İrfan Sarı

İrfan Sarı

Axavtina bi Sîpelayê re

Axavtina bi Sîpelayê re

Dema ku nava Geverê da pişta mirov kete rojhelat bi qasê sê kîlometra bo rojava sermilê çepê dolek kur û dirêj heye, navê wê Dêrişk e. Gor mezinên herêmê ev nav beriya sed sala niha “dêra eşk” bûye. Nav sala da gel asîmîlasyona dewletî ew jî navê xwe hêdî hêdî girtiye. Hin jî warê olî da nehatiye qebûlkîrîn ev jî faktorek e.

 

Rîya wê qeraxê dolê wekî benîkekî raxwistî ye. Gava mirov bi nêzîk Pîrbila bû, gund çav dide mirov. Sîpela jî nava dolê da wekî porên jinan ber ba xwe rathêlîne cîhên dûr. Van dîtina mirov dikeve nava gund.

 

Li dîtinek gelek axîn tê xwe nîşan mirov dide.

 

Wexta ku şerê qirêj bi dest pê kîr herêmê ev gund destleşker hatiye valakîrîn û şewitandîn. Dûwarên malên gundiyan çend sal e bêkes û bêxwedan ber ba, baran û berfê da ser xwe da helîyane. Ser milê rastê, kavlegund bi xerîb xerîb li mirov dinêre.

 

Gulan wê demsalê gelek har e, kevîyên berfê dihelîyên û dibin avek safî. Çend kevîr û berên girde bi xwe re tînin nava kavlegunda. Rê car car pê harbûna van avane qet bûye lê dîsa jî mirov hez dike wekî bizinan li ser vane xwe pelavêt.

 

Dema ku tam nêzîk Sîpelayê dibe mirov; gîya, ber, her du Sîpela û kevîyên berfê ber mirov da radibine ser pîyan êca Sîpela dengek dost dibêje: “Hûn xêr hatin û merheba” keyfên xwe da dest lavjeyên dilsotî dike.

 

Îro ez jî ser berê navçav spî rûniştim û pêyên xwe heya pelekan êxiste dî avê de.

 

Û gel Sîpelayê ketime peyivînê…

 

Mîn got: Halê te çîye?

 

Got: Mirin hebûya lê bêkesî nebûya!

 

Min got: Eşq çîye?

 

Got: Eşq, Deştîlok e…

 

Ser qeda xwe vegerîyam, mîn çavê xwe da Deştîlokê lê dîyar nekîr. mîn fêm kîr ku sîpel nêrînên xwe yên kûr dîde Deştîlokê. Ew jî hêvîyên xwe yên germ dide bayên Îranê lî ser Sîpelayê rêdike.

 

Hêj jî van peyîvînan têr nebûm, mîn lî pêyên xwe janek hîs kîr û Belê ava Sîpelayê pêyén mîn hilgîrtîbûn nava cergê xwe ji ber wê jan dan. Ji ber ku cergê avê tezî bû. Eger ev derene bêkes û bêxweyî nemaban belkû ber qala rojê bilq û sîpelên xwe germ kiriba, kî dizane! Roja ev derene dûr eşq û evînîyê man wê rojê heya îro Sîpela jî bêkes maye. Êca di êşên xwe de dinale û dikale.

 

Rastî mirov li van derane gava ku li ser xeyalên xwe yên paşerojê ve biçe cerg û hinavên mirov diqelişîn, çend bav û kal li vê derê jîyan pêk anîne yan jî çend bav û kalan jîyana xwe ji dest daye…

Wekî fîlmekê reş û tarî hindi mirov diçe nava wê ewqas dûr dibe.

 

Lê, dilek safî mirov dikare viha bêje; jîyana vê derê gelek birûmet bûye û gelek serbilind bûye.

 

Derdorên Dêrîşkê rexek diçe herêma Şikakan û Îranê, qamek jî destê xwe dide Başkalan û singê wê diçe li ser rêya qedîmî ya karwanan (armûşê-îpek) û xwe raêxe li bin dehmanê Çîyayê Mori.

 

Ji bo serê Sîpelayê gerek e ku mirov kêmekê jêhel biçe bo qama rojavayê.

 

Gava ku çûne serê kaniyê dunyayek pir paqij tête pêşa mirov, di nava tîşa berî de Sîpela serê xwe derdixîne spî spî wekî rûyê heyvê. Derdora wê giyayên tal û belgên fireh vedibin. Kevên serşîn tên wê derê û avê vedixwin kêrûşkên zikşîn li ser paşiyên xwe dirawestin û silav didine biharê.

 

Xweda li serî de ji keviyên berfê mêze dike. Berf di nava wan çîyayan de mîna singê jinan li ber betenê xwe radiweste.

 

Rojek gulanê bû, cih cih ewr li ser gundî rawestabû, me bera xwe da rêya karwanan darên peltê û yên sêvetirşan û wan jî destê xwe li me hejandin.

 

Dilê me ma di nava “dêra eşkan” de, em vedigeriyan bajarê Geverê…

 

* * *

 

Sipela'yla konuşma

 

Yüksekova"dan sırtımızı batıya verip yaklaşık 3 km doğuya gidince uzun ve derin Dirişk vadisine ulaşırız. Bu vadi yüzyıllar önce “déra aşk” (aşk tapınağı) diye bilinirdi. Devlet asimilasyon politikasından nasibini alan yeni ismi halk tarafından Kabul görmemiştir. Ancak burada ilginç olan zaman içinde köy ismi yöre halkının da kendi asimilasyonundan nasibini almıştır.

    

Vadini kenarından bir ip gibi uzanan yolun sonunda köy göze çarpıyor. Sipela ise rüzgârda savrulan kadın saçı gibi uçuşarak uzaklara gidiyor.

    

Bu da yürekleri yakıyor.

    

Bölgede kirli savaş başlayınca köy askerler tarafından yakılıp ve boşaltılmış. Yıllardır sahipsiz kalan köy evlerinin duvarları kar ve yağmurdan yıkılmışlar. Adeta biz buna layık değildik der gibi garip garip bakışıyoruz.

    

Mayıs ayı döneminde eriyen kar öbeklerinden oluşan berrak sularla daha bir kuduruyor, harabelere taş ve toprak taşıyor. Bu durum yolların kötü olmasına sebep olsa da oğlaklar gibi hoplayarak ya da sekerek geçmek istiyor insan.

    

Sipela"ya yaklaştıkça otlar her iki kıyısından ayağa kalkıp selamlıyor. Sipela ise dostça bir sesle “siz hoş geldiniz merhaba” diyor. Sonrasında dertli türküsünü söylemeye devam ediyor.

      

Ben ise bembeyaz akan pınarın gözünde paçalarımı dizlerime kadar sıvazlayıp ayaklarımı suya daldırıyorum. Sipela ile sohbete başlıyorum.

      

“nasılsın?”

       

“ah” diyor.”Ölüm olsa da kimsesizlik olmasa”

       

“aşk nedir?”

       

“aşk Deştilok"tur”

 

Omzumun üstünden bir hamleyle Deştilok"a döndüm fakat göremedim. Anladım ki köy derin derin Deştilok"a bakıyor ve köy sıcak umutlarını, hisli aşkını İran rüzgârlarıyla Sipela üzerine yayıyor.

      

Konuşmaya doymadan ayaklarımda bir sızı hissettim. Beni taze ciğerlerinin üstüne alan suyun sızısıydı bu. Suyun ciğerleri çıplaktı çünkü. Sahipsiz ve kimsesiz olmasa su ve çevresi daha sıcak olurdu. Sipela"nın yalnızlığı, aşktan yoksun oluşudur. Artık kendi acılarıyla inliyor.

      

Gerçekte geçmişine dönüp bakıldığın da yürek parçalanır. Kaç nesil orada yaşayıp, kaç nesil orada öldüler. Karanlık bir filmi izler gibi uzaklaşıyor her şey ama gönülde şunu diyor ki: burada yaşam çok onurlu ve değerli geçmiştir.

       

Dirişk"ten bir yolda İran"a ve Şikak bölgesine gidiliyor. Bir yamacı ise Başkale"ye uzanıyor ve göğsü ise Mor Dağının dibinden geçen tarihi İpek yoluna varıyor.

        

Sipela"nın ana kaynağına varmak için hayli yol almak lazım yukarılara doğru…

        

Suyun doğduğu yere gidince apayrı bir dünyayla karşılaşıp, bembeyaz bir ay görüyorsun adeta. Etrafında ekşi ve geniş yapraklı otlar açıyor. Mavi başlı keklikler, su içmeye geliyor. Karnı maviş tavşanlar arka ayakları üzerinde doğrulup baharı selamlıyorlar.

        

Allah doruklardaki karlara bakarken, kar dagların arasından kadın sinesi gibi parlak ve mağrur durur.

         

Bu Mayıs gününde köyün üstünde öbek öbek bulutlar, yüzümüzü kervan yoluna çevirdiğimizde ekşi elma ağaçları bize el sallıyordu.

          

Biz ise yüreğimizi “déra aşk”ta bırakarak Yüksekova"ya dönüyoruz.

 

* Türkçe çeviri: Handan Kılıç

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
11 Yorum
İrfan Sarı Arşivi