Omer Dilsoz

Ax Mazlûmê me ax!

03 Temmuz 2011 Pazar 23:38

Nûçeyên êvarê tên pêşkêşkirin. Ji kelegerma Amedê, ez 66 pêpelingan hilkişiyame û bêhna min li nav milên min dide. Bîskeke dî dê biçûma malê û li ser kanepeyê min ê pal vedaya, belkî deweke sar piçekî têhniya min bişikanda.

Çavên min li nûçeyan e, bala min lê ye, pêşkêşvan nûçeyan bi rêz dike: Temaşevanên hêja, rojbaşşşş!...

Çi baş, qet nûçeyeke baş jî ji nav devê wê dernakeve; aliyek girtinên nû, pîrejina 54 salî li ber sekratê ye, hevdîtina Abdullah Gul a bi Ahmet Turk û Şerafettin Elçî re… Pê re pê re nûçe germtir dibin; Destê sibê topxaneyên ser sînor “Herêma Parastina Medyayê” ku dikeve nav sînorê Herêma Kurdistanê, dîsa çend dever dane ber bombeyan…

Û nûçeya herî diltezîn: Li Dêrsîmê di şerekî de Pilingê birîndar bombeya ser xwe teqandiye da ku nakeve nav lepên…xwînmijan…

Û fotografê ku simbilên dirav ên hema li ber difnê ristî nîşan dida, du çavên reş ên wekî helhelokan ên ku birûyên her du alî digihin hev, wekî stêrkekê di bin re dibiriqin.

Erê, ew kes ji Mazlûmê me pêvetir çu kes nebû. Hingê laşê min kir qijjj her wekî cereke ava sar ji nişkê ve pê dakin û çavên min mane beq li ekrana televizyonê.

Çi zû Mezlûmo, çi zû!

Mazlûm hevalê me bû, me bi hev re kar kiribû. Ew hêj gelek lê gelek ciwan bû, hêj terotolê destê biharê, hêj zarok bû.

Ez bi salan di rojnameya Azadiya Welat de xebitîm, gelek kes hatin û çûn, min gelek kes nas kirin û ez bi wan re xebitîm. Lê belê kêm kes niha li bîra min bi dilekî xweş ku hema çi gava behsa dilpakî û xweşmiroviniyê bête kirin, ez bikarim navê wî/wê bibêjim. Normal e, gava mirov di cihekî de demeke dirêj bixebite, dibe ku îmana mirovî ji hinek kesan biçe, xwîna mirovî piçekî bikele hinekan û hinek jî hema wisa tenê di tahma merhebayekê de li bîra mirovî bimînin.

Çimkî normal e ku hinek li rûyê te bikenin lê pişt te gora te bikolin, hinek hema xûyê wan û yê te li hev nekeve, hinek jî xwedan hesabên cuda yên binve binve bin.

Lê niha çi gava ez û dostê xwe yê hêja Amed Çeko Jiyan kengî rûnin û behsa hevalên xwe yên rojnameyê ên berê bikin; Ewil, kenê Mazlûm bê ber çavê me û navê wî tim wek “hevalekî dilsoz” bi bîra me were.

Mazlûm, bi rastî jî wekî pilingekî çist bû û jiyan jê dibariya.

Qet ji bîra min naçe; Tim dihat ber serê min digot, “Hevalê Omer, kurdiya min çawa ye?” nivîsa ku wergerandibû nîşanî min dida û bi ken û nîv laqirdî min digotê, “Heta çendekê em ê redaksiyona rojnameyê teslîmî te bikin. Qene çavên me li dûv namîne.”

Mazlûm, demeke pir kin kurdîya xwe ya wekî hingiv gihandibû asteke gelekî baş.

Lê nizanim çi leza wî hebû, çima wisa zû ji nava me koç kir û çû gihîşt nav refên ew ên ku dîrokê bi xwîna xwe dineqişînin.

Ez çi bêjim Mazlûmo, te, bi xwe re hemû peyvên me jî berhev kirin û tu çûyî oxira nediyar, riya nehatê, te pişta xwe da felekê û berê xwe da riya “azadiyê” de ka bêje, niha em çi bêjin bo vê “heneka” te! Hevalo, ez zanim te gelekî ji henekan hez dikir, lê ma ev henek!...

Ka bêje, niha em bi vê “heneka te ya bi jiyanê” re, em bo halê xwe bikenin, an bigirîn delalo!

Ma ev çi jiyana rêvasîn bû; ma dibe tu wisa zû bi zû biçî wan waran!?

Xwedê te bi rehma xwe şa ke!

Mazlûm, şehîdê Kurdistanê; Niha baştir têdigihêjim ew ên ku kesekî nêzî xwe winda bikin, ka çend giran e êşa wan, çend bêtarîf e!

Oxir be delalo, tu yê tim di dilê me de bî!...    

Bu yazı toplam 6864 defa okunmuştur
..
 // ron
spas mamoste... rondkén çawan,bıla bét ronahiya jiyanek nu......
04 Temmuz 2011 Pazartesi 10:14