxê dest bi weşandê kir û heta roja hati girtin jî domkiri bû. Di Tirkiyeyê de rojnameyên kurdî ên dest weşandinê kiri, ê umrê wê herî dirêj bêgoman Rojnameya Azadiya Welat bû.

Mixabin ev rojname 4 cara hate girtin. Ev cara 5’ê ye di aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re Rojnameya Azadiya Welat tê girtin. An ko heta vê girtina domahîkê sedubist rojan hatibû girtin, ev girtina sî rojan re dibe sedupêncî roj.

Bi hincetên herî du rûyê mirovahiyê û bê xîme ev rojname tê girtin.

Rojnameya Azadiya Welat hate girtin belê Xwedê zarok dabû wê. Kurdan navê zarokê Azadiya Welat kiribûn Rojev. An ko rojnameya navê wê rojev dest bi weşandina zimanê kurdî kiri bû.  

Ev zarokê Xwedê dayî rojnameya kurdî jî, wekî şûjinê çû çavê wan de û emrê vê Rojnameya Rojevê jî bû 4 roj. Roja çarê ev jî hate girtin. Nexşe nevi yê Rojnameya Azadiya Welat a navê wê ronahî re tê.

Di jiyana xwe de rojnameyên kurdî tû veqetin bi kêfa xwe nekirine. Ev veqetînên Rojnameya Azadiya Welat û zarokê wê, di aliyê neyarê zimanê kurdan re tê girtin.  

Bînin pêş çavê xwe ku kurdî wekî şîjûn ê diçe çavê neyarê dilreş û bo veqetîna wê çi ji desti tê wê dikin. Em jî bi çavên zil temaşeyî wan dikin.

Lê ya rast em çend xwedî rojnameya xwe derkevîn dê hind zêde bê firotin. Çend zêde bê firotin dê hind qedemên neyari bişkê.

Kurdên di asîmîlasyonê û oto-asîmîlasyonê de xeniqî, eslê xwe berze kiri bila aliyekê be. Belê tev kurdên welatperwer ji bo xwedî derketina zimanê xwe bibe yek mist dê Rojnameya Azadiya Welat bikeve xîmeyê mifriq û nahê girtin.

Kîjan kurdê tu kolanê bibîn i û pirsa giringîya zimanê wi lêbikî dê “ziman mirov e û mirov jî ziman e” bêje. Girîngîya zimana di zane belê ji bo windabûna zimanê xwe jî çiya ji desti tê wê dike. Serda jî dibêje ez kurd im. Herê gelo kurdê/mirovê bê ziman çawa dibe.

Rojnameya Azadiya Welat ji bo pêşvebirina kurdî û zimanekî hevpar rolekî herî giring dilîst. Bili kurdên Tirkiyeyê, di aliyê kurdên îran, irarq û suriyê re jî ta xwendin.

Lewre ew ji kurdan re tave bû, hewa bû, xwarin û vexwarin bû. Ew wekî zimanê tevahî gelan, ji kurdan re jî hebûna nav û jîn a wan bû.

Divê kurd xwedî derkevtina zimanê xwe re berpirsîyên xwe bizane û ji pirsgirêkên zimanê xwe re xwedî derkeve.

Ev ji bo pêşveçûna kurdan herê pêwîst e.

 Lewre dizanim ku zilma ser zimanê kurdî dê her berdewam be û dê her rojnameyên kurdî bên girtin. Belê wekî me goti bimilyonan kurd xwedî Rojnameya Azadiya Welat derkeve, wê demê nahê girtin. Lewre Rojnameya Azadiya Welat ji kurdan re dibistan a zimanê wi ye.

Ez di van ramanan de girtina Rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Rojevê û rojnameyên ji îro paşda bên girtin şemizar dikim.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10