Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Armanc sê milyon Kurdin

Armanc sê milyon Kurdin

Hindik qewmîn hene mirov ji dil baweri didetê. Hindik qewmîn jî hene tu baweriya mirovi bi wê nahê.

Di van 8-9 salande hikometa AKP’ê di Tirkiyeyê û herêma Tirkiyeyê de tu tiştên mirov ku jê bawer bike, nekir û bawerim heta dawiyê jî nake. Tenê bîr û baweriyên geli êxistin nava xewnerojkan.

Bînin pêş çavên xwe. Ji karker û kedkarê welat re tu nekir. Nehêla karker û kedkarê welat, xwendevan û bazirganê welat, rêncber û bêkarê welat birêxistî têkoşîna xwe bidin. Di welat de sedî deh mirov têr û tijine û sedî bîst mirov jîna xwe diqetîn in û sedî heftê jî têkoşîna birçîbûnê didin.

Di welat de ev zenzeleya birçîbûnê di serê welatiyan de dibore têrî nake, pirsgirêka ji hemuyan mezintir a kurdan di welat de birîna wê roj bi roj kur dibe. Hindik maye Xwedê neke kurd û tirk rasti yek sekinin û hindik maye welat tevlihev bibe.

Tu dê bêji ev ji çi ye?

Bê gotin ev ji polîtîqayên hikometa AKP’ê ye.

Lewre tu roj nîn in ku mirov nehên kuştin û windakirin. Tu roj nîn in ku mirov nehên girtin û nekevin girtigehan. Ev deme wekî dema salên 1992-93-94’ê qiran êxistin kurdan û hêj xiraptir bûye.

Aha mînaka Qlaban. Li navçeya qilaban zarokên ji bo xwendina xwe kevti tengaviya karê aborî, ji wan 35 zarok bibombebaran re kuştin. Navê wan kurd bûn ji wê çendê sûçdar bûn û hatin kuştin. Diherêma kurdan dijîn ji wê çendê sûçdar bûn û bibombebaranê re hatin kuştin. Ev tevkujî (qetlîam) nîn e be çi ye? Eve qirana kurdan nîn e be çi ye? Qed wijdana wan jî nalerize û qed ji Xwedê jî natirsin. Heke ji Xwedê natirsin, hindik be jî bila dilka wan bilerize. Lewre xwîna wan zarokan reş nîn e, sor e. Çend ev zaroke kurd bûn jî carek dî mirov in. 

Dê bê gotin ku ev kêmasiye di hemû welatan de hene.

Raste hemû welatan de hene belê hikometên hemû welatan xwedî berpirs in û wekî a welatê me bêberpirsî nîn in. Di tu welatan de seba nasnama welatiyan tu kes tevkujîyê nake.

Em dê 8-9 salên evê hikometa AKP’ê danên berûka êşlîkê xwe, tenê van sê-çar salên wan de çend mirovên bêxalîxerez kevtîne girtigeha wê bînîn pêş çavên xwe.

Ên kevti girtigehan seba çi kevtînê, em wan hiziran de hişên xwe xemlîn in. Mirovê şaredar, ê endamê meclîsa şaredariyê, ê endama meclîsa bajaran, mirov kuştîne? An jî çek hildane destê xwe, kevtiye şerê dewletê? An jî dewlet an şaredariya bajaran şelandine?

Mamosteyan, xwendevan, rojnamevan, karkerê weşanxanan, endam û serokên rêxistinên demokratîk û hwd. ji hizir û hişên xwe zêdetir çi sûçê wan heye. Evan jî wekî endam û peywirdarê BDP’ê (gor hikometa AKP’ê) top û tifeng hildane destê xwe.

Ew kîjan mantiq e; cihê mirovekê hizir bike û seba wê hizirê wi mirovi bigire û têke girtigehê. An ku bêjîte mirovekê “te ev hizire kirîye, ev tişte dinava ramanên te de borîne, di vê sedemê de tu sûçdari” û mirovi wekî sûçê mezin kirîye we têkete girtigehê.

Ew kîjan mantiq e; karkerê çapemenîyê de dixwebite re “ev nivîsîna te wek çekdarê dabeşkar zirarê dide dewletê di vê sedemê de tu sûçdari û bigire têkete girtigehê.

Ew kîjan mantiq e; îxbarkerek mirovekê îxbar bike û ew mirov seba wî îxbarkeri bikeve girtigeha. Wê demê di jîyana mirovan de xeletiyek navbenda duduyan re çêbibe yek ji wan sedem minfaetê xwe yêdî dê îxbar bike.

Di bêjin hêstiyê zimanê çu nîn e, çend bivê dê ew qas bigere. Mirovê îxbarker çend bivê û jî kî re hezneke dê îxbar bike û ewên hati îxbarkirin jî dê bikevin girtigehan.

Lewre dadger û dozger hikometa AKP’ê bixwe ye. Hikometa AKP’ê kîjan welatiyê bivê dê bide girtin, kîjan jî bivê nade girtin. An ku ê derheqa AKP’ê re biaxive, ê rexgirê wan nebe rêka wan dê bikeve girtigehê.

Ma nabêjin niha di Tirkiyeyê de sî milyon kurd hene. Heke rast be ji van sî milyon kurdan re bîst milyon ên zarok, ên cehş an ku cerdewan, ên rexgirê AKP’ê û ên dî jêderanîn dê deh milyon kurdê xwedî xwe derkevin bimîne.

Ji van deh milyon kurdan de ên gomana jîna xwe de, ên di sîyaseta xwe re doz nadin an ku bêdeng dimînin û ên disîyaseta xwe re alîgirê dewletê û ên hwd. jî jêderanîn dê bimîne sê an jî çar milyon kurd.

Hikometa AKP’ê heta niha 5 hezar kurd têkirî girtigeha. Armanca wan ew kurdên bihejmar nêzî 3-4 milyonan mayî, wekî ên hindir re bibêbextî têkin pişt qiflê.

Bi taybetî heke ev kurdene bi mînaka mihê bijîn, hikometa AKP’ê jî dê bigehe armanca xwe. Na heke şervanê makeqanûnek nû, a demokrasîyek demokratîk û a ziman, çand, wêje û hwd. heqên xwe ên demokratîkbin dê armanca AKP’ê şaş bikin.

Hikometa AKP’ê dibêje ez têkoşîna demokrasiyek alîgirê mafê mirovan dikim, nabêje min xîmê qiraliyetê nû dana nava vî welati.

Di bêjin filankes wekî nanê sêhlê ye, ne berê wi kifşe nejî pişta wi. Aliyekê B. Arinc dibêje em dê heqê kurdan bidinê, aliyê dî jî wezîrê hindir fermana qirkirina kurdan dide.

Mirov van xilafên wan jî bibîne û gor hindê biwan re têkiliyê bike jî baş e. Heke mirov bi çîraçepên wan an ku fendên wan re xwe xapîne, eve mirovi mal li xwe xerabkir. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10