Silêman Feqiyanî

Aştî li van nêzan de

25 Nisan 2011 Pazartesi 22:13

Ez ji xwe re dimînim şaş. Di vê navê de ez vê hişa xwe jî nebêjim bawerim dê bibe kêmasi.

An ez di nava kêmasiyek herî mezin de me, an jî herêma Colemêrgê di çanda kurdî de herî dewlemend e. Rasti ev gotine wekî çîrokên rojê, an jî henekî bê dîtin çêtir e. Di vê navê de, rast e kêmasiyên min wekî yên hemû kesê hene, belê herêma Colemêrgê rasti jî hinbank a çanda kurdî ye. Sedemên wê herî hene, belê niqaşa wê bila bimîne bo rojek dî.

Ez zivirim çîroka xwe. Lewre ez radibim û dirînêm, diçim û dizivirim ser çanda Colemêrg û ser herêma Colemêrg dinivîsim û diaxivim.

Gelo qatî ez neteweperwerim. Raste neteweperwerî di hindirê hemû kesê de hindik jî be heye, lê ya rast ez her curdar (türlü) neteweperweriyê re nefret dikim û dibêjim neteweperwerî rûreşîya mafê mirovan e.  

Ez dê carek dî vê bêjim.

Li Colemêrgê dema ji peyva konan re tê axaftin zomên Colemêrgê ên dîrokî tên bîra wan. Di dawiyê de dema kurd di xewa xwe a şirîn de kurdî diaxaftin mixabin xwedî zimanê xwe derneketin. Belê niha kurd hişyar bûn pêşîyê xwedî zimanê xwe derkevin, paşê jî xwedî xwe derkevin û di nava têkoşînek herî girîng de nin. Ev kêfxweşi ye.

Her çi be. Di herêma Colemêrgê de çirokên çîrokbêrjan de “konê ciwanê/a malbata fîlan kesê ser bistuçar stûna veda ye” digotin. Ev kon konê herê mezin e.

Ew jî tê vê wateyê ko kon wekî malbatên binecih, qedîm in. An ko teyrê hewa bê lêdanîn ser hezêl, stûn, singê wî kone, xwedanê kon wekî hemû kurdan, wi teyri ji xwe re dike mêvan. Dijminê malbatê be jî ne pirsgirêke ew mêvan e. Xwarin û vexwarina teyri didetê, hewcebibe di konê xwe de nav nivînan da razîn e. Kurd ew qas nande ne, mêvanperwer in, mirovîn in û xasmêr in. Ji mêvanê xwe re dav û derzî ne.

Di vê sedemê de kon wekî tev gelan ji Colemêrgîyan re jî pîrozwer in. Belê li Colemêrgê ca çi navbeyna geli de û ca çi diçîrokên çîrokbêjan de dibore, tiştik hebû digotinê xîvet (xîbet).

Ji bo hindik saziyên dewletê ko havînê bixebitin, karker ji bajêrên dûr dihatin Colemêrgê. Ji wan kargera re jî xîvet (çadir) vedan û wekî kona karker jî binde dijîn.

Tê zanîn kon ji mû ê bizinê tê çêkirin û mezin e. Xîvet spî ye û ji kincekê stûr re tê dirûn. Di dawiyê de xîvet en zêde ser du stûna vedidan. Xîvetên ser du stûna vedidan ên rêberê karkeran bû, xîvetên ser yek stûnê vedayî a karkera bû. Belê niha xîvetên kurdan ji bo aştiyê vedayî jî wekî konên çîrokên Colemêrgîyan ser bîstuçar stûna vedîne.

Tev mirovên bin kona de an jî bin xîvetan de bi barîna baranê de razayî dizanin ku ew xew çendî xweş e. Bi zêdehi Colemêrgî di bin kona an jî xîvetan de herî hez vexwarina çayê dikin. Em vê kêfxweşîya mirovan a bin xîvet an jî kona, dişên rojek dî bînin ziman.  

 Sedema vedana xîvetan an jî konan de, hêvîya kurdan a pêşîyê çine, êm wê bînin ziman.

Yek perwerdehiya bi zimanê dayikê, du serbestberdana siyasetmedarên kur, sê rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî û çar banda hilbijartinê ya ji sedî deh (10) bê rakirin.

Kurdan ji bo ev xalên biyekemîn de hewceyî, tev kurdên lê çihbûyî de bimîne rojevê de xîvetên aştiyê û çareserîyê vedan. Bi vedana xîvetan re neman, ev xîvetene ji xwe re kirin wargeh.  

Ev ji çar xalan de yek jî çareser nebû û bihebûna van xalan têr nekir, bi xortiya siyasetê namzetên serbixwe veto kirin.

Êdî ji kurd re xîvetên ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan vedayî malên wan in. Lewre tev kurd di bin wan xîvetan de bi şev û roj dîjîn in. Ev têkoşîna rasti vetoya namzetên Bloka ked, azadî û demokrasîyê bin van xîvetan de pêk înadin.

Aha bila ji îro paşde kurdên xwe bierzani difiroşin bibîn in ku heke gel bibe tifak dê bişê erd û esimana bihejîn e. Di çîhanê de bi tifaqiya gelan re rejîmên xwînmêt, xwînxwar û zilma herî zordari dê bê binpê kirin.

Wekî nemir Pîr Siltan Abdal goti “gîyandarîn werin bi hev re bûn.”

NÎŞÊ: Roja vetoyên namzetên serbixwe keti rojevê bi navê rêzdar E. Kûrkçû û namzetên dî re navê rêzdar Ş. Elçî jî kevte rojevê. Min jî wê rojê nivîsîna xwe a “aha ji te re demokrasî’yê” de navê rêzdar Ş. Elçî wekî hati vetokirin înaye ziman. Lêy a rast ê hati vetokirin paşê hate zanîn ku rêzdar Şerefettîn Efe’ye. Di vê sedemê de ez pêşîyê birêz Şerafettîn Elçî paşê jî ji xwendevanên xwe re lêborîna xwe dixwazim.

Bu yazı toplam 5742 defa okunmuştur