Silêman Feqiyanî

Aşê Şêxo û pirsgirêka Kurdan

30 Eylül 2012 Pazar 23:47

Aşek heye ku Colemêrgî dibêjin Aşê Şêxo. Şêxo kî y? Aş kîjan herêma Colemêrgê ye? Ez nizanim û nahê bîra min. Dibe ku ev aşe sî, çil sal an jî zêde digehe dawîyê.  Belê gor gotinan Aşê Şêxê rojekê dixebite, çar rojan jî sekine. Lewre aşê wi aşek bêwec bû ye. Carek dî gor gotinan, an ku a min bihîsti, an aş xirab dibû an jî ava aşi çik dibû.

Ê hevranê xwe an ku dexilê xwe biriba vî aşi ku bike ar, divîya jê bêhêvî be. Lewre kengî dê dor hatibe wi, ewê tu kes nedizanî.

Bawerim ku di wê herêmê de ji Aşê Şêxo zêde tu aş çu nebûn, an jî heke aş hebe jî dûr bû ye. Di vê sedemê de ber derê Aşê Şêxo cihalên dexli dibûn gizire. Tev zemanan de jî dexilê welatî tevlihev dibû. Di vê tevlihevbûna dexli re hindik welatî kar dikir hindikan jî zirar.

Heçîyê dexilê xwe diîna Aşi Şêxo; Şêxo “sibê, dusibe an jî deh, penzdeh roj paşve were arê xwe bibe” digotê. Belê weltiyê xwediyê dexli dema roja wi dihat û diçû ku arê xwe bibe, temaşe dikir ku ne ew behs û ne jî ew xeber. Di vê sedemê de jî herdem Şêxo û welatî diketin nîqaşê.

Pirsgirêka kurdan jî tebeti Aşê Şêxo ye.

Pir sal û zemana devê sîyasetvanên tirki, devê rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û tev welatiyê tirki de bû, pirsgirêka kurda wekî benîştê qaçkê dicirû. Tê zanîn ku benîştê qaçkê ji dara kewzanê û ji kerengê çêdibe. Hinde sal û zeman e Tirkiyeyê de pirsgirêka kurda tê axaftin belê ji çareseriya pirsgirêkê re pêngavek nehatiye avêtin.

Rojekê ji pirsgirêka kurdan re micid diaxivin deh rojan jî ji pirsgirêka kurdan re henekiyan dikin.

Mînak ev nêzî deh salan e R.T.Erdogan û emîrberên wi kurdan wekî xeşîma dibînin û ji pirsgirêka kurdan re çaresiriyek pêkenok re diaxivin. Naha jî hilbijartina şaredariyê nêzî bû carek dî hiş û ramanên kurdan tevlihev dikin. Duh ji înkar û îmhaya kurdan re, tev rika wan dirijiya welat naha jî carek dî pirsgirika kurdan diînin ziman.

Wekî “parlementerên BDP’ê gerîla hembêz kirîne, di vê sedemê de em bi wan re pêkhatinê nakîn” dibêjin.

Wekî “em dê bi îmrali’yê û Oslo’yê re pêkhatinê bikîn belê bi şertê PKK çekan danê re” dibêjin.

Wekî “divê PKK çekan danê paşê em jî dê êrijên xwe sekinîn in” dibêjin.

Serokê AKP’ê, serokwezîrê Tirkiyeyê û emîrberên wi “PKK terorîst e, bi PKK’ê re hevdîtin nabe û parlementerên BDP’ê jî terorîstan hembês dikin û em bi wan re jî hevdîtinê nakîn” dibêjin.

Êê, baş e. Hûn bi wan re pêkhatinê nakin. Heke hûn bi wan re hevdîtinê nakin hûn dê li îmrali’yê û Oslo’yê de dê bi kî re havdîtinê bikin.

Bi pirsa “ev şere dê çawa sekine, rondikên dayikan dê çawa sekine, êdî heta kengî ev ciwane dê jîyana xwe seba tiştik pûç winda bikin” re tu bersifkên mirov bi wan re baweriyê bike nadin. Her carê wekî gotinên wan ên jori re gelên Tirkiyeyê û cîhanê xapîn in.

Aha pir kurd jî van henekiyên wan re bawer dikin û dibin alîgirê wan. Ev jî bîr û baweriya mirovi tevlihev dike, cerg û mêlakên mirovi dişewitîne.

Lê ya rasti ew di van hizirên xwe de rast dibêjin. Heke PKK çekan danê tu sedem namîne ku ew jî êrijan bikin. Lewre rasti wan tu qowet nebin ew dê êrijê li kî bikin.

Di aliyê BDP’ê de çendî heqin, ew nahê nîqaşkirin. Lewre parlementerên BDP’ê nêzî sê milyon deng standîne û kevtîne parlementoyê. Ew îredeya sê milyon welatiyan û malbatên wan in. Heke tu bi wan re pêkhatinê nakî wê demê tu bi sê milyon welatiyan û malbatên wan re jî pêkhatinê nakî. Wê demê tu dê çawa ji pirsgirêka kurdan re çareseriyê bibîni.

Heke tu di pêkhatinên îmrali û Oslo’yê re pêkhatinê bikî, belê daxwaziya PKK’ê qebul nakî. Ew PKK’ye ku tev ji ciwanên kurdan re pêkhatiye. Her gêrîlayek ji malbatek kurdan çû ye. Ev jî bi milyonan kurdan re tê dîtin. Tu PKK’ê qebul nekî, dê wê demê çawa pirsgirêka kurdan çareser bikî.

Ev hiş û hişên wekî vane, ê R.T.Erdogan û emirberên wi wekî siha kurdan ê pêşîya wan de. Başe hişên serokê CHP’ê û ên emîrberên wi çawan in.

Ew jî dibêjin bila pirsgirêka kurdan çareser bibe, bila ji îro paşde tu ciwan jîyana xwe winda nekin, rondik ji çavên tu dayikan nebarin, ji bo vê sedemê pêkhatinên îmrali û ên Oslo’yê çêbibin, belê daxwaziya PKK’ê nehê qebulkirin.

Dê were vî keri ji vê kurê derêxe.

Aliyekê bila pêkhatinên îmrali û ên Oslo’yê pêk bên, aliyê dî de jî daxwaziyên wan nehên qebulkirin.

Bawerim ê ji wan bawer bike nan biguhan xwariye.

Me ne got, mînaka Aşê Şêxo û çareseriya pirsgirêka kurdan wek hev in. Aliyekê “vê mehê, mehek dî, îsal û salek dî dê pirsgirêka kuran çareser bikîn” dibêjin aliyê dî de jî evraziyan diêxin ber kurdan. Bi vê zîhnîyetê re ne Aşê Şêxo ji welatî re tu kar dide, ne jî pirsgirêka kurdan zû bi zû çareser dibe.

Divê zîhnîyet bê guherîn, ava rehmê bikeve dilka wan û ji bo windabûna hinde ciwanan û ên naha wêde bên windekirin re dilk û wijdana wan bilerize. Heke ew dilk û wijdana wan a wekî pola nerm nebe ava rehmê neke nav hindirê dilk û wijdana wan, ev pirsgirêka kurdan we bisanahi çareser nabe û windabûna ciwanan û rawestana rondikên çavê dayikan jî nasekine. 

Bu yazı toplam 4473 defa okunmuştur
05:52
 // Merwanî...
Raste mamoste, pirsgiréka kurda wekî awéku te mînak léda.(aşé şexo) dema ku av biçike icavî hérandina arvanjî namîne, demaku pkk çek deyne hewce li pirsgiréka kurdjî namîne. li gorî serokwezîré tirk gerku mirov nefikire jixwe pirsgirekekî wahajî nîne. gelo dewlet û desthilatdarekî ku kesén sîyasetmedar û rewşenbîran bixe zindanan, wé énku çek deyne çewa bike.?. nexwe awé ku dewlet sîyasetmedara digre jibo ku rîya sîyaseté vedike li evén ji çîyé tén. ava ku dihat ser aşé şéxo û hişé ku té seré serokwezîr dirûv li hevdixin. lewra hişé serokwezîr carna vediguhere......
14 Ekim 2012 Pazar 05:52
Nan u Xebat
 // Fazıl Xenanis
Kekê Silêman Ez te piroz dikem. mın pır biryate u kekê îsmaîl dı kem. Mın rojêt berê ket bîrne kî ye. Belê wekî te bexsê Aşê Şêxo kirî, Aşê xelîlan hate biryamın. Aşe Xelîlan Mala Şalî Xebitîn, Ev male maleke pır şolek helal pır zîrek in Heta îro jî wekî berêne.Min dı xest malêt tewi milet3E ME WEK3ı wan dibe. Sîlav u rez gelê FEKİRAN...
12 Ekim 2012 Cuma 19:51
21:14
 // çiyaye pane
Dest Û Penûs Xweş mamoste gelek spas! Ronahiya te dibe sedema dewlemendiya peşketina me... :-) :-)...
09 Ekim 2012 Salı 21:14